Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Tirkiye ketiye di nav otokratiyeka eşkere de” – Bilal Ata Aktaş / France24

23/03/2025

Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî hatî girtin û ev yek bûye sedema xwenîşandanên mezin li seranserê Tirkiyeyê. Şahidan gotine ku ev xwenîşandan ji salên 2013ê û vir ve yên herî mezin in.

Analîstê siyasî Bilal Ata Aktaş di hevpeyvîneka xwe ya ji bo France 24ê de wiha gotiye:

“Ev ne tenê bûyereka dadwerî ye. Ev guherîneka siyasî ye û girtina Îmamoglu xeteka şikestinê ye.”

Li gorî wî, Tirkiye ji otorîtarîzmeka pêşbaziyê derdikeve û dikeve nav otokratiyeka eşkere de.

Krîzeka siyasî li Tirkiyeyê

Aktaş ji France 24ê re gotiye

“Desthilat êdî bi tenê bandorê li ser hilbijartinan nake, lê hemû qaîde, hakem û niha jî dijberên xwe hildibjêre” . Ew dibêje ku binçavkirina Îmamoglu bi armanca tasfiyekirina wî ya siyasî hatiye kirin.

Recep Tayyip Erdogan muxalefet bi “têkdana aştiya neteweyî” û “perçekirina gelê tirk” tawanbar kiriye. Ji çar rojan û vir ve hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan dest avêtine şîdetê.

Aktaş di hevpeyvîna France 24ê de aniye ziman “Erdogan hemû dezgeh xistine bin kontrola xwe. Medya û dadwerî di bin bandora wî de ne,” .

“Tenê xwepêşandan û çalakiyên gel dikarin li ber vê pergalê rawestin.”

Destûra Tirkiyeyê nahêle ku Erdogan xwe ji bo cara sêyemîn bibe berbijêr. Lê analîst dibêje ku desthilat dê hewl bide destûrê biguherîne an jî referandûmekê pêk bîne.

Îmamoglu dibe hêviya muxalefetê

Îmamoglu bi tawanên giran ên wek “gendelî” û “terorîzmê” hatiye tawanbarkirin. Aktaş di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje ku ev heman rê û metodên berê ne yên ku li dijî fîgurên dî yên muxalefetê hatine bikaranîn.

Aktaş ji France 24ê re gotiye

“Ev heman metod in ku berê li dijî Selahattin Demîrtaş jî hatine bikaranîn, ew jî ji sala 2016ê ve di girtîgehê de ye”

Partiya CHP dê îro biryarê bide ka Îmamoglu dê bibe berbijêrê wan ji bo hilbijartinên serkomariyê yên sala 2028ê. Tevî desteserkirina wî, analîst dibêje ku partî dê li pişt Îmamoglu bisekine.

Rewşa navneteweyî alîkariya Erdogan dike

Dema ku li Tirkiyeyê şert aloztir dibin, rewşa navneteweyî ji bo Erdogan guncaw xuya dike. Di analîza xwe de, Aktaş balê dikişîne ser vê yekê ku Ewropa bi tehdîda Rûsyayê ve mijûl e û Donald Trump bi kiryarên nedemokratîk eleqedar nabe.

“Mijarên li Ewropayê yên hundirîn û tehdîda Rûsyayê dibe pêşaniya wan. Tirkiye ji bo Ewropayê girîng e, bi taybetî ji bo kapasîteyên wê yên parastinê û pîşesaziya çekan,”

“Trump jî bi kiryarên nedemokratîk re eleqedar nabe.”

Partiya CHP bangeka nedîtî kiriye û daxwaza mobilîzasyonê ji hemû alîgirên xwe kiriye. Li gorî Aktaş, ev helwesteka nû ye ji bo vê partiya kevneşopî û dibe ku ev yek bandorê li siyaseta Tirkiyeyê bike.

Çavkanî: Hevpeyvîna Bilal Ata Aktaş bi France 24ê re, Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan