Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

03/05/2025

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li ser rojnamevanan, Tirkîye di Endeksa Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê ya sala 2025ê de di nav 180 welatan de di cihê 159ê de nîşan daye.

Endeksa nû paşketina zêdetir nîşan daye

Tirkîye, ku sala borî bi rewşa “hîn xerabtir” a welatên cîran, heft pileyan pêş ketibû, di Endeksa 2025ê de vê carê ji ber şertên neteweyî yên ku azadîya medyayê paşguh dikin, cihekê dî jî winda kiriye û di kategorîya “gelekî xerab” de maye.

Tirkîye, di sala 2002ê de di cihê 99an de cih girtibû. Piştre, di 2016ê de 151, di 2017ê de 155, di 2018 û 2019ê de heta 157an paş de çûbû. Di 2020ê de 154, di 2021ê de 153, di 2022ê de 149, di 2023ê de 165, di 2024ê de cihê 158an de hatibû nîşandan.

Önderoğlu: Medyaya Tirkîyeyê nabe qurbana yekdengîyê

Nûnerê RSFê yê Tirkîyeyê Erol Önderoğlu ragihandiye ku ew paşketina nekontrolkirî ya Tirkîyeyê di endeksê de bi fikar dibînin.

Önderoğlu, ku îşaret dike medyaya Tirkîyeyê jî wekî li seranserê cîhanê ji alîyê faktorên aborî ve di endeksê de paş de çûye, gotiye: “Faktorên wek piştgirîya sermayeya medyayê bi rêya îlan û reklaman bi awayekê cudakar bi destê gelemperî, hedefgirtina dezgehên weşanê yên rexnegir bi cezayên pere yên keyfî, piştgirînekirin ji modelên dahatê yên medyaya serbixwe di serdema dîjîtal de, medyaya Tirkîyeyê di salên dawîyê de ber bi şikanberîyeka fikardar ve bir. Rojnamevanîya ku ji zextên yasayî û fîzîkî yên berdewam westiyaye, piştî ku demeka dirêj ji rêkûpêkîyên demokratîk û garantîyan bêpar maye, niho jî bi darbeya bêîstîqrarîya aborî lawaz bûye. Tehlikeyê ku em pê re rû bi rû ne, yekdengîya di medyayê de ye.”

Lawazîya aborî ya medyayê xeterek sereke ye

Êrîşên fîzîkî li ser rojnamevanan hêla herî xuya ya êrîşên li hember azadîya çapemenîyê ne, lê zordarîyên aborî yên bêhtir veşartî jî astengeka mezin pêk tînin. Nîşanderê aborî di Endeksa Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê de di sala 2025ê de berdewam kêm bûye û gihîştiye asteka giran a bêhempa. Di encamê de, rewşa azadîya çapemenîyê li seranserê cîhanê cara yekem ji ber vî faktorî ketiye rewşa “zehmet”.

Bocandé: Bê serxwebûna aborî, çapemenîya azad jî nabe

Rêveberê Weşana RSFê Anne Bocandé, ku dîyar dike garantîkirina medyaya pirdenghev, azad û serbixwe pêdivî bi şertên darayî yên sabit û zelal heye, gotiye: “Bê serxwebûna aborî, çapemenîya azad jî nabe. Dema ku medya di warê aborî de tengasîyê dikşîne, dikare bi bahayê tawîzdayîna ji kalîteyê bikeve pêşbazîya rêtingan û bibe qurbana oligarşên an jî biryarderên gelemperî ku wan îstîsmar dikin.”

Bocandé, tehlikeya ku derdikeve holê wiha şîrove dike: “Gava rojnamevan xizan dibin, amûrên wan ên ku li dijî dijminên çapemenîyê yên ku şampîyonên dezenfermasyonê û propagandayê ne li ber wan rawestin jî namînin. Divê em ekonomîya medyayê ya ku xwedîkirina rojnamevanîyê û berhemkirina agahîya pêbawer ku bêguman buha ye, garantî dike, ji nû ve saz bikin. Çareserî hene, lê pêkanîna wan di asta berfireh de gerek xuya dike. Serxwebûna darayî, şertek jîyanî ye ji bo garantîkirina agahîya azad û pêbawer a ku di xizmeta berjewendîya gelemperî de ye.”

Pêleka giran a girtina medyayê

Li gor daneyên ku RSFê ji bo Endeksa 2025ê bi dest xistiye, ji 180 welatên ku hatin nirxandin 160 ji wan (88,9%) nikaribûne ji bo dezgehên xwe yên medyayê stabîlîya darayî pêk bînin.

Ya hîn xerabtir, li seranserê cîhanê nêzî sêyeka welatan zehmetîyên aborî bûne sedema girtina dezgehên xeberan. Tûnis (11 cih paşde çûye, cihê 129an), Arjantîn (21 cih paşde çûye, cihê 87an) û Yewnanistan (cihê 89an) vê rewşê nîşan didin. Welatên wek Afrîkaya Başûr (27.) û Nû Zelandayê (16.) yên ku cihên nisbeten baş digirin jî, ji van zehmetîyan ne dûr in. Li Haîtî (112, -18) tunebûna îstîqrara sîyasî ekonomîya medyayê jî xistiye kaosê.

Girtina medyayê di 34 welatan de bûye sedema sirgûnkirina rojnamevanan. Ev rewş ji bo Nîkaragua (172, 9 cih paşde çûye), Belarus (166), Îran (176) û Afganistanê (175) ku zehmetîyên aborî li zextên sîyasî zêde bûne, derbas dibe.

