Teza Akademîk: Kovarên kurdî yên dîjîtal di çi rewşê de ne?

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Kovarên dîjîtal ên kurdan yên li Tirkiyeyê bi şêweyî hebûn û karkirina xwe dişibin hev Leyla Ozkaplan Akademîsyen Leyla Ozkaplanê bi van gotinan bi kurtasî behsa kovargerîya ji bo kovarên dîjîtal kir. Wê li ser teza xwe ya bi navê “Bi nêrîna medyaya alternatîf, kovargerîya ji bo kovarên dîjîtal yên çand […]

Teza Akademîk: Kovarên kurdî yên dîjîtal di çi rewşê de ne?
Teza Akademîk: Kovarên kurdî yên dîjîtal di çi rewşê de ne?
Murat Bayram
  • 24 Ocak 2023 14:49

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Kovarên dîjîtal ên kurdan yên li Tirkiyeyê bi şêweyî hebûn û karkirina xwe dişibin hev

Leyla Ozkaplan

Akademîsyen Leyla Ozkaplanê bi van gotinan bi kurtasî behsa kovargerîya ji bo kovarên dîjîtal kir.

Wê li ser teza xwe ya bi navê “Bi nêrîna medyaya alternatîf, kovargerîya ji bo kovarên dîjîtal yên çand û hunerê” bersiva pirsên Botan Timesê da.

Medyaya kurdan medyayeka alternatîf e?

Ozkaplanê diyar kir ku medyaya alternatîf ew medya ye ku cih dide kes û mijarên “weşana ji bo girseya giştî (mainstream)” cih nade wan.

Di vê çerçoveyê de medyayeka kurdan ne ew medya ye ku “weşana ji bo girseya giştî” dike. Dema em li kovarên dîjîtal ên çand û hunerê jî dinêrin tişta hevpar ew e ku bi dildarî hatine avakirin. Her yek dema behsa sebeba hebûna xwe dikin behsê dikin ku bi zimanê kurdî di wê qadê de ti berhem nînin an jî kêm in. Yanî ji bo temamkirina kêmayîyekê ketine ser rêyê.

Ji ber medyaya kurdan a li Tirkiyeyê li hemberî medyaya giştî wek medyayeka alternatif kar dike em nikarin behsa wê yekê bikin ku ew “weşana ji bo girseya giştî (mainstream)” dikin. Û xwendevanên medyaya kurdî jî kurdî-xwîn in, ew bi xwe ne girseya giştî ne.

Leyla Ozkaplan

Birêvebiriya kovaran ne hîyerarşîk e. Kesên dildar kar dikin. Kar bi hev re û bi yeksanîyê têne kirin. Ev ji aliyekê ve rewşeka pozîtîf e lê ji aliyê dî ve ji bo “domdarîyê” ne rewşeka baş e. Piraniya kovarên çand û hunerê yên dîjîtal sê mehane an jî şeş mehane kar dikin.