Tevgera Nifşa Nû (Neweyî Niwê) çi ye, ya kê ye?

21/10/2024

Li gor Rûdawê %99ê jimartina dengan temam bûye. Jimara kursîyan dê bi vî awayî be: PDK: 40 YNK: 25 Neweyî Niwê: 16 Komelî Îslamî: 3 Yekgirtuyî Îslamî: 6 Helwêst: 2 Bereyê Gel: 2

Partî xwe çawa dide naskirin?

Tevgera Nifşa Nû partîyeka siyasî ya lîberal e ku sala 2017ê ji alîyê Şaswar Ebdulwehîd ve li herêma Kurdistana Iraqê hatiye damezrandin.

Ev tevger xwe wek alternatîfeka nû li hember partîyên kevneşop pêşkêş dike û bang li reformên siyasî, şefafîyet û çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî dike. Endamên wê ji kevne endamên Tevgera Gorran û Yekîtîya Niştimanên Kurdistanê (YNK) pêk tê.

Helwesta siyasî

Tevgera Nifşa Nû li ser têkoşîna li dijî gendelîyê, liberalkirina aborîyê û toleransa civakî disekine. Ew piştevanîya mafên jinan dike û beşdarîya wan di qada kar û perwerdeyê de teşwîq dike.

Encamên hilbijartinan

Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên sala 2021ê de, Tevgera Nifşa Nû 9 kursî bi dest xistine. Li herêma Kurdistanê jî di yekem beşdarîya xwe de di sala 2018ê de 8 kursî bi dest xistine.

Çavkanî: Botan Times, Wikipedia


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Modernbûna Kolonyal û Guherîna Navenda Şaristaniyê    

Weşana paşê

Fetullah Gulen mirîye