TÎP: Sempatîya bo me wê di sindoqan da jî xwe nîşan bide

TÎP: Sempatîya bo me wê di sindoqan da jî xwe nîşan bide
TÎP: Sempatîya bo me wê di sindoqan da jî xwe nîşan bide
Gulistan Korban
  • 13 Nisan 2023 12:30

Ji hilbijartinên giştî û ya serokkomarîyê ra hema bêje meheke maye.

Me nîqaşên namzetan li du xwe hîştin. Êdî ji bo partîyan dema xebatê ye. 

Ji her kolanên Amedê dengê stranên partîyeke tê. 

Yek ji wan partîyan ku amadekarîyeke xurt ji bo hilbijartinan dike Partîya Karkerên Tirkîyeyê ye (TÎP). 

Partî him di nava Tîfaqa Ked û Azadîyê da cîh digre him jî li 49 bajaran namzetê parlementerîyê nîşan dane. 

Her çiqasî partîya TÎPê li bajarên Kurdîstanê namzet nîşan nedabe jî, ji alîyê aligirên HDPyê ve rexne li wan tê girtin.

Ji bo em pirsên xwe ji Serokê Partîya Karkerên Tirkîyeyê yê Bajarê Amedê Mehmet Mahîr Karadenîz bikin li avahîya partîyê tên gel hev.

Di ketina avahîyê da wêneyên Friedrich Engels, Karl Marx û Vladimir Leninî me pêşwazî dikin. Li rex wan wêneyan jî ‘TÎP Amed’ hatiye nivîsîn.

“Em ê li Kurdistanê piştgirîyê bidin Partîya Çep a Kesk”

“Gel bi bertek in ji ber ku hê jî dibêjin qey em ê li Amedê bikevin hilbijartinan. Dibe ku ji ber erdhêjê me xwe baş rave nekiribe û bertekên wan ji ber wê be. Bi saya we em li vir cardin bibêjin, em ê li Amedê û li herêma Kurdistanê piştgirîya Partîya Çep a Kesk bikin û ji bo wan bixebitin.”

Mahîr Akdenîz

Akdenîz diyar dike ku divê armanca wan ya sereke hilweşandîna rejîma qesrê û avakirina parlementoyeke ku karker, kedkar û cotkar xwe tê da dibînin be.  

Li ser pirsa me ya ‘Li çend bajarên ku we namzet nîşan daye namzetên HDPyê jî hene? Wê ev yek dengê tifaqê du par neke?

Wê tişek wisa pêk neyê ji ber ku kesên deng didin me ji hev cuda ne. Dengê tu kesî wê belesebep neçe. Jin û ciwan ji me hez dikin.  Em ji partîyên din gelekî cudatir in. Em partîya karker, xwendekar, cotkaran in. Hemû alî bi sempatîyek nêzî me dibin. Her diçe ev yek jî bilind dibe.

Mahîr Akdenîz

Li gor Serokê Partîya Karkerên Tirkîyeyê yê Bajarê Amedê, sempatîya ji bo wan wê di sindoqan da jî xwe nîşan bide.

Ew bang li gelê Amedê dike û dixwaze di vê tekoşînê da mil bidin wan û ji bo Tifaqa Ked û Azadîyê hejmarek zêde parlementeran bi dest bixin.

Partî çi wextî hatiye damezrandin?

Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP) di 7ê Mijdara 2017an da bi serokatîya Erkan Baş da hatiye damezrandin.

Partî di 2018an da ji lîsteyên HDPyê du wekîl xisteye parlementoyê. 

Piştre wan du wekîlan ji HDPyê îstîfa kirin û koma xwe di parlementoyê da ava kirin. 

Her wiha Ahmet Şik ji HDPyê Serra Kadigîl jî ji CHPyê derbasî refên TÎPê bûn.

Partî yek ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadîyê ye û  her wiha li hin bajaran jî bi navê xwe dê tevlî hilbijartinên 14ê Gulanê bibe.

Niha di parlamena Tirkîyeyê da 4 wekîlên wê hene.