Tirkîye ji Peymana Stenbolê vekişîya

Tirkîye îro Duşemê bi pejirandina dadgeha jorîn ji Peymana Stenbolê vekişîya. Di sala 2011an de, Tirkîye dewletê pêşî bû ku ev peyman îmza kiribû. Enqerê di Adara 2021an de bi biryara serokomarîyê dîyar kiribû ku ew ji peymanê vekişîyaye. Ser vekişîna ji peymanê, sîyasetvanên jin bertek nîşan dan. Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn […]

Tirkîye ji Peymana Stenbolê vekişîya
Tirkîye ji Peymana Stenbolê vekişîya
Botan Times
  • 2 Ocak 2023 18:26

Tirkîye îro Duşemê bi pejirandina dadgeha jorîn ji Peymana Stenbolê vekişîya.

Di sala 2011an de, Tirkîye dewletê pêşî bû ku ev peyman îmza kiribû.

Enqerê di Adara 2021an de bi biryara serokomarîyê dîyar kiribû ku ew ji peymanê vekişîyaye.

Ser vekişîna ji peymanê, sîyasetvanên jin bertek nîşan dan.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan dîyar kir dûzena û dadgeha mêran ev biryar daye û bo wan ti mehneya vê biryarê tune.

Buldan nivîsî ku ew dê wekhevî û azadîyê jî bi têkoşîna jinan bi dest xwe xin.

Seroka Îyî Partî Meral Akşaner jî dîyar kir ku ew bi îradeya milet ber bi îqtidara dimeşin û ewê 85 mîlyon destên xwe bidin hev û Peymana Stenbolê îmza bikin. 

Peymana Stenbolê ser şideta dijî jinan û ya li nav malê peymanek e ku ji alîyê Konseya Ewrupa ve hatiye hazkirin.

Foto: Wikipedia