Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo Geliyê Godernêyê bang kir

“Di 9ê Adarê de em jînparêz, ekolojîparêz, jin, ciwan, sendîka, partî û hemû dînamîkên ku civakê pêk tînin vedixwînin Geliyê Godernê yê.”

Li herêma Geliyê Godernê ya ku li navçeyên Licê, Pasûr û Hazroya Amedê wek “Pira Kevir(Taş Köprü)” jî tê binavkirin, ji bo çêkirina Bendava Farqînê birîna daran didome. Çêkirina Bendava Farqînê di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de di sala 2009an de hatibû destpêkirin.   

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê nivîskî bang li her kesî kir ku li dijî çêkirina Bendava Farqînê di 9ê Adarê de biçin Geliyê Godernê yê. 

“Bendava Farqînê ji bo xizmeta sermayedaran e”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi çêkirina Bendava Farqînê re dê li navçeyên Farqîn, Pasûr û Licê zêdetirî 50 gund, qada jiyanê ya bi deh hezaran welatiyan û Geliyê Godernê ku malavaniya bi milyaran zindiyan dike were tunekirin. Bi domdarî wiha hate gotin:

“Yek ji hemleyên qirkirina ekolojiyê ya dawî ya aqilê ku pênaseya ‘bendavê ewlehiyê’ li lîteratûra cîhanê zêde kirî jî Bendava Farqînê ye. Geliyê Godernê ku dikare di lîsteya mîrateya cîhanê de cih bigire û malavaniya bi dehan cureyên endemîk dike, ji serdema neolîtîkê heta niha qada jiyana zindiyan e. Bendava Farqînê xizmetê ji kedxwariya sermayedaran re dike û j bo avakirina netewedewleta yekperest tê çêkirin. Gotinên ku ev bendav ji bo pêdiviya enerjiyê, avdanê û xizmeta cemaweriyê hatiye çêkirin tên parvekirin, tenê ji bo xapandinê ne. 

“Di 9ê Adarên werin Geliyê Godernê” 

Çawa ku Bendava Farqînê kete meriyetê, dê rê li ber qirkirineke mezin a ekolojiyê veke. Îktîdara navendî û sazî û şîrketên girêdayî wê jî dê weke faîlên vê qirkirina ekolojiyê di dîrokê de cih bigirin. Xebatên têkildarî Bendava Farqînê de ku dê rê li ber qirkirina ekolojiyê veke divê tavilê bên sekinandin û em bang li saziyên rûyê kesk ên sermayedaran ku dibêjin hebûnên çand, xweza û dîrokî diparêzin dikin ku bi peywira xwe rabin. Em bang li hemû parastvanên ekolojî û jiyanê, jinan, ciwanan, sendîkayan, partiyan û dînamîkên civakê dikin ku di 9ê adarê de bên Geliyê Godernê.”

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir