Temellî berê got ”Parîs dişewite, bila bişewite”, dûre..

25/12/2022

Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Wanê Sezaî Temellî twîteke xwe ya ser bûyerên li Parîsê jê bir.

Temellî li ser lînka nûçeyeke rojnameyeke Fransî “Parîs brûle. Parîs dişewite, bila bişewite.” nivîsî.

Piştî çend saetan, Temellî bi twîteke din ragihand ku wî ew twît jê biriye.

”Min twîta xwe ya Parîsê jê bir. Yek caran, meriv nexwaze jî hest dibin sedema girjîyên dîtir. Ez bo qetlîamê pir xemgîn im.” Temellî nivîsî.

Wî dîyar kir ku ew bo protestoyan destekê dide mafên demokratîk.

Bergumanekî 69 salî roja Înê li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî li dar xisitibû.

Di êrîşê de temamê wan Kurd, 3 kes hatibûn kuştin, 3 kesên din jî birîndar bûbûn.

Komên Kurdan roja Şemîyê li Meydana Le Republic ya Parîsê kom bûbûn, lê di protestoyan de şidetê rû dabû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Sîyasetvanên Amedê dibêjin berî Îmamoglu jî qeyum hebûn

Weşana paşê

Tirkîya Feleknas Uca êdî ji Kurdîya wê çêtir e

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû