Bereh, di zemanekî de yê ku başebaş pê serwext e û ne aydê wî û miletê wî yê bindest e, bi xûy û xisletê çaktirîn û mezintirîn xwişk û biraderên xwe yên helbestvan, di ser temenekî mişt bi kurdî re, bêyî ku navberê bide qonaxa helbestnûsînê û helbestvaniyê, têra Kurdistanê û cîhanê gişî nivîsandiye.
Zarotiya min di navbera Hezexê û Cizîra Botan de derbas bû, şevên zivistanê em li Hezexê, giştik di jûrekê de –kekê min î salekê ji min mezintir, xwişka min, ez û dayîk–, li ber ronahiya qels a lampeya xazê –piştî wextekê dayîka min tiliya xwe dirêjî badokeya wê dikir û xaz kêm dikir–, di nava cihnivînên xwe yên li erdê, li tenişta sobeyê raxistî, li binê lihêfên fenanî şevên me giran, bi xewn û xeyala vegera Fexrîyî (me tu caran jê re negot babo yan baba, ew her Fexrî bû ji bo me, heta hetayê!) –li Basibrînê bû û ne diyar bû bê wê kengî vegerê Hezexê, nav zaroyên xwe–, derbas dibû. Hin şevan jî, ew jî heke kêfa dayîka min li cî bûya –ku pirî caran bêgêwil bû û pirmê xwe dikir–, dest bi çîrok û metelokên xwe yên seyr dikir. Ceyrana Hezexê ji binî ve qût bibû û kesî nedizanî careka din wê kengî berdin. Mîna ku şartêla Hezexê di jûreke mala wî ya li Taxa Filehan de be, der û cîran çêr û nifirên kirêt li Lehdoyê me yê karebavan dibarandin. Her roja Xwedê tiştekî nû li gotegotên wan zêde dibû, hinikan digot, “Ceryan di mala wî de heye!”, “Ji qesta wilo dike!”, “Te go qey qeymeqêm şartêl daye wî!”, hinekan jî digot, “Bi telaq ji vî îşî fam nake!”, “A dêrê hebû, bi dizî vêdixin!” Laqirdiyên wan jî, biqasî atmosfera giran û çîrok û metelokên ku dayîka min ji me re qal dikirin.
Cizîr ji gelek aliyan ve ji Hezexê xweş û rengîntir bû, ceryana Cizîrê hebû, şetê wê jî! Ez û kurxalên min yên ji Hezexê hatibûn û çendên ku pir berê terka Cizîrê dabûn û bi malbatî berê xwe dabûn Aydin û Muxlayê, xasma jî rojên Cejna Remezanê, li mala dapîra min Hecîyê dihatin ba hev. Bi tevî ku çûyîna Hostaniyê û Berşetî li me hatibû qedexekirin jî, bi hênceta kirrîna nên yan anîna kel û pelekê, xefexef ji mal direviyan û me yekrê berê xwe dida Şetê Cizîrê, bi aliyê rêzeçardaxên ku li keviya şêt hatibûn danîn, bi kelecanî em diketin nava avê, heya ku xalê min ê piçûk bi tinebûna me dihesiya –ew jî piştnîvrokî– û bi dû me dihat, wî gelekê caran em di avê de zeft dikirin û heya malê, bi tena derpî û bi şeqamên ku serê carê li bin guhê me diweşandin, ew paş em li pêş, bi ken û girî vedigeriyan malê. Lêbelê rojtira din em cardin diçûn Berşetî. Spêdêyek, palikên çavên me li cîhaneke nû vebûn, ne bi tenê çav jî, pê re pê re guhên me jî fît bibûn ji zûrezûra ku seraqet ji tabûra Hezexê bilind dibûn;
cemseyên mişt ji leşkerên gurên boz
diherikin serberjêr
Tehma devê geleken xera bû, tehm dibêjim, belkî bi tenê ew tehm hebû, ew tehma miz a ku jê re digotin ‘zarotî’, ya ku me xwe pê tehma devê xwe xweş dikir û me nedizanî bê bi esehî ji çi tê!
bahozeke bi saw û tirsê bar bûyî
beytakek diceniqe, xwe diavêje ber sivderê
Nizanim, tênagihim bê çi bi serê şevbihêrkên me yên li ber ronahiya lampeya xazê hat, nizanim û tênagihim bê çîrok û metelokên dayikê di şevekê de bi ku de çûn! Fexrî piştî salan bi mirûzekî tirş vegeriya ji Basibrînê, damayî bû û nedipeyivî. Postevanekî Cizîrî birin avêtin binê zindanê, xortin li ser rêqîra ku di ber tabûrê re derbas dibû, nivîsin lê dikirin. Laşê karmendekî Midyatî di bexaca tirimbêlekê de dîtin. Êmek bi şûnde ti têderxistinok jî neman li derdorê, reftarên kitikên me yên li hewşê bi derbekê re veguherî, hin ji wan terka me kirin û berê xwe dan derdora holikên qerewîlên Girtîgeha Hezexê, dest bi parsekiyê kirin. Kêz û mêzên li hewşê bi zimanekî din divizvizîn, hîroyên dayikê jî çilmisîn, gulin jî rabûn kirasekî ji êgir li xwe kirin. Em dîsa diçûn Cizîrê, lêbelê em êdî ne ew zarokên şûm î nehs bûn, çavên me tim li qûntarên Cûdiyê miradan bû;
çavek min zîq li Cûdiyê miradan
birîn xwe berdide kezebê
tenê nivîsandin ji min tê
Ji mala me hinekî bi wê de, maleke misilmanan a tûndrê hebû, rika xwe dabûn Sûryanên Hezexê, li gedeyên wan, li keç û xortên wan dixistin. Me ji filehan gellekî hez dikir, bavê min bi salan li gundê wan ma bû, xweş tê bîra min, havînekê ez bi bavê xwe re çûbûm Basibrînê, min Sarê, Midihê, dêra wan, kevalên qencên wan ên ku bi ejdehayan re şer dikirin, dîtibûn. Em jî bi demekê kirêdarê wan bûn, gava ez zaro bûm, Meryemê serê min di teştê de dişûşt, min digotiyê; “Ez ê bibim nîgarkêş!”
lê
ev gotin jî
dizanim
dê nekaribe min xilas bike
ji xezebê [1]
Kîjan ji wan destpêk bû, lihevanîna gotinan yan lihevanîna xêz û rengan? Kekê min timî dixwend û di ber re jî ş’ir dinivîsandin, ş’irên ku xwendina wan qewî zehmet bûn! Dîsan jî bandor li min dikir, “Ez ê bibim şair!” Lêbelê min bêhtir xêzkêşanî dikir, li ser maseya Fexrîyî, li hewşê, li ser têxt, li ser banê malê, li hember holikên qerewîlan. Dîmenên hespên ku li beyabanê çargavî dibeziyan, kujên şewqeyên kovboyan, stûpêçên wan, lûtkeyên rêzeçiyayan, zimanê xwesiyê ango kaktûsan, şeşxwarên wan… dû re, çend kitêb ketin mala me, hejmara wan her ku çû zêdetir bûn, Marksîstî û çepgirî, di ser ş’ir, name û jînenîgeriyan re silavek dabû me; me ew silav hilda bû, me Orhan Veli ji bîr dikir, di waneya jiberkirina ş’iran de ristên Mayakovski derketibû pileya yekan. “Neçe derve kurê min, li ber siyo xwe bilîze, mo ti nobînî tûfon robîye!”, xezeb jî ew bû, bavê Pinarê, ya di pola me de, serleşker niza’m çi! Rojekê avêtin ser mala me, Fexrî nexweşê bêhal bû, laşê wî dicirifî, yekî ji efseran got, “Ev benik benikê dînamîtê ye!”, ne wisa bû, benikê Zetinayê bû, kevnemakîna dirûnê, ya ku Seferis, Ritsos, Ahmatova, Rilke, Mayakovski, Lorca, Eluard û Aragon kincên xwe yên ji cawê efsûnkirî pê dirûtibûn. Ax bavo!
