Bes e, dibêjî, heta kengî tu yê bi van re, bi van barên giran re bijî û xwe ji jiyanê bê par bihêlî. Strana te jî hînî vê rewşê bûye, her ku zincîr li hev dikevin ew jî dest pê dike, wekî ku dixwaze te jê xilas bike, lê ew jî dizane ku nikare, dibe ku bi tenê dikare bi dengê xwe êş û giraniya wan, çingîniyan sivik bike da ku tu êdî seh nekî.
***
Zincîrên te, yên hesin, stûr, cemidî yên ku bi salan e di stûyê te de aliqîne û carinan tên li ber lingên te dibin sêhreke xef, milên te dipêçin û hestiyên te ji ber giraniya wan ditarihin, herî dawî tên dîsa di stûyê te de aliqî dimînin û wekî ku dixwazin te bixeniqînin, dipêçin, heta giloverika dawî ya ku bigihîje hev, bi stûyê te ve digirin. Carinan tu dixwazî ji wan rizgar bibî. Bes e, dibêjî, heta kengî tu yê bi van re, bi van barên giran re bijî û xwe ji jiyanê bê par bihêlî. Strana te jî hînî vê rewşê bûye, her ku zincîr li hev dikevin ew jî dest pê dike, wekî ku dixwaze te jê xilas bike, lê ew jî dizane ku nikare, dibe ku bi tenê dikare bi dengê xwe êş û giraniya wan, çingîniyan sivik bike da ku tu êdî seh nekî. Tu jî dizanî. Tu jî dizanî ku wisa dike, dilê te jî bi hewldanên bêdawî yên strana te diêşe. Tu dixwazî wê biparêzî, ew dixwaze te azad bike.
Ji bo ku çingîniya zincîran neyê guhê te, an jî ji derve neyê sehkirin, divê tu xwe tev nedî. Tu carinan dixwazî çokên xwe yên tevizî bikişînî ber zikê xwe, lê çingînî tê. Carinan dixwazî stûyê xwe yê qerimî hinekî tev bidî, lê çingînî tê. Carinan ji bo ku ew dengê xirab, dengê herî xirab ê dinyayê neyê ber guhê te, bi şidî zincîrên xwe digirî û xwe hinekî tev didî. Ev jî ne tiştekî hêsan e êdî. Giraniya wan te diwestînin. Ev zincîrên ku di xew de jî dev ji te bernadin, te her carê hişyar dikin, her carê veciqandineke cuda. Her carê an ku tu ji ser çiyayekî tere dibî û ditirsî ku zincîr wenda bibe, an tu ji ser darekê dikevî û ditirsî ku zincîr li ser aliqî bimîne, an tu ji banekî bilind dikevî, heta ku dikevî zincîr ji te vediqete û dûr dikeve.
Tu hînî vê rewşê jî bûyî. Heke tu xwe jêhatî bikî û xwe bigihînî meqesa hesinan, ya ku bi salan e di sindoqê de veşartî ye û li benda roja xwe ye, tu yê xwe xilas bikî. Tu yê ji wê girêya cemidî û giran bifilitî. Lê piştre? Piştre tu yê çi bikî? Tu yê bikaribî bêyî vî barî bijî? Pişta te ya xwarbûyî dê çawa rast bibe? Rast bibe jî tu yê çawa bi rihetî bimeşî? Gelo tu yê bi vê sivikbûnê nefirî? Tu carinan difiriyayî berî wan zincîran. Tê bîra te. Lê niha tu yê dîsa bikaribî xwe hîn bikî? Belkî dê kêfa te neyê vê carê, sal derbas bûne. Strana te jî jixwe her dem ji bo ku dengê wan bidewisîne tê hawara te. Lê heke tu xwe rizgar bikî bi wê meqesa di nav sindoqê de veşartî -dibe ku jeng jî girtibe- dê strana te bi te re bimîne? Ew ê ji bo çi bê her carê? Ma ne, dihat ji bo ku guhên te bi melodiya xwe dagire? Ma ne, tu diparastî? Ew ê vê carê bê xwedî bimîne qey? An tu dibêjî tu yê bê wê bimînî, bê kes û kûs.
Tu dixwazî biryarekê bidî, lê biryareke têra xwe tevlihev e. Dilê te bûye çend kerî tu jî nizanî. Bi tiliyên xwe dihejmêrî, lê her carê serê te tevlihev dibe. Tu dev jê berdidî. Çend kerî be ew qas e, çend parî be bila be. Ev, yê ku, dilê ku tu jî ditirsî bînî ser zimanê xwe, çend parî jî be, têra her kesî dike, lê têra te nake. Ji ber vê her roja nû ku hemû bedena te nû dibe wexta tu ji xew radibî, zincîreke nû lê zêde dibe. Ji aliyekî daxwaza filitîna ji wan, ji aliyekî bicihkirina yên nû.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Serê te diêşe, bêxewî û giranî laşê te têk dibe. Xwe dizivirînî di nav cihê xwe de, zincîr jî dizivirin. Dawiya dawî her tiliyeke her du destên xwe dixî nav qulên zincîran, wekî ku tu wan dixî bin hukmê xwe, berê xwe didî aliyê rastê û dixwazî hinek têkevî nav kûrahiyê. Tu diçî bi rastî jî, ew qas kûr diçî ku bi werimîna tiliyên xwe nahesî. Piştî demekê wexta şiyar dibî, wekî ku tu carinan dikî, ji bo ku tiliyên xwe ji wir xilas bikî û dilê xwe rihet bikî, radihêlî derziyekî bêbenik û yek bi yek di tiliyên xwe de dixî, xwîna wan a ku di nav çermê te de bûye wek xarek, yek bi yek diteqînî û heta ku çarşefa te ya reş bi wê xwîna tiliyên te yên xarokî sor bibin, berdewam dikî. Piştre ji bo ku xwe ji wê xwînê xilas bikî û hinek jî sivikî bidî zincîran, xwe diavêjî bin ava cemidî. Her ku av tê ser zincîran, ew jî xwe bi bedena te ya tazî ve digirin û canê te bêhtir diêşînin, te diperitînin. Piştre, wekî her caran, tu tiştekî li xwe dikî, yê ku li gorî zincîran hatiye dîzaynkirin û bêhna te hinekî derdikeve.
Zincîrên te jî li cihê xwe ne û hindik maye ku dest bi çinginiyê bikin dîsa, strana te jî hema hema tê. Berî ku bê tu careke din dikevî nav fikrên tevlihev ên ku di nav heriyê mejiyê te de xwedî cihekî xweş in ev demeke dirêj e. Ji ber ku ew jî xwe nîşan didin hêdî hêdî. Tu ji nav wî mejiyê xwe fikrek derdixî û dibêjî, gelo tu yê bi wê meqesê, ya ku dibe jenggirtî be, xwe ji van bidî filitîn? An tu alîkarî ji meqesvanekî bixwazî dê baştir be? Ji bo ku neêşînin û xwar jê nekin. Tu yê wê çaxê xwe pir tenê û tazî nebînî gelo?