Li cihekî nenas, li ser banekî xerîb rûniştî yî tu. Baraneke ecêb dibare, ewqas zêde ye ku ji axa banî derbasî hundir dibe û ji kêranan dipale dilop bi dilop. Tu dixwazî xwe berdî xwarê, cihek tuneye ku tu bikaribî dakevî. Her dilopa baranê ku li canê te dikeve, te aciz dike. Lewre ji berê ve tu ji şilayiyê hez nakî, divê tu wê demê xwe ziwa bikî. Banekî vala ye, tiştek tuneye ku tu xwe bidî binî. Dareke zerdeleyê dibînî ji banî bilindtir, lê çiqilên wê têrê nakin ku te biparêzin ji baranê, jê ecêbtir ji belçimên darê zêdetir av dibare. Li xwarê coyek heye, ji kêfa baranê xwe kaş dike, diherike. Xuya ye, ji zû ve ye baraneke wiha nedîtiye. Tu zêdetir aciz dibî, tu zêdetir şil dibî. Tu dibêjî, tu jî bikaribûya hema wisa biherikiya, dibe ku te yê xwe evqas aciz nekira. Lê na, tu ne ew co yî, tu ne ew av î. Tu diçî li aliyê din ê banî temaşe dikî, serê xwe berdidî xwarê, kesek tuneye. Çend mişkên reş û sik dibînî ku xwe dane ber baranê. Li ser banên din, ji xeynî çîrikên ku xwediyên wan ew li ber baranê hiştine, tiştek tuneye. Gunehê te bi wan tê, niha li ba te bûna te yê çend heban bidaya ber gezan.
Tu çokê xwe datînî erdê û hema li wê rûdinî. Serê banî bûye herî û niha tu di nav heriyê de rûdinî. Delingên te dibin herî, tu dixwazî bi destê xwe paqij bikî, lê her ku destê xwe didiyê, herî zêdetir belav dibe, destê te qirêjtir dibe, tu nikarî jê xilas bibî, xirabtir dibe û aciziya te jî zêdetir. Tu dibêjî hema tu jî bûbûya dilopeke baranê û ji nav kêranan xwe berdaya nava xanî. Qet nebe tu yê ji wê herî û baranê xilas bûbûya.
Bêhna te tengtir dibe, tu dikî û nakî nikarî telenceyekê jî bibînî. Tu dizanî, divê yek hebe li wan deran, yeke ku ji textikan hatiye çêkirin. Tu dîsa radibî ser xwe, li aliyê din temaşe dikî, ha tu dibînî ew telenceya ku tu lê digeriyayî, wekî ku tinazê xwe bi te bike, sekiniye li wir û temaşeyî te dike ew jî. Hema çi dijûn têne ber devê te, tu dikî û ne’lel lê tînî. Destê xwe didiyê, tu dixwazî cihê wê qewî bikî da ku neheje û te neêxe xwarê. Piştî ku tu dibînî cihê wê baş e, piyê xwe yê rastê datinî ser û çawa datinî bizmarek jê difire û pêpelûk ji bin pê te difilite û dikeve erdê. Xwedêkirî piyê te yê din li ser banî ye hêj, tu xwe dikişînî jor û dîsa dest bi dijûnan dikî. Tu bi carekê, bi hemû qeweta xwe dixwazî telenceyê bikişînî jor ji bo ku berê wê biguherînî, lê te hêj nekişandiye ji banî dûr dikeve. Tu li ser asê dibî, wekî alayekê dihejî, kesek bi qîjevîja te nahese. Ne telence, tu dibêjî qey neyarê bi salan e, tu xistiyî nav lepên xwe û bernade. Axir piştî çend ceribandinan piyên te dîsa digihîjin banî, tu hema ji nişka ve xwe diavêjî ser û li hêviya qedera xwe dimînî. Tu dibêjî ev bajar çima evqas bê deng e, mirov dibêje qey hûtek hatiye û hemû daqurtandine. Çima ji xeynî te kesek tuneye li wir û çima jixwe kesek bi hawara te ve nayê.
Tu hêviya te ji telenceyê jî namîne. Tirsa te zêdetir dibe, hewa tarîtir. Tu naxwazî şeva xwe li wir derbas bikî, lewre tu dizanî bi şev, di tariyê de, di bêdengiyê de, di tenêtiyê de tu dibî keseke din, ji tirsan! Tu naxwazî careke din, heta berbanga sibê bi vê tirsê bimînî. Tu naxwazî xwe bidî quncikekê û heta sibê wekî dînan li dora xwe temaşe bikî. Tu naxwazî bi xişexişa belçiman veciniqî. Tu van tiştan naxwazî. Tu tenê dixwazî, tarî jî be, bi awayekî dakevî xwarê û ji wê tirsê xilas bibî. Lê her ku tu van tiştan difikirî tu bê hemdî xwe, xwe tere dikî. Ji nişka ve çavên te tarî dibin û tu ji banî dikevî. Hawara dilê te ye, mejiyê te dike bisekine. Ji kelecaniya tirsê xwîdan ji pişta te diçe. Tu çavên xwe vedikî, gurpegurpa dilê te ye. Tu dikenî, wekî dînikekê!