Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Feleknas Uca ji Twitterê bi Kurdî û Tirkî banga Batmanîyan kir îro Yekşemê li mîtînga li Batmanê kom bibin.
Uca banga bi Tirkî li gor qaîdeyên rastnivîsînê bê şaşî nivîsî lê di banga wê ya Kurdî de ji hejmara hevokan zêdetir şaşî xuya dibin.
”Hayde Elih em amadene. Ev he destpêke. Benda wene” Uca di twîta Kurdî de nivîsî.
Ew parlamantera HDPê li Almanyayê hatiye dinê û xêncî Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî jî dizane.
Hêjayî bîrxistinê ye, Uca di sala 2015an de piştî bo meclîsa Tirkîyê hatibû hilbijartin jiber Tirkîya wê ya wê çaxê qels xwestibû ku sonda xwe bi Kurdî bixwîne û vê jî rê li ber minaqeşeyan vekiribû.
Medyaya Tirkî wan rojan dîyar kiribû ku Uca bo karibe sonda meclîsî bixwîne Tirkî hîn dibe.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.