Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Tirkîye ereban li gundên nû yên Efrînê bi cih dike

16/10/2024

Dewleta Tirkîyeyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, gundên nû ava dike, xanîyên nû çêdike û erebên hewyayî li wan deran bi cih dike.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên bi ser wê ve, 20ê Kanûna Paşîn êrişî Rojavayê Kurdistanê dike ku di encamê da ew Efrînê dagir dike. Wê demê Efrîn di destê kurdan da bû.

Piştî dagirkirina Tirkîyeyê, bi hezaran kurd ji mal û milkê xwe bûn û neçar man koç bikin.

Piştî wê yekê hewlên dewleta Tirkîyeyê berdewam in ji bo guhertina demografîya Efrînê û xelkê wê derê rastî zilm, tecawuz, îşkence, kuştin û zordarîyê tê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, li Çiyayê Basûrtê yê li başûrê bajarê Efrînê bi alîkarîya Qeterê û Tirkîyeyê gundekî din ji Erebên hewîyayî re hat avakirin.

Karkerên di avakirina gund de kar dikin, dibêbjin ku ev gundê nû ji 100 xanîyan pêk tên.

Herwiha li gorî gotina karkeran ev komelgeh ji aliyê Qeterê û Saziya AFADê ya Tirkiyeyê hatiye avakirin.

Heman çakvanîyan da zanîn ku AFADê di van rojên borî da xanî li ser xelkê belav kirine û ew xanî dane Erebên hewîyayî yên ku ji gundewarên Heleb û Şamê çûne Efrînê.

Heta niha li Efrînê 15 gund ji bo Ereb û Tirkmenan hatine avakirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan