The Hall Kurdî bi 12 Hejmaran Salek Temam Kir

12/12/2022

Hejmara 12yan Kovara The Hall Kurdî derket. The Hall Kurdî ya dîjîtal bi vê hejmarê saleke xwe temam kir.

Di vê hejmarê de bi pêşmergeya berê, aktivîsta mafên jinan Dianna Nammi re roportajek heye ku edîtorê kovarê Erol Başak pê re kiriye.

Nammi di roportajê de ser protestoyên li Îranê detayan dide û balê dikişîne ser têkoşîna bo azadî û wekhevîyan.

Necat Zivîngî di nivîsa bi navê ‘’Tirknasî’’yê de gotinên pêşîyên Kurdan yên ser Tirkan rêz dike: ‘’Mar rast diçe Rom rast naçe’’

Konê Reş behsa girîngîya Amûdê dike û ser şewata sînemaya wî bajarî hin detayan dide.

Bloger Salomé Cizrawî bi Simîr Rûdan re muzîka wî roportajek kiriye. Simîr Rûdan ji bala xwe ya ser felsefeyê heta çêkirina besteyan derbarê jîyana xwe hûrgilîyan dibêje.

Rûmet Med ser stêrkê mezin ê sînemaya bêdeng nivîsîye Charlie Chaplin nivîsîye. Nivîs bi gotineke Chaplin destpê dike: ‘’Jîyan ji dûr ve komedî, di plana nêz de jî trajedî ye’’

Pisporê edebîyata Almanî Abdullah Încekan li pey Çend Mekanên Rainer Maria Rilke Diçe.

Antropolog Welat Ramînazad ser Jiyana Min ya Golda Meir nivîsîye ku di rojên borî de bi Wergera Fexrîya Adsay derketibû.

Evdî Hesqera bi zimanekî mîzahî ser hunera lihevdanê nivîsîye.

Çayan Okuducî bi şiîreke bi navê ‘’Ez Ne Şaş Bim’’ li kovarê ye: ‘’xwestiyê Meyro fille bû, ez ne şaş bim, xwe avêtibû bextê sar.’’

Di foto-şîroveyê de jî Mem Artemêt bi ‘’Dewr-î Dinya’’ ya ji Stenbolê heye.

The Hall Kurdî – 12: https://drive.google.com/file/d/1gkuNeDOB7Aw81Ic0BrMWlGNFVGxTVw9Y/edit


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

CHP: Emê li Dîyarbekir Parlamanteran Derxin

Weşana paşê

İSİG: Li Tirkîyê Îsal 1658 Karkeran Canên Xwe ji Dest Dane

Te hay ji vê heye?

Hejmara 24an ya The Hall Kurdîyê derket

Hejmara 24an ya e-kovara The Hall

Hejmara 23yan ya The Hall Kurdîyê derket

Hejmara 23yan ya e-kovara The Hall

Hejmara 22yan ya The Hall Kurdîyê derket

E-kovara mehane, The Hall Kurdîyê hejmara

Hejmara 16an ya kovara The Hall Kurdî derketiye

Hejmara 16an ya kovara The Hall