Têbînîyên Amerîkayê – XXI: Çend nîşe li ser “Churuli”ya Lijo Jose Pellisseryyî

Bêguman mijarên sereke yên Existentialismê, yên wekî bûnewerî û pûxteyê (bûneweriya ku beriya pûxteyê dihat), azadiya bêsînor (azadiya ku bi tenê ji bo mêran bû), berpirsiyarî û bîhntengî, di tevna bûyerî ya Churuliyê de cî girtine, lêbelê ne biqasî ku fîlm bi tevayî bi têgehên Existentialismê bête dorpêçkirin, Lijo Jose Pellissery ew jî bi hostayî –û bi awayekî şairane li bejna çîroka keşeyî û daxwaza wî ya vegerê kiribû.

***

Pend û şîretên mişkî

Churuli (2021) bi jêwergiranekê dest pê dike, beşek ji şi’ra bi navê Samayaprabhu yaşair û romannûsê Malayamî Kalpatta Narayananî zikê tariyê vediqelişîne, mişkek derheqa pisîkeke yeman de pend û şîretan li têjika xwe dike, qala bînahiya wê ya çavan, qabiliyeta wê ya bihîstinê, pejnkariya wê ya ezamet –di henga ku pejna nêçîra xwe dike, aramiya wê, pepikên wê yên nermik dike, yên ku dikin di nav sî û tavê de ew qilopanî bikin. Dê canê te bibexşîne –ew oqyanûseke dilovaniyê ye, hem jî ne bi tenê carekê, qet ne bilez e Mîrê Demê dibêje ji têjika xwe ya şeqizî re. Fîlm, li têgiha çerxa demê hûr û kûr dibe, ya ku çand û mirovatî gişî di nav de asê bûye (û dibe); aya beriya ku kesek wek dawî xatir ji dinyayê bixwaze, felata wî gengaz e yan na? Pisîk jî beriya ku mişkî temam bike, çend caran rêça çivîkê didiyê, wek ku dixwaze li ser ezmûngeriya mirinê tiştnî nû nîşanî nêçîra xwe bike, şi’r e ev!

Ya rast, li jêr kategoriya fîlmên “Honaka Zanistî” Churuli heye ku ji ber pêşdaraziyên min ên derheqa fîlmên Hindî-Malayalamî de ewqasî jî dêhn û bala min nekişandibû, ji nav ewqasê fîlmên ekter û derhênerê hindî Lijo Jose Pellisseryyî, min bi tenê Jallikattuya (2019) wî temaşe kiribû; fîlm derheqa gaboxeyekî û zebr û zora gundiyan de bû, gaboxe li ber serjêkirinê bû, revî revî ji destê gundiyên çavsor xelas dibû, radibûn li dû diketin, pê re pê re derhêner me kaş û berkaşî şideteke têger dikir. Wek destpêka Churuli, di serê pêşîn yê fîlmî de jêwergiranek hebû; Peyxama 20:1-3yan a Incîlê, Versîyona Şahînşah Jamesî Nû, Şeytan hezar sal bû ku girêdayî bû: Dû re min milyaketek dît ku ji banê asîman dadiket; di destê wî de mifteya çala bêbinî û zincîreke stûr hebû. Milyaket ew marê berê zeft kir û bi dirêjahiya hezar salan girê da, yê ku wek ejdeha, Iblîs û Şeytan dihat nasîn. Ew avêt binê çalê û devê çalê girt, ji bo careke din bi fen û fûtên xwe xelkê nexapîne, mohra xwe li devê çalê xist. Lêbelê piştî van geşedanan, diviya ku ji bo kurtedemekê bihata azadkirin. Li gor peyxamê, di Jallikattuyê de şeytanê ku hatibû azadkirin gaboxe bû an zebr û zora gundiyan bû, ne diyar bû, Lijo Jose Pellisser em di erênayê de dihiştin. Ekterê wî Chemban Vinod Jose (di Churuliyê de serexefîye bû) di vî fîlmî de jî lîstibû, rêl û daristana ku ne serî hebû ne binî, di vir de jî wek mekanekî asêker derdiket pêşberî me.

Bi tirqetirqên katjimêrekê re palikên çavên hin peyayên di xew de yek li dû yekê vedibûn, Lijo Jose Pellisser van dîmenên bêyom,bi kêşanên plana nêzîk dida me. Bi henaseyeke jinîşkegavî ya nolanî hilqûma mirinê re, zeraqa tavê diavêt, xweza bi hin dîmenên fotografîk ên seyr şiyar dibû, yên ku bi tu teherî dêhn û bala me nedikişandin: livîna maşotekê, tevna pîrepindekê, vizzîna mêşan, lezûbeza gêrikan, hin şilemeniyên ecêb, xelekên ku li ser rûyê avê peyda dibûn, kurmekî axê, hin riwekên nenas… yeqîn Churuli jî di heman xwezayê de hatibû kêşan, a ku hîn ne ketibû ber gazê. Dîmen, bi spîralekê ku dişibiya qalikekî req î bipelik yê pangolînekê vedibû, di anîmasyona destpêkê de me keşeyek didît, bi dengê çîrokbêja ku qala rêwitiya keşeyî û aferîdeya dilxirab a daristanê (Perumadan an jî sawêra ku mirovan ji rê derdixe) dike, ya ku li dû ketiye, em xwe di nava rêl û daristanekê de dibînin ya ku ji teşabetan mişe ye. Darûber, riwek, ajal û teyr û teyredeyên daristanê bi arezûya keşeyî dizanin û çav li hevûdin dikin. Ser rêya xwe ya çivaneyî rastî gogekê tê keşeyê me (ya rast rê û dirb li ber winda dibe û nema dizane bê bi ku de diçe) radihêje dixe nava selika ku daye ser serê xwe, bêyî ku zanibe sawêra ku lê digere ew e, gogê ji kurê xwe re hiltîne. Êmek bi şûn de goga di selikê de xwe dilivîne û ji keşeyî re dibêje; “Hêdîka mîrê min! Di vir re!”, keşe bi gurra wê dike berê xwe bi rêyekê de dike, ya ku pangolînê şanî wî daye. Dibêjin keşe hîn li daristanê ye û hîn jî li rêya mala xwe digere (bi hîqehîqên çîrokbêjê re).

Spîral, Churuli û jimeçêtirk…

Di derûnnasiyê de spîral (pêçoke, fetlonek), bêhtir wek sembola mezinbûn û geşedanê hatiye pênasekirin, lêbelê encama veguherînê ne misoger e û rêwitiya ji bo pêşveçûnê jî –wek ku di Churuliyê de serdest e, her tim bi erênî encam nade. Derûnnas spîralê wek amûrekê bi kar tînin, ji bo nîşanî me bidin, bê çawan em dikarin ji bar û doxa heyî derkevin. Cihê ku em lê ne, bes