Têbînîyên Amerîkayê – XXII: Sedsal… Bîstemîn… Dirêj… Kurd û Kurdistan…

16/04/2024

Armanc ji van konferansan ew bû ku, tora akademîsyênên ku di warê Xebatên Kurdewar de dixebitîn, bihêztir bike, ezmûngerî û têkoşîna kurdan, her weha bi awayekî berawirdî siyaset, civak û çanda kurdan bide naskirin û derfetan ji şêwr û mişêwrên akademîk re çê bike.

***

THE LONG TWENTIETH CENTURY OF KURDS AND KURDISTAN, sernavê sêyemîn konferansa Xebatên Kurdewar ya li Amerîkaya Bakur bû ya ku bi sponsorî û piştgirîya Weqfa Serbestî û bi alîkariya Edward J. û bi fona Dorothy Clarke Kempfê a Yadaşt ya li Navenda MacMillanî û bi mazûbaniya Desteya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn, di 4 û 5ê Avrêla 2024an de bi serkêşiyaakademîsyenên wek Nilay Özok-Gündoğan (Florida State University), Maşuq Kurt (Royal Holloway, University of London), Jonathan Wyrtzenî (Yale University), li Zanîngeha Yaleê (New Heaven, Connecticut) li dar ket.

Akademîsyenên vexwendî, ango yên wek Sabri Ateş (Southern Methodist University) Naif Bezwan (University of Vienna), Janet Klein (The University of Akron), Veysel Şimşek (McGill University), Cevat Dargın (University of Michigan), Veli Yadırgı (LSE), Metin Atmaca (Social Sciences University of Ankara), Kamal Soleimani (El Colegio de Mexico), Dmitrii Asinovskii (Central European University), Jihan Mohammed (Vanderbilt University), Rüstem Ertuğ Altınay (University of Milan), Jon Bullock (University of Notre Dame), Vera Eccarius-Kelly (Siena College), Shilan Fuad Hussain (Middlesex University), Barış Öktem (Royal Holloway University of London), Clara Rasouli (University of Oslo), Katia Zagoritou (University of Peloponnese), Fidan Mirhanoğlu (Paris Business School), Rebecca Irvine (CUNY), Turan Keleş (University of Central Florida), Diana Yayloyan (Georgetown University), Hasmik Grigoryan (Clark University), Stan Thangaraj (Stonehill College), Kerem Can Uşşaklıyî (Stanford University), wek ku di banga gotarxwestinê de ya ku di Tebaxa 2023yan de di hesabên medyaya civakî û malpera Weqfa Serbestî de, her weha li ser malpera Yaleê  hatibû diyarkirin, dê li ser vê sedsala dirêj a ‘nebixêr’ hûr û kûr bibûna, ya ku bi her awayî dişibiya cezaya Sîsîfî. Hûn bi çîrokê serwext in, Zeûsê XwedaSîsîf li Tartarûsê (bi gotineke din li Rojhilata Kambax) –ku asta herî jêr ya Hadesî bû, bi cezayeke heta hetayê mehqûm kiribû. 

Katia Zagoritou

Ji bo xebatên bi vî rengî, bê gûman Zanîngeha Yaleyê lap î girîng bû, ji sala 1701an ve bi armanca ku rê û dirbên xwegihaştina zanyariyê berfirehtir bike –her weha parve bike–, ji bo nifşên bê zanyariyên çandî û ‘ilmî biparêze hatibû avakirin. Yaleyê, xwe di vê rêyê de nezir kiribû wekî feraseta çandî û rewşa mirovahiyê bi pêş de bibe, serî bi sir û razên gerdûnê biêşîne û ji nava xwe serkird û pêşewayên cîhanî yên ji nifşê nû derêxe. Serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton (di sala 1973yan de) û Hillary Rodham Clinton ji Fakulteya Dadê îcazet standibûn, ji CNNê Anderson Cooper, di sala 1989an de, di warê zanista siyasî de lîsansa xwe kuta kiribû, stêrka American Horror Story û Black Pantherê Angela Basset, bi bûrsekê tevlî civata Yaleyê bibû, bavê ‘Alfabeya Morsê’ Samuel F.B. Morse, di destpêka salên 1800an de li vê zanîngehê matematîk û felsefe xwendibû, Indra Nooyi, beriya ku bibe CEO û seroka PepsiCoyê, di sala 1980an de li Yaleê bû, Nathan Haleyê ku wek yekem sîxûrê Amerîkan nav û deng dabû, di sala 1770an de lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Yaleê kuta kiribû, xwediyê Xelata Nobelê Paul Krugman, di desthilatiya Reaganî de di Konseya Şêwirmendên Aborî de xebitî bû, her weha awazdaner Cole Porter, di destpêka salên 1900an de tevlî Yaleê bibû. Meryl Streep, Allison Williams, Paul Newman, Judy Foster, Elia Kazan, Oliver Stone, şêwekarên wek Jennifer Bartlett, John Currin, Paul Fontaine, bi sedan senator, aborîzan, dîplomat, çalakvan, şêwirmendên siyasî, dadger, parêzer, walî, şaredar, serok, serokwezîr, cîgirên serok û wezîran, zanyar, nûvekar ji wir bûn. 

Maşuq Kurt, Vera Eccarius-Kelly, Şener Özmen û Jon Bullock

Li Yaleyê Roja Yekan 

Sêyemîn Xebatên Kurdewar roja yekan, ango 4ê Avrêlê, di katijimêr 9:15yan de, li Kampûsa McMillanî, piştî taştêyeke mîranî, hevnasîn û gir şikandinê bi pêşkêşiya akademîsyen Maşuq Kurtî dest pê kir; Kurt di kurteaxaftina xwe de bal kişand ser mêjû û dûvaroja Xebatên Kurdewarî yên li Amerîkaya Bakur û di ser sermijara konferansê re, qala girîngî û pêdiviya xebatên bi vî rengî kir û spasiyên xwe pêşkêşî Weqfa Serbestî, xasma jî avakarê weqfê parêzer Metîn Serbestî, Zanîngeha Yaleê û hemû beşdar û gotardêran re kir. Kurt, derheqê bernameya konferansê û danîşînan de jî agahiyin dan, lewre ji ber aloziyên pêvajoya wîzeyê, çend gotardêr dê bi zoomê beşdarî li konferansê bikirana. Bi dû Maşuq Kurtî, bi dorê Nilay Özok-Gündoğan Jonathan Wyrtzen derketin hafa beşdaran û dîsan bi pêşkêşvaniya Kurtî avakarê Weqfa Serbestî, Metîn Serbest axaftineke malavayiyê kir û bal kişand ser xebatên Kurdewarî û piştgiriya Weqfa Serbestî, wekî çawan pêgeheke kurdî nîne li zanîngehên li Amerîkayê, bi hêviya ku di vî warî de ev pêngavek be. Metîn Serbest di axaftina xwe de, li ser her du konferansên li Amerîkaya Bakur pêkhatî jî rawestiya, ku yek ji wan (ya yekan) di sala 2018an de dîsan li Zanîngeha Yaleyê, li jêr navê Siyaset û Civaka Kurdan a Navdîsiplînî li dar ketibû. 

Armanc ji van konferansan ew bû ku, tora akademîsyênên ku di warê Xebatên Kurdewar de dixebitîn, bihêztir bike, ezmûngerî û têkoşîna kurdan, her weha bi awayekî berawirdî siyaset, civak û çanda kurdan bide naskirin û derfetan ji şêwr û mişêwrên akademîk re çê bike. Gotardêrên konferansa navborî jî ev kes bûn: Adam Sitze (Amherst College, College of Law), Allan Hassaniyan (University of Exeter, Kurdish Studies), Andy Clarno (University of Illinois at Chicago, Sociology and African America Studies), Arda Bilgen (Independent Scholar), Ayça Alemdaroğlu, (Northwestern University), Bilgesu Sümer  (University of Massachusetts, Department of Political Science,) Charles Mills (The Graduate Center, CUNY), Charlotte Watelet (EHESS, Paris – Anthropology and Political Science), Deniz Duruiz (Northwestern University, Buffett Institute for Global Affairs), Elif Genç (The New School for Social Sciences, Department of Political Science), Emilio Dabed  (Visiting Fellow at Osgoode, York University Law School), Erdem İlter (UCLA, Department of History), Gülay Kılıçaslan (York University, Department of Sociology), İpek Yosmaoğlu, (Northwestern University), Ken Salo (University of Illinois Urbana-Champaign-Department of Urban & Regional Planning), Latif Taş (SOAS University of London, School of Interdisciplinary Studies), Madiha Pınar Sorma (University of Washington Seattle, Gender, Department of Women and Sexuality Studies), Matan Cohen (Columbia University, Middle Eastern South Asian and African Studies), Maya Avis (and Oren Ziv) (Graduate Institute of Geneva), Metin Serbest, Esq. (Law ‘05), Nadje Al-Ali (Brown University, Watson Institute for Public and International Affairs), Nasser Abourahme (New York University, Hagop Kevorkian Center for Near Eastern Studies), Nisan Alıcı (Ulster University, Transitional Justice), Özüm Yeşiltaş (Texas A&M University-Commerce, Department of Political Science), Patrick Lewis (University of Chicago, Department of Anthropology), Pınar Dinç (and Lina Eklund)  (Lund University, Center for Middle Eastern Studies), Sardar Saadi (University of Toronto, Department of Anthropology), Sinem Arslan (University of Essex, Michael Nicholson Centre for Conflict and Cooperation), Stanley Thangaraj (City College of New York, Department of Anthropology), Veli Yadırgı (London School of Economics). 