ax… ax… ax…
nebû
dîsa wek gelek caran
mîna kabûsekê xwe berda
li ser vî bajarê xêrnedîtî
baçermokên romê
xwînxwar, devbixwîn [2]
Gelek qereçarşem di ser efsûnên zarotiyê re derbas bûn, rojekê me dît li xizantirîn taxa serbajarê me yê reşebext qîr û qiyamet e, teqreqa guleyan, gûrmîna teqemenî û saroxan, tiretira helîkopteran, qajewaja sîrenan bilind dibin ji dormedor. Jiyan? Nexêr kesî dev ji şahî û şahînetên xwe berneda, li ber derê hêwanên dawetan pêxwasên bajêr qaqibo dikirin, xizmên aliyê zavê û yên bûkê, seba tiştinan bi çek û çaqoyan pev diçûn, dibû hawar hawara jinên cil û bergên dawetê li xwe kirî, yên porên xwe edilandî. Lezek bi şûn de jî polîs dihatin. Kafe, qewhexane, meyxane û restoranên li perê din ê bajêr tije dibûn, tîpolojiyeke nû derketibû mexderê, wek ku ew qiyameta reş ne di heman bajarî de rû dida, giregirên me yên ku xwe li qesrên zorewle yên miqabilî çêm asê kiribûn, dest davêtin telefonên xwe û ji ber gûrmînê gilî gazincên xwe dianîn zimên, dû re çi bû? Dû re, wek şair gotî;
li ser rûyê bajêr êdî tenê toz e
xwîn e, xwe dişo di gepên min de
bahoz e, dimeşe ber bi balgîfan [3]
Şairek hebû, gotibûn wekî ji aliyê we ye, bi tevî ku berkeniya wî ji ber êş û azara welêt pariyek çilmisî bû jî, di hevdîtina me ya yekem de –li Amedê–, di eynê xwe re dernexistibû, bi dirêjahiya hevdîtinê, em herdu jî rûgeş û dilgeş bûn. Lêbelê min ti xêr ji mamên xwe yên qaşogiravî ‘heq’ nedîtibû, nizanim çima, min yekûderb jê re gotibû, “Momo!”, ji qewlê Cizîriyan ve, jê û pê ve, ew bibû momê min î biheq, ketibû dewsa wan xêrnexwazan; “Momo ko tu çowoyî?, Momo ez têm destê te!”, “Mixabin momo ez ne şair im!”, “Erê lê te romanek nivîsandiye!”
bi hezaran keç û xortên me
boyax kirin bi firçeya dilê xwe
ji ber wê ye
stêrk bi bişirîn distrên
di xalîçeya dinyayê de [4]
***
Xwîner, dema hûrgilîyên xwejînenîgarîyî, şert û mercên ku ş’irên wî yên navdeqî (intertextual) derxistine holê, bi hêmayên wî yên sereke re [yên fenanî temen, bajêr, helbest, evîn, evîndarî, kilam, bêdengî û xewn] berawirdî hev dike, wek ku bi rêya serwextiyê (aşînabûyînê yan hogirîbûyînê) ranêzîkî wan bûbe, hesta niştinê ya li derekî nasyar tê û giyanê wî dimişmişîne. Repertûra referansên wî yên ku her diçin zêdetir û kurtir dibin, bi rêya dubarekirinê wateyine nû li der û dora xwe dicivînin. Xelekên Berehî, bi tu teherî xwînerî ji xwe bi dûr naxin, peyvên wî ne zelqoyî ne, destpêkên wî ne bi demûş in, ti nîşaneyeke ku xwezî bi bîrewerî û şêwazeke derveyî hiş û bîra xwe ya Kurdînî bîne, nadin wekî wateyê bi gorî peyv û hêmasaziyeke jiberkirî bikin. Bereh, di zemanekî de yê ku başebaş pê serwext e û ne aydê wî û miletê wî yê bindest e, bi xûy û xisletê çaktirîn û mezintirîn xwişk û biraderên xwe yên helbestvan, di ser temenekî mişt bi kurdî re, bêyî ku navberê bide qonaxa helbestnûsînê û helbestvaniyê, têra Kurdistanê û cîhanê gişî nivîsandiye. Bo mînak, “temen” yek ji van hêmayan e, tew dikarim bibêjim ku temen, mifeteyek ji wan mifteyên girîng yên ş’ira Berehî ye û fenanî gotineke lixwe û liteveger [çi razbar û çi şênber], di hemû helbestên wî de sereqetiya xwe ya destpêkê diparêze. Di gelek ş’irên wî de temen, ji xêncî kronolojî û govaniyê, wek bîreweriyeke muezem derdikeve pêşiya me; lewre hêza vê hêmaya ku bi carekê re vebiguhêze û bibe kilamek [5] heye, yan brîndar [6] bibe, pê re pê re bibe baxçe [7]yek, yan dereng bimîne [8], gêj bibe [9], vebiguhêze darekî [10], tirş [11] bibe, bibe kilîdek [12], dirêj bibe [13], neşibe yê yekî din [14], kewara wê bê şarandin [15], bibe xwelî [16] û hejmar neyê zanîn, bibe xêzek li ser avê nivîsandî [17], bibe yek ji çar kirariyan [bîst caran bîst bû temen] [18], bê kizirandin [19], vebiguhêze hespekî [20], reng û tehma wê bê guhertin [21], bibe çîrokek [22], hay ji xwe nebe [23], bibe bênder [24], biçe [25], bibe çelteyek û bê valakirin [26], dû re cardin bibe hespek [27], dû re cardin kewara wê bê şarandin [28], kurt û kurmancî ew kurdetemenek e.
***
Erê lê li bajêr çi diqewimî? Charles Baudelaire, gerrokê dilbikovan yê sedeya nozdehan gotibû, “Mixabin timtêla bajarekî, ji dilê meriv bileztir tête guherîn”, lewre carinan xewnek, dibe penageheke ji êşê, heke ew jî mîna temen hêmayeke guherbar be û hêzeke wê ya ku vebiguhêze û bibe delîlekî mêtingeriyê hebe, em dê çi xwelîyê li serê xwe kin!? Di helbesta An nayê de xwestekeke kujende heye wekî dara bêdengiyê ‘bi derba ewil’ ji kurm hil bike, ya ku bûye belaserê bajêr. Heke pêk were, bi dû wê re, helbestvan dê hewl bide wekî bi xwîna xwe paqij bike gemara li kolanên ‘wê’; bajêr, bêdengî û kolanên gemar… evîn bajarek e, bajar evînek e, di kolanên wî bajarî de kenê wî tê rûçikandin, di helbesta Diselmîne de, li ser rûyê bajêr êdî tenê toz e, xwîn e. Wek ku toz û xwîn nîşaneyên bajarên me bin! Li ser vê yekê, em dê di serê serî de guh bidêrin helbesta T.S.Eliotî, ya ji bo Ezra Pound nivîsandî; The Waste Land (Welatê Şorax) [29], bajarê nîgaşî, yê ku di binê mijeke gemmar a sipîdeyeke zivistanê de dinale, dû re em dê guh bidêrin strana Cities in Dust a koma Siouxsie and the Bansheesê, ya ku dibêje; But, whoa, oh, your city lies in dust, my friend [30]. Toz ne heman toz e, doz jî ne heman doz e. Li bajarê Berehî tramvay nîne, darûber ji ber hatûçûyê toz negirtine, li bajarê wî cemseyên mişt ji leşkerên gurên boz / diherikin serberjêr [31]. Tenê di demên hişyarbûyînê de, ew jî li welatê azadiyê [32], tîrêjên zêrîn [33] tên dîtin. Li bajarê zarokiya wî lê borî; ne Dehla Miradê Hûhan maye ne jî Aşê Xalo Şahîn, Bereh, bi van guherînên ‘nepayîn’ re yên ku bi demê re rûçik û giyanê bajêr veguheztine (bajarê