Demeke dirêj kurdî di hişê bavûkalên me da bû objeya tirs û sergêjanîyê. Lewra pêşîyên me kengê li qadên giştî bi zimanê xwe bipeyîvîyana divê berdêl û cezayên wê bidana. Axiftina bi kurdî, li eskerîyê dibû sedema lêdanê, li xwendingehê dibû sedema cezayê û li daîreyên fermî jî dibû sedema heqaret û birêveneçûna karî. Bi vî awayî hestên kurdan li hember zimanê wan bi zanîn hat birîndarkirin û hêdî hêdî hest û ziman ji hev dûr ketin.
***
Eger stûneke hebûna mirovî hiş be ya din hest e. Ji ber vê mirov çend rasyonel be, ew çend jî îrasyonel e. Ji bo dîtina vê pêwîst nake em zêde xwe biwestînin û kî ji me jîyana xwe di ber çavan ra derbaz bike dê bibîne ku hemû biryar û tevgerên me ji alîyê hişekî hişyar ve nayên arastekirin û gelek caran em bi hestên xwe biryar didin û di bin karîgerîya wan da tevdigerin. Têkilîyên malbatî, hevaltî, dildarî, welatperwerî û gelekên mîna van, mînakên berbiçav ên vê dîyardeyê ne ku bi piranî hest dikevin pêşîya hişî yan jî bi qasî hişî hest jî dibin dîyarkerên giring ên van têkilîyan. Em dikarin bibêjin ku jîyaneke bextewer û tendirust, ji alîyekî ve xwe dispêre hevsengîya hiş û hestan. Lê mirovên ku nikaribin vê hevsengîyê ragirin gelek caran tûşî serêşî û nexweşîyên mezin dibin û dema tiştekî çê bikin bê ku haya wan jê hebe tiştekî din jî xirab dikin.
Ziman yek ji berhem û elametên herî cîyaker ên mirovî ye û ji her alîyî ve rengûrûyê mirovî dinimîne. Ji ber vê di piranîya ferhengan da ziman wek hilgirê hest û ramanan tê pênasekirin. Li ser vê bingehê felsefe li ser alîyê wî yê hişî, rêziman li ser alîyê wî yê mentiqî û psîkanalîzm jî li ser alîyê wî yê hestî û derûnî dixebite. Hemû ev zanist û dîsîplîn nîşan didin ku ziman têhilkişîna dîyardeyên hişî û hestî ye. Ji ber vê dema ku ziman ji van taybetmendîyên xwe yekî ji dest dide ber bi lawazî û jinavçûnê ve diçe û nikare berdewamîyê bide hebûna xwe. Dîrok bi mînakên weha dagirtî ye û latînî ji bo vê mînakeke balkêş e. Lewra kengê ev ziman dilsozîya axiverên xwe ji dest dide û ji jîyanê qut dibe keşe û zanayên kilîseyê êdî nikarin wê bi rêya hişên xwe û zanistan rizgar bikin û ev zimanê mezin ji jîyanê bar dike û diçe.
Ji vir sed du sed sal berê dema ku dinyaya berê hilweşîya û dinyayeke nû hat avakirin hişekî me yê zindî, pêşbîn û dinyanas nebû ku arasteyê bide hêza me ya civakî û neteweyî û hestmendîya me ya siruştî bi hişmendîya serdemî payedar bike. Ji ber vê em bûn keresteyên binyadsazîya bîyanîyan û hêdî hêdî hebûna me ya madî û manewî di nav dest û lepên wan da hat binpêkirin û bêrûmetkirin. Ji ber vê demeke dirêj kurdî di hişê bavûkalên me da bû objeya tirs û sergêjanîyê. Lewra pêşîyên me kengê li qadên giştî bi zimanê xwe bipeyîvîyana divê berdêl û cezayên wê bidana. Axiftina bi kurdî, li eskerîyê dibû sedema lêdanê, li xwendingehê dibû sedema cezayê û li daîreyên fermî jî dibû sedema heqaret û birêveneçûna karî. Bi vî awayî hestên kurdan li hember zimanê wan bi zanîn hat birîndarkirin û hêdî hêdî hest û ziman ji hev dûr ketin.
