Hilbijartina serokkomarîyê ya ev demeke dirêj e rojeva Tirkîyeyê mijûl dikir û bi dawî bû.
Encamên hilbijartinê eşkere bûn û Erdogan bû 13emîn Serokkomarê Tirkîyeyê.
Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê da Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52 û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 48ê deng stand.
Siyaseta kurdan piştgirîyeka bi hêz da Kiliçdarogluyî. Lê piştî encama hilbijartinê, dê siyaseta kurdan rêyeke çawa ji xwe ra ava bike?
Serkeftina Erdoganî dê tesîreka çawa li ser sîyaseta kurdan bike? Di paşarojê da çi li benda kurdan e?
Me ev pirs ji Akademîsyen Cuma Çiçekê ku li ser meseleya kurdan gotar û nîvîsên wî di medyaya navneteweyî da hatiye weşandin, kirin.

Kurdan û siyaseta kurdî, piştgirîyeka bi hêz dan Kiliçdarogluyî. Tifaqa bi Ozdag ra hate kirin jî tesîr li piştgirîya wan nekir. Lê Erdogan carekê din bi ser ket. Ji îro şunda çi li benda kurdan e?
Yek ji encama berbiçav ya vê hilbijartinê ew ê ku siyaseta kurdan a temsîlîyeta wê HDPyê dikir, wenda kirine.
Kurd 7 sal in li hemberî Erdogan tedikoşin. Erdoganê ku hemû têkilîyên diyalog û mûzakereyê qut kiribû, bi ser ketiye.
Tifaqa ku kurdan piştgirîyê danê jî wenda kiriye û di gera duyem da bi netewperestan ra hevpeymaneke çêkirine.Ev her du tişt jî tê wê maneyê ku Tevgera kurdan ne tenê ji hêzê ketiye û qelstir bûye. Di heman demê da bi tenê maye.
Mirov dikara bibêje ev tenêtî û ji hêzê ketin du encamên sereke ne ji bo siyaseta kurdî. Siyaseta 7 sal in li ser xeta milî û yerlî avabûye wisa xuyaye dê bidome.
Tişta ku vê siyasetê dikare bişkîne jopolîtîka meseleya kurdan e. Taybetî jî meseleya Surîye û Rojavayê ye. Ka dê li wir çi biqewime. Ji bilî vê hêzeke kurdî ku vê xeta milî û yerlî biguherîne nîne.
“Li Tirkîyeyê siyaseta niha ji sedî 85 li ser neteweperestîyê ava bûye”

Dema Erdogan axaftina xwe ya serkeftinê dikir, ji qadê xelk daxwaza darvekirina siyasetvan Selehatîn Demîrtaşî dikirin, Ev nîşaneya çi ye bi ya we ?
“Polîtîkaya ku pirsgirêka kurdan wekî ‘pirsgirêka terorî û ewlekarîyê’ pênase dike wê bidome. Ji ber ku ne tenê Erdogan herwiha muxalefet jî li ser xeta neteweperestîyê siyasetê dike.
Em li encamên hilbijartinan binerîn. Partîyên MHP, IYI Partî, BBP û Partîya Zaferê di hilbijartinan da ji sedî 23yan dengan girtine. AKP û CHPyê jî bi giştî ji sedî 60 girtine. Wan jî bi neteweperestan ra tifaqê çêkirine.
Hema em binerin li Tîrkîyeyê siyaset ji sedî 85an li ser neteweperestîyê ava bûye.
Ev bilindibûna pêla neteweperestîyê tesîreke mezin li kuçeyê jî dike. Ev hişmendî ne bi rêya diyalogê, dixwaze meseleya kurdan bi rêya leşkerî çareser bike. Qet nebe li kuçêyê ji bo wan destekek ava bûye.
Hûn rewşa heyî çawa dinirxînin. Ji ber ku piştî 9 mehan hilbijartinên heremî hene, divê tevgera kurdan ji îro pê da çawa tevbigere û helwesteka çawa nişan bide?
Bi ya min ji bo tevgera kurdan wê nîqaşên nû dest pê bikin.
Di vê hilbijatinê da di navbera du tifaqan da man û di dawîyê da biryar dan ku piştgirîya muxalefetê bikin. Lê ev siyaset ji alîyê gel ve nehat pejirandin. Ji 4 dengdêran yekî destek neda vê siyasetê.
Li gorî min ji îro pê da sîyaseta li ser kurdan û li ser meseleya kurdan disekîne divê ku xurttir bibe.
Divê kurd vê yekê bibînin. Li Tirkîyeyê ji sedî 85an xeteke neteweperest ava bûye û ev xet ne amadeye ku dengên kurdan bibihîzin.
Divê êdî kurd ji Enqereyê bêtir bala xwe bidin Diyarbekirê.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.