Erdhêja Mereşê li 10 bajaran tesîrê li 13 mîlyon mîrovan kir.
Li gel bi ser erdhêjê hefteyek zêde wext derbas bibe jî li gor Dêrûnas Suna Gûvenê tesîra wî ya dêrunî wê ewqas hêsan derbas nebe.
Di nava kesên ku erdhejê jiyane û yê nedîtine de tirsa erdhejê dest pê kiriye.
Hê jî gelek mîrov li kolanane û ji ber tirs û xova erdhêjê nekarin bikevin malên xwe.
Mirov çawa dikare bi van tirsan re mijûl bibe?
Erdhêj derûniyeke çawa bi mirvon re peyda dike?
Derûnas Suna Guven bersiva van pisan dide..
Erdhêj tesîra şokê bi ser dêrûniya mirovan dike. Ji bo mîrovan cîhê herî bi ewle malên wan e. Dema di malên xwe bi erdhêjê re rû bi rû dimînin û nekarin xwe bi parêzin ev yek jî dêrûniya wan gelek bi bandor dike.
Derûnas Suna Guven
Li ser encamên erdhêjî Guven van tiştan dibêje,
Li ser her keseke tesîreke cuda dike. Beden û rih ji vê felaketê re bertekek neasayî nîşan dide.Bêçaretî, bêhêvîbûn, rewşa panîkê, kabûs dikarin çêbibin. Hin caran jî tesîra wî piştî 3-6 mehan ango bi salan derdikeve hole.
Derûnas Suna Guven
Suna diyar dike ku kesên derûniya wan bibandor bûye divê ji dêrûnaseke alîkariyê bistîne.
Li cem wan kesan divê behsa erdhêjê neyê kirin. Li ciheke germ û bi ewle divê bên bicîh kirin.
Guvena ku li Elmanyayê dijî ji bo kesên ji erdhêjê bibondor bûne li ser zoomê dest bo terapîyên onlîne kiriye. Guven dibêje,”
Ji destê min ev dihat, min encax karibû bi vê şeklê alikariya gelê xwe bikim.
Ji niha de ji gelek bajaran hejmareke zêde kesên ji erdhêjê bibandor bûne bo terapiyan serîlan kiriye.
Ji bo kesên bixwazin serîlêdan bikin jî Derûnas Guven vê peyamê belavkiriye.
Vegera Malê19/04/202412:29 Îmaj û Rastî18/04/202416:07 Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02