Lijneya weşanê ya The New York Timesê ya ku yek ji rojnameyên herî kevn û bi prestîj ên Amerîkayê ye û di sala 1851ê de hatiye damezrandin, piştgirîya xwe ya ji bo namzeda serokatîyê Kamala Harris diyar kiriye. Lijneya ku ji pisporên rojnamevanîyê pêk tê û ji beşa nûçeyan cida ye, ev biryara xwe bi gotineka dirêj ragihandiye.
Rewşa Trumpî
Donald Trump ji bo serokatîya Amerîkayê ne guncaw e. Wî ji alîyê exlaqî û rewanî ve, xwe ne guncaw nîşan daye. Trump têra lazim e dîsîplîn û şiyan tune ye. Ew ji ber tawanbarîyên xwe yên curbecur jî ne layiqê vî karî ye. Gelek endamên dewletê yên ku berê pê re xebitîne jî ev yek teyîd kirine. Mike Pence, cîgirê wî yê berê, gotiye ku kesê ku xwe li ser destûra bingehîn dibîne divê nebe serok.
Xebatên Harrisê
Harris wek berpirseka dewletê xebateka baş pêşkêş kiriye. Wê di dema xwe ya cîgirîya serokatîyê de gelek serkeftin bi dest xistine. Ji bo malbatên Amerîkayê gelek plan û bername amade kirine. Di warê aborîyê de, Harris dixwaze piştgirîya bazirganên biçûk bike û buhayê xanîyan kêm bike. Di warê civakî de, wê soz daye ku dê pergala tenduristîyê û mafên jinan biparêze. Herweha wê got ku dê ji bo kêmkirina buhayan û başkirina rewşa aborîyê tedbîran bigire.
Siyaseta derve
Di warê karûbarên derve de, Harris dê bi welatên demokratîk re têkilîyên xurt deyne. Ew li ser pirsgirêka gerdûnî ya avhewayê dixebite û piştgirîya enerjîya paqij dike. Berevajî wê, Trump hevalbendên xwe yên diktator wek Putin û Kim Jong-un tercîh dike. Harris dixwaze ku Amerîka di warê teknolojîya paqij de pêşeng be û li dijî guherîna avhewayê têkoşînê bike.
Pirsgirêka koçberîyê
Harris ji bo pirsgirêka koçberîyê jî planeka nû pêşkêş kiriye. Dixwaze ku hem sînor bêne parastin hem jî rêbazeka insanî ji bo koçberan bê dîtin. Trump, berevajî wê, koçberan dike hedef û li dijî wan zimanekê nemirovane bi kar tîne.
Encam
Trump ji bo demokrasîya Amerîkayê xeterekê mezin e. Harris tenê hilbijartina welatparêz e ku dikare welêt ji vê rewşê rizgar bike. Ji ber vê yekê, lijneya weşanê ya The New York Timesê bang li hemû Amerîkîyan dike ku di hilbijartinên pêşîya me de dengê xwe bidin Harrisê.
Çavkanî: The New York Times, Botan Times