Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kerengên Qerejdaxê derketin bazaran: Ji me ra qasî cîgerê biqiymet e!

10/04/2023

Bi hatina biharê rê li çîyayê Qerejdaxê demsala kerengan dest pêkiriye.

Kereng, li Qerejdaxa ku di navbera sînorên Riha û Amedê da ye di nav eraziyê xilxile da bi baranên biharê ra jixwe ve şîn dibe. 

Bi tehma xwe ya xweş bala xelkê herêmê dikişîne.

Kerengên ku ji aliyê gundîyên wê herêmê ve têne berhevkirin derketina ser tezgahan.

Bazarên Amedê di van rojan da bi kerengan şîn bûne.

Yek ji wan kesên ku li kolanên Amedê kerengan difroşe Nezîr e.

Nezîrî dibêje welatî ji kerengê gelekî hez dîke. Îsal baran pir bûn kereng jî gelek in.

“Qerengê me ji Qerejdaxê tên. Em kîloya kerengan bi 40 lîreyan difroşin. Sala borî 30 lîre bû. Baranên biharê îsal gelek bûn. Bi saya baranê kereng jî gelek in. Li vir hemû kes ji kerengê gelekî hez dike. Ji ber vê yekê firotina me niha baş e. Em jî debara mala xwe bi vî karî dikin.”

Nezîr

Kereng pir bi tehm e. Lê ewqasî jî zehmetîya komkirina wî û çekirina wî heye.

Di serê boçika wî de dirîk hene. Divê bi lepikan bên komkirin an jî kesek nekare berhev bike.

“Bo kerengê em her sal li benda biharê ne”

Ehmed yek ji şêniyên Amedê ye. Gelekî hez ji kerengan dike.

Berê di demsala biharê ra ew diçûn û li qerejdaxê kerengan kom dikirin. Ew dibêje niha derfet nîne.

Berê em bi xwe diçûn û me bi xwe kerengan kom dikir. Niha ew derfeta me nema ye. Em jî tên bazaran û livir dikirin. Em bi malbatî ji kerengan hez dikin. Ji me ra wekî cîger bi qiymet e û xweş e. Bi taybetî dema bi hêkan tên sor dikin em gelekî hez jê dikin.

ehmed

Xelkê herêmê bi qasî cîgerê, qîmetê dide kerengê.

Bi kerengê nêzîkî 10 cure xwarin têne çêkirin û tên sifreyên xelkê.

Carinan di nav avê da tê xaşandin û mast li ser tê kirin, Hinek jî dixin nav saleteyan. Lê herî zêde di nav rûn û ar da bi hêkan tê sorkirinû li se sifreyên xelkê herêmê cihê xwe digre.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û