DYA pêşengê krîza aborî ye

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (57; 2 cih paşde çûye), ku nîşanderê aborî di nav du salan de ji 14 pûanan zêdetir paş ketiye, herêmên berfireh vediguherin çolên agahîyê. Rojnamevanîya heremî bahayê giran a durgunîya aborî dide: ji 60% zêdetir rojnamevan û pisporan ên ku beşdarî anketa RSFê ya li Arizona, Florida, Nevada û Pensîlvanyayê bûn, li ser “dijwarîya derbarê xwe di rojnamevanîyê de” hemfikir in û 75% jî li ser “tengasîya candarîya aborî ya dezgeheka weşanê ya navîn” hemfikir in. Paşketina 28 pêpelûkî ya welatî di rêzbendîya civakî de, holê derdixe ku hawirdora medyaya cîhanî ji bo çapemenîyê diçe dijmintir dibe.

Dema duyem a Donald Trumpî ku têde sedemên aborî yên şaş wek amûrek ji bo çokdanîna medyayê tên bikaranîn, vê nerînê hêzdar kir: DYA, rawestandina peydakirina malîyeya ku ji alîyê Ajansa Medyaya Cîhanî ya Amerîkî (USAGM) ve ji bo hin dezgehên nûçeyan wek Dengê Amerîkayê (Voice of America) û Radyoya Azad a Ewropayê / Radyoya Azadîyê (Radio Free Europe/Radio Liberty) hatibû dayîn, mînakeka vê ye. Li seranserê cîhanê ji 400 mîlyon kesan zêdetir di rojekê de ji gihîştina agahîyên pêbawer bêpar man. Bi heman awayî, cemidandina fonda alîkarîya navneteweyî ya bi rêya Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîkî (USAID), bi sedan medya xistine bêîstîqrarîya aborî ya giran; bi taybetî li Ukraynayê (62.) hinek ji wan neçar bûn bigirin.

Hegemonya platforman, yekbûna medyayê

Ev rewş ekonomîya medyayê ya ku ji berê de ji ber serdestîya GAFAMê (Google, Apple, Facebook, Amazon û Microsoft) di belawkirina agahîyan de zirar dîtiye, hîn zêdetir lawaz dike. Ev platformên ku bi giranî bê destûr dimînin, beşeka mezintir a dahatên reklamê ku dê normalde piştgirî bidin rojnamevanîyê, bi dest dixin. Mesrefa giştî ya ji bo reklamên li platformên civakî bi 14% li gorî sala 2023ê zêde bûye û di 2024ê de gihîştiye 247,3 mîlyar dolarî. Platformên dîjîtal ên ku behsa wan tê kirin, ji bilî wêrankirina modela karê medyaya nûçeyan bi vî awayî, dibin sedema belavbûna naveroka manipule an jî şaşker jî, ku bi vê yekê bûyera dezenfermasyonê bi hêz dikin.

Li welatên di rewşa baş de wek Awistralya (29.), Kanada (21.) û Fînlandayê (5.) yekbûna di xwedîtîya medyayê de dîyarde heyecanekê ye. Li Fransayê (25., 4 cih paş ketiye) heşt kesên dewlemend nêzî 20 dezgehên çapemenîyê di destê xwe de digirin ku 81% tîraja rojnameyên neteweyî û 95% tîraja weşanên hefteyî yên neteweyî pêk tînin. Ev yekbûna zêde ya di xwedîtîyê de, ne tenê pirrengîya edîtorî sînordar dike, herweha rîska otosansûrê jî zêde dike û di parastina rastîn a serxwebûna edîtorî li hember berjewendîyên aborî an sîyasî yên xwedîyan de pirsên giran diafirîne.

Xerîteyeka ku diçe sor dibe

Di Endeksa RSFê de, rewşa li 42 welatan ku ji nîvê zêdetir a nifûsa cîhanê (56,7%) temsîl dikin û li cihên ku azadîya çapemenîyê bi temamî ji holê rabûye an jî rojnamevanî xetere ye, “gelekî xerab” tê nirxandin. Li Filistînê (163.) ku artêşa Îsraîlê ji 18 mehan zêdetir e rojnamevanîyê qir dike, rewş holê ye: Artêşa Îsraîlê herî kêm 43 ji wan di dema karî de bûn, nêzî 200 karkerên dezgehên nûçeyan kuştin û tarîkirina medyayê di herêma dorpêçkirî de pêk anî. Îsraîl di endeksê de 11 cih paş ketiye û di cihê 112an de nîşan hatiye dayîn.

Wekî sê welatên Rojhilata Afrîkayê, Uganda (143.), Etîyopya (145.) û Rwanda (146.), îsal ketine kategorîya “gelekî xerab”. Hong Kong (140.) jî niho heman rengê sor ê Çînê (178., -6) wergirtiye, ku bi Koreya Bakur (179.) û Erîtreyê (180.) re ketiye nav sê cihên dawîyê di rêzê de. Li Asyaya Navîn, Qirgizistan (144.) û Qazaxistan (141.) reşahîyê li herêmê diçinin. Li Rojhilata Navîn jî Urdun (147.) ji ber qanûnên ku azadîya çapemenîyê sînordar dikin, 15 cih paş ketiye.

Çavkanî:

Botan Times Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF)

03/05/2025


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

New Book on Kurdish Nationalism and Sheikh Said Rebellion Published

Weşana paşê

Turkey Falls to 159th Place in RSF Press Freedom Index