Heta çil sal berê jî ji ber ku destê dewletan ne ew qas dirêj bû, zimanê kurdî heta radeyekê li gundan hat parastin. Ev ziman li gundan zêde bi pêş nekeve jî karî hebûna xwe biparêze. Lê jîyana modern û rewşa nelibar a welatê me weha kir ku di van çil salên dawî da xelkê me berê xwe bide bajaran ku bi tevahî di bin hejmûna çanda serdestan da bûn. Weha bifikirin ku kurdan dengê radyoyê, rengê televîzyonê, rûçikên pirtûkan û hemû tiştên modern û serdemî cara pêşî li van bajaran bi zimanê bîyanîyan bihîstin û dîtin. Bi vî awayî hestên me yên jîyana bajarî û modern bi rêya zimanên bîyanîyan hat derbirîn û kiras guhertin. Ji ber vê jî îro dê û bavên kurdperwer çend hişmend bin jî nikarin zarokên xwe ji ber vê pêla tund a helandinê rizgar bikin û ew bi xwe jî dema ku hejmarên telefonên xwe dibêjin yan behsa tiştekî jîyana modern dikin ji nişkê ve zimanê xwe didin alîyekî û wan tiştan bi zimanên serdestan dibêjin. Lewra ev tişt di jîngeheke asayî da tu car bi kurdî nehatine gotin û li ber guhên wan neketine. Ji ber vê kurd tinazên xwe bi xwe dikin û dibêjin “kurd û bisqilêt?” Li vir “bisqilêt” sembola hemû tiştên nû û modern e ku kurd hêjayê xwe nabînin û dema bi wan ra rûbirû jî dimînin, van tiştan yan bi zimanên din dikin malê xwe yan jî xwe hêjayê wan nabînin û gundîtîyê wek kurdîtîyê dibînin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Herçend van çend salên dawî heta radeyekê di nav ciwanên xwenda û kurdperwer da hişmendîyeke zimanî peyda bûye û hişê ku sed sal berê nebû niha hatibe serê me jî êdî hestên me ji cihên xwe leqîyane û lawaz bûne. Lewra hişê dagirker ê bîyanîyan hestên me nîvkuştî kirine û ji ber vê jî îro hestên me yên birîndar nikarin bi awayekî pêwîst dest bidine vê hişmendîya me ya derengmayî. Ji ber vê îro bi qasî çêkirina hişmendîyê pêwîstîya me bi vejandina hestmendîyê jî heye. Divê em li xwe mikur bên ku piranîya hişmendên îro bi zimanê xwe biaxivin jî mixabin wê tehma ku ji zimanê serdestan werdigirin ji zimanê xwe wernagirin. Herçî xwendina pirtûk û nivîsarên bi zimanê kurdî ye ji bo gelekan wek zimanê mîxî ecêb û xerîb tê. Ji ber vê hişmendî bi tena serê xwe nikare kurdîyê li ser zimanê me şîn bike û hogirîyeke asayî di nav kurdan û kurdîyê da çê bike. Ev hişmendên nehestmend, li hin qadên berteng ên sîyasî bi kurdîyeke jiberkirî galegal bikin jî li cihên nedîtî dîsa xwe diavêjin himbêza “tirkîya xweş û şîrîn” û bi kêfxweşî pê ra xelwet dibin.
Nexwe roj hatîye ku hişmendên zimanî li pey rêyên perwerdeya hestmendîya zimanî bigerin da ku mîna hişê xwe, dil û ruhê xwe jî azad û rizgar bikin. Weha xuya ye ku heta ev nebe dê zimanê kurdî di hiş û dilên kurdên kolonîkirî da zindî nebe. Ji bo bercestekirina vê armancê edebîyat, muzîk, şano, sînema û dîn wek amrazên giring ên hestçêker dikarin roleke erênî û giring bigêrin. Bi rastî jî dema ku helbestvan, nivîskar, stranbêj sînemakar û waîzên kurdîhez ber bi vê armancê karên baş û cidî bikin dê toz û gemara gundîtî, paşveman û kêmanîyê ji ser kurdîyê bê paqijkirin û di navbera zimanê me û jîyana hevçerx da girêdanên zindî û bihêz bên çêkirin. Bêguman ji bo cihbicihkirina vê armancê pêwîstî bi hin pêşeng û dilşewatên mîna Omer Muxtarî hene ku li sengerên xebatê çokên xwe girê bidin, bi gîyanekî fedaîyane li ser armanca xwe zûr bibin, bi vê mebestê bi zimanê xwe ra rabin û rûnin, tehm û rengên wê ji nû ve keşif bikin, bi rojan, bi mehan û bi salan li ser zimanê xwe bifikirin, çavên xwe bikutin nav çavên wê û perdeyên reş ên ku bîyanîyan avêtine ser hêdî hêdî rakin û bi xweşikîyên wê ji nû ve xwendevan û guhdêrên xwe sermest bikin.
Hiş ronahî be, hest hêz e, hiş bînahî be hest bergirî ye, hiş çîya be, hest derya ye, hiş rêya bidestxistina berjewendîyê be hest rêya bidestxistina rûmetê ye. Divê em ji bîr nekin ku mirov bi hiş bicenge jî bi hêza hestan li ber xwe dide û bi ser dikeve. Ji ber vê hişê ku xwe nespêre hestan li meydana têkoşînê bi ser nakeve, di bin axê da şîn nabe û mîna latînîya ku li dêran hêdî hêdî mir, pûç dibe û diçe.
-
Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.
Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.
Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.
Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar20/05/2024Wergêran û Geşedana Zimanî
- Nivîskar08/05/2024Wesayet, Xweserî û Serbixwetîya Zanistî
- Nivîskar23/04/2024Hesta Zimanî di nav Kurdîya Reş û Sipî da
- Nivîskar08/04/2024Teorîya Hestmendîya Zimanî