“Tirkiye bi maddeya 51. a Neteweyên Yekbûyî operasyonan dike”: Erê ew madde çi dibêje?

Hêzên Ewlehiya Iraqê îro li droneka Tirkiyeyê daye û diron bi agirî ve ketiye erdê. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Oncu Keçeliyî rasterast negot ku ew dron ya Tirkiyeyê ye lê got ji bo safîkirina meseleyê wan digel Iraqê koordînasyonek çêkiriye.

Berdevkî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye bi maddeya 51. ya Neteweyên Yekbûyî operasyonan didomîne.

Li gor maddeyê:

Dema endameka Neteweyên Yekbûyî rastî êrîşeka çekdarî bê, Heta Konseya Ewlehiyê ji bo aştî û ewlehiyê pêşgiriyên pêwîst bike, mafê parastina meşrû yê şexsî an hevpar ê endamê heye ku xwe biparêze.

Hêjayê gotinê ye ku bi salan e operasyon dewam dikin lê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dest bi kiriyarekê nekiriye.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times