Miletwekîlê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Wanê Sezaî Temelî ser hilbijartinên 2023yan ji rojnameya Yenî Yaşamê re gotarek nivîsî.

Navê gotara Temellî “2023, dawîya sedsala dirêj e?” ye.

Temellî di nivîsa xwe de dibêje “Dawîya sedsala dirêj hat, lê me hê jî meseleya Kurdan çareser nekiriye.”

Ew dîyar dike ku “Sedsala duyemîn ya cumhurîyetê wê bi çareseriya hemû pirsgirêkan destpê bike.”

Li gorî Temelî, ji bo çareseriya pirsgirêkan divê di serî de dawî li şer were û tecrîd û qeyûma li ser şaredariyan were rakirin.

Foto: hdp.org.tr

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!