ku heft kiras guherandiye) û dirûveke mêtingeriyê lê xistine, bêgav dimîne wekî êdî li merhaleyên çilmisînê jî bifikire [34]. Daniel Paul Mckeown, di The Image of the City and Urban Literature de wiha amaje bi têgeha bajêr dike; bajêr ne barûdoxeke ku hawîrdorê bajêr ew bi hêsanî derxistibe mexderê, bêhtir bîr û boçûn û bîreweriyek e ku ji aliyê karaktêr ve tête veguhastin [35]. Di gelek helbestên xwe yên peywendîdarî bajêr de Bereh, karakterê xwe yê ‘hayjixwe’ li deverine ku di dilxwe de ewle ne, digerîne; karakter bixwe ne tolaz e, ne pêxwas e, ne serserî ye (ne ku dilê wî nîne), lêbelê êvarên bajêr wilo nîn in, êvarên bajêr, li kuçe û kolanan li goriyên xwe digerin, zûbizû tên, hat û nehat jî, radibin wek agirberdêran îja delingên bajêr dişewitînin [36]. Di helbestên wî de piça xwe xwe tecrîdkirinê nayê dîtin, rast e, nirxên civakê tên binpêkirin, rast e, seba xeletî û têkçûyînên mezin yên ku tim û dayîm tên dubare, sêbare kirin, rûxîneke hişî rû dide, lêbelê tu caran (bi tevî her tiştî), Bereh li pey senfoniya namobûyinê û wergêranê (Bereh ne berdevkê civakê ye) nakeve, qeswetek hebe jî –ku ji sedî sed heye;
çi dema bêhna baranê bê
metirsî li bajêr tê xezebê [37]
hêviya xwe ji bajêr û ji helbestnûsînê nabirre;
keça Cembeliyê nanpêj ê cîran
tacegula taxê Bêrîvan
sibehan
rû li bajêr geş dikir
jiyan li ber dilê xortan [38]
Di The Waste Landê de bêhnên ku ji “merhem”, “podre” û ji “şilemeniyên şêlû” hatine çêkirin yên ku dibin bayîsê gêjkirin, fetisandin û tengezarkirina hestan, di Berzeyê de bi bêhna mazotê xwe dide der, mazot, ango Cizîr û Silopya, hatûçûya ji bo debarê, gemariya bêdengiyê [39], dema bajêr dikişe qalikê xwe [40], tehmeke tehl ji lêvan tê.
***
Û helbest! Belê helbest, ango temenê ku li bajarekî –wek ku hemû bajarên wî li cihekî hişî kom bûbîn û qasek bi şûn de jî vebiguhêzin bajarekî tekane– derbas bûye, Bereh, pêwenda di navbera temen û bajêr de, bi çalakiyeke bîrewerî a dij-kolonyal rapêşî me dike. Bajêr, bi konforên xwe yên bûjenî (yên mîna çûnûhatin, xurekên amade, kêf û şahî, civakîbûyîn û hunerê) dernakevin pêşberî me, bajarê ku ji bo Eliot mirin e, bo Berehî dibe tekane warê helbestnivîsînê. Bereh dixwaze helbesteke ‘qenc’ binivîsîne[41], helbestek, ku ji zû de ye –piştî Helebçeyê– bawerî pê aniye wekî êdî helbest wî gêj nakin. [42]
helbestvan:
kê digot
wê evqas bi wate be helbesta me
ku ti car pênûsa me
xwîn nerijand [43]
Çiqas bextewar û bextvekirî me wekî min Berken Bereh li ser xalîçeya dinyayê nasî, ez bûm xwînerekî wî yî dilsoz, min bergên çendîn kitêbên wî sêwirandin, bi her xwendinê re başebaş pê hisiyam ku hem wek xeberbêj û hem jî wek helbestvanekî hevçerx î gewre, Bereh ji bo têgihîştina welêt, evîn, têkçûyîn, bajêr, temen û kambaxiyê û dû re kambaxî, temen, bajêr, têkçûyîn û evînê jênager e.
Têbînî û Çavkanî
- Ji ş’ira Bajêr a Berken Berehî.
- Ji ş’ira Helbesteke Nîvcomayî ya Berken Berehî.
- Ji ş’ira Diselmîne ya Berken Berehî.
- Ji ş’ira Angaşt ya Berken Berehî.
- Bnr. Kilama Temenekî Brîndar, Berken Bereh.
- Bnr. Kilama Temenekî Brîndar, Berken Bereh.
- Heman ş’ir.
- Bnr. Ew Bajar, Berken Bereh.
- Bnr. Par, Berken Bereh.
- Bnr. Hişyarî, Berken Bereh.
- Bnr. De we re, Berken Bereh.
- Bnr. Hebûya, Berken Bereh.
- Bnr. Mizgînî Ji We Re, Berken Bereh.
- Bnr. Evîn, Berken Bereh.
- Bnr. Firfiroka Gulgulî, Berken Bereh.
- Bnr. Te Dîsa, Berken Bereh.
- Bnr. Şeva Hestên Kulîgir, Berken Bereh.
- Bnr. Koro, Berken Bereh.
- Bnr. Kerem Ji Te, Berken Bereh.
- Bnr. Sala Nû, Berken Bereh.
- Bnr. Haiku, 187, Berken Bereh.
- Heman haiku.
- Bnr. Haiku, 207, Berken Bereh.
- Bnr. Şerbeta Ji Êgir, Berken Bereh.
- Bnr. Ev Razên Kevirîn, Berken Bereh.
- Bnr. Hawara Kurekî Li Dû Bavê Xwe, Berken Bereh.
- Bnr. Dilê Min Nedra Te Ye, Berken Bereh.
- Bnr. Ponijîn-I, Berken Bereh.
- Eliot, di vê şahberhemê de beriya ku qala dîmena Tiresiasê dêrîn î Thebesî bike yê ku li malekî li warxaneke li Londonê ye, bajêr wek bajarekî ‘derî rastiyê’ bi nav dike. Derveyî coş û xweşiya gavkî ya ku ji pevşabûna jin û mêrekî tê, Eliot dibe govanê jirêderxistinekê ku hema qet ne romantîk e û pûte bi hebûna hevûdin nayê kirin. ‘London’a di Welatê Şorax de ne bi tenê mekanekî erdnîgarî ye, amûrek e ku Eliot bi rêya vê amûrê, jiyana civakî û çandî ya vê metropola Brîtanî derêxistiye mexderê.
- Haho, bajêr di nava tozê de ye lo bira. Ji albûma Tinderboxê a Siouxsie and the Banshees ya ku di sala 1986an hatiye tomarkirin.
- Bnr. Bajêr, Berken Bereh.
- Heman helbest.
- Heman helbest.
- Bnr. Çiyayên Belek, Berken Bereh.
- Daniel Paul Mckeown, The Image of the City and Urban Literature: A Comparative Study between James Joyce’s Dubliners, Hanif Kureishi’s The Buddha of Suburbia, and Irvine Welsh’s Glue (McMaster University: Hamilton, 2004), r.7.
- Bnr. Êvara Zûhatî, Berken Bereh.
- Bnr. Metirsî, Berken Bereh.
- Bnr. Cîran, Berken Bereh.
- Bnr. Serberjêr, Berken Bereh.
- Bnr. Tahmtehl, Berken Bereh.
- Bnr. Diselmîne, Berken Bereh.
- Bnr. Hevalno, Berken Bereh.
- Bnr. Helebçe, Berken Bereh.