Jonathan Wyrtzen, Naîf Bezwan, Janet Klein

Ya duyemîn jî dîsan li jêr navê Serbest Kurdish Studies Conferenceê, di sala 2020an de li heman zanîngehê, li bin banê Keyman Modern Turkish Studies Programê de pêk hatibû. Hûn dişên nivîsa akademîsyen Nilay Özok-Gündoğanê ya bi sernavê Xebatên Kurdewarî Li Amerîkaya Bakur ji vê lînkê bixwînin: https://www.jadaliyya.com/Details/37676 

Wek ku Nilay Özok-Gündoğanê jî di vê nivîsara xwe de bal kişandibû ser, Xebat û Lêkolînên Kurdewar, encax li bin banê Xebatên Rohilata Navîn yan Lêkolînên Rojhilata Navîn de cîyekî xwe digirtin û gelekên wan jî, di bin çavdêriya akademîsyenên nekurd de bûn. Bi dû van konferansan re, du kitêb der çûbûn yên ku ji gotarên beşdaran hatibûn pêk, yek ji wan The Kurds in the Middle East-Enduring Problems and New Dynamics [1] bû ku bi edîtoriya Mehmet Gürses, David Romano û Michael M. Gunterî çap bibû. A dinê jî Kurds in Dark Times-New Perspectives on Violence and Resistance in Turkey [2] bû ya ku bi edîtoriya Ayça Alemdaroğlu û Fatma Müge Göçekê der çûbû. Di vê kitêbê de Hamît Bozarslanî jî, wek gotina dawîn bi nivîseke xwe cî girtibû. 

Danişîna Yekan, bi moderatoriya Jonathan Wyrtzenî û bi beşdariya Sebrî Ateş, Naîf Bezwan û Janet Kleinê, li jêr sernavê Sedeya Bîstemîn a Dirêj a Kurd û Kurdistanê dest pê kir. Sebrî Ateşî, di gotara xwe de li ser têgiha “Em û Netew: Li ser Pênc Nameyên Şêx Ubeydulahê Nehrî” rawestiya û ji van nameyên navborî mînakine girîng pêşkêşî beşdaran kirin. Naîf Bezwanî, bal kişand ser Peymana Lozanê û Mafê Çarenivîsa Kurdan û têgihîştina vê kêşeyê, her weha Janet Kleinê jî li ser zilm û zordariya li Kurdistanê û pêvajoya nivîsîna sedeya bîstemîn a dirêj sekinî. Sermijara Danişîna Duduyan; Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Mafê Çarenivîsê û Mînorbûyîn bû; di vê danişînê de bi moderatoriya Sebrî Ateşî; akademîsyenên wek Veysel Şimşek, Loqman Radpey, Cevat Dargın û Veli Yadırgı cî girtibûn. Veysel Şimşek, li ser seferberiya leşkerî û zilm û zordariya girseyî rawestiya û bal kişand ser kurdan û welatê wan Kurdistanê. Axaftvanê duyem Loqman Radpey di gotara xwe de qala Rojhilata Navîn a nûjen û lêgerîna kurdan kir wekî çawan li mafê xwe yê çarenivîsî geriyane. Cevat Darginî, li ser kêş û vekêşên wek nijad, retorîk û raperînê, Dêrsim û qirqirina sala 1938an rawestiya ya ku piştî têkçûna Osmanîyan qewimî bû. Veli Yadırgı jî, bêhtir li rewşa civakî-aborî ya li Kurdistanê hûr û kûr bû û axaftina xwe bi hin daneyan geş û gurrtir kir. Danîşîna Sisêyan ya ku bi sernavê Serkirdên Siyasî Yên Kurdan dest pê kiribû û Nilay-Özok Gündoğanê wek moderator cî girtibû. Di vê danişînê de Metin Atmaca li ser Şêx û giregir û bazirganên kurdan rawestiya û bal kişand ser dem û dewranên aloz yên li bajarê Silêmanîyê. Ji Zanîngeha El Colegioyê ya li MexicoKemal Silêmanî jî li Peymana Lozanê hûr bû û ev kêşe, di ser pirsgirêkên Xelîfetiyê re pêşkêş kir. Dmitrii Asinovskii, di axaftina xwe de cî da Barzanîyê Nemir û salên wî yên li Ûrisetê û pirtûkên kirîlî yên li ser Mele Mistefa Barzanî. Cîhan Mihemed li ser xewna Netew-Dewletê ya Kurdên Başûr rawestiya. Sermijara Danişîna Çaran û dawîya roja yekan ya ku bi moderatoriya Maşuq Kurtî dest pê kir, wek Çand, Vegotin û Nasnameyê hatibû diyarkirin, di vê danişînî de Rüstem Ertuğ Altınay, Jon Bullcok, Loghman Hamehmorad û Vera Eccarius-Kelly cî girtin. Gotara Rüstem Ertuğ Altınayî li ser Şanoya Ciwanan a Osmanî ya demên dereng bû, wekî çawan aliyên wê yên mîlîtarîst û tirkkirinê hebû û wek ûtopyayeke tarî li ser kar bû. Jon Bullock gotareke balkêş pêşkêş kir; Wek Wargehekî Berxwedanê Weşana Muzîka Kurdî, li gorî agahiyên ku dida beşdaran; Êzgeya Kurdan a Bexdayê di sala 1939an de, êzgeya li Yafayê û li Filîstînê di sala 1940an de, êzgeya li Sinê (Senendec) di sala 1952yan de, êzgeya li Yêrêvanê 1955an de û ya li Qahîreyê (Misir) di sala 1957an de dest bi weşanê kiribûn. Vera Eccarius-Kelly jî, di pêşkêşiya xwe de, li ser estetîka dekolonyal û ciyawaziya dîasporîk a kurdan rawestiya û gotin anî ser hunera hevçax a kurdan. Li ser vê mijarê bi tenê çend mînak dan, dawiyê qala Engîn Sustamî û nivîsên wî yên akademîk kir, yên ku derheqê hunera  kurdan a hevçax de nivîsîbûn. 

Li Yaleê Roja Duduyan û erdhejek 

Danişîna Pêncan, bi moderatoriya Nilay Özok-Gündoğanê ji pêşkêşiyên Şîlan Fûad Hûseyn, Barış Öktem, Clara Resûlî û Katia Zagoritou hatibû pêk; yên ku li ser Zayend, Xortanî û Pevçûna Siyasî bûn. Şîlan Fûad Hûseyn li Peymana Lozanê û bandorên wê yên li ser jinên kurd hûr bû; Barış Öktem, li pey pêkhatina nasnameyê û tevlîbûna siyasî çû û di vê çarçoveyê de rewşa ciwanên kurdan helsengand. Mijara pêşkêşiya Clara Resûlîyî Jinên rûbirûyî mirinê dibin bû; Resûlî, li ser motîvasyona pêşmergeyên jin yên ku tevlî refên PDK-Îyê dibûn agahîyên balkêş dan, Katia Zagoritou jî li ser bandora Peymana Lozanê ya li ser Kurdên Sûrîyeyê rawestiya, di henga axaftina wê de avahîya McMillanî çend caran hejiya, li nêzîkê New Yorkê bi mezinahiya 4.8ê erdhejek pêk hatibû. Di Danişîna Şeşan de sermijar Vejen, Jêderk, Hawêr û Valageh bû û erdhej tam jî li ser van mijaran hatibû. Danişîn bi moderatoriya Maşuq Kurtî dest pê kir, axaftvanên vê danişînê Fîdan Mîrhanoglu, Rebecca Irvine û Turan Keleş bûn; Fîdan Mîrhanoglu li ser Dewleta Kurd û Nefta Mêtingeran rawestiya û kêş û vekêşên xwe bêhtir bi siyaseta neftê ya Fransayê ve girê dan û ji pevnivîsên fermî çend wêne û nexşe nîşanî me dan. Rebecca Irvine li pey şopa nexweşiya tayê ketibû, pêla taya ku di navbera salên 1950-60an de li Başûrê Kurdistanê di nava şerî de hawêr û mirovan dabû ber xwe. Turan Keleşî jî, li ser polîtîkayên Dewleta Tirk (1960-2000) ya li Herêmên Kurdan hûr bû û kêş û vekêşên xwe bi istatîstik û daneyên fermî xurt kir. Sermijara Danişîna Heftan û a dawîn wek “Pêwendiyên Civakî” hatibû danîn, di vê danişînê de ya ku bi moderatoriya Janet Kleinê dest pê kiribû, Diana Yayloyan, Hasmik Grigoryan, Stan Thangaraj û Kerem Can Uşşaklı peyivîn; Diana Yayloyan di rojhilatê Osmanîyan de pêwendiyên kurd û Ermenan rawestiya û qala şahidiya Yervant Kureghianî kir, yê ku ji mirinê filitî bû. Hasmik Grigoryan Serhildana Kurdan a li Bedlîsê ya 1914an û bertekên çapemeniya Ermenan hûr bû. Stan Thangaraj, li ser pêwendiyên Kurd û Libnanîyan Bûtteyê rawestiya: Kafeya Konstantînapolîsê û Tewqên Sifirî, Peydabûna Montanayê. Herî dawî, Kerem Can Uşşaklı, li ser desthilatdariya avakirinê û nasnameya takekesî rawestiya, ya ku li ser sînorên Kurdistan û Iraqê wek dewsa pêçiyan a civakî derdiket mexderê. 

Bi moderatoriya Aslı Ü. Baliyê, wek axaftvanên dawîn Maşuq Kurt, Nilay Özok-Gündoğan, Jonathan Wyrtzen û Metîn Serbest li pêşberî beşdaran bûn; Di Rojhilata Navîn de Dûvaroja Kurdan hat enenekirin, ji gotardêran Kemal Silêmanî, Naîf Bezwan, Sebrî Ateş, Cevat Dargin, Stan Thangaraj jî nêrînên xwe anîn zimên. Metîn Serbest, ji bo berdewamiya Xebatên Kurdewar, careke din bang li dewlemend û aqilmendên kurdan kir wekî piştgiriyê bidin û akademîsyenên kurd bi tenê nehêlin. 

Têbînî:

[1] https://serbestfoundation.org/books/

[2] https://serbestfoundation.org/books/

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Nivîskar û hunermend. Di sala 1971an de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1998an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû, a ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêhvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Viyanayê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşa Huner û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navnetewî&Bernameya Kuratoriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabethê (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî, bi piştgiriya Senatoya Çand û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlînê kar û barên xwe yên hunerî û wêjeyî bi rê ve bir. Ozmen li Chicago, Amerîkayê dijî.

Berhemên wî:
- Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi'r (bi tirkî), 1999
- Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi'r (bi tirkî),1999
- Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi'r (bi tirkî), 1999
- Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi'r (bi tirkî), 2004
- Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
- Rojnivîska Spinoza, roman, 2008. Spinoza'nın Günlüğü, wergera ji tirkî: Abdullah Koçal,
2014
- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, wergera ji
tirkî: Abdullah Koçal, 2015
- Keleh, çîrok, 2012. Kale, wergera ji tirkî: Selamî Esen, 2017
- Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) (Xwendinên Li Ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen),
2013
- Gramera Bêhizûr, roman, 2014
- Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
- Xeyb, roman, 2016
- Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
- Kurê Dêlê, novel, 2022
Werger:
- Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
- Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
- Îhtar, C. Hakkı Zariç, 2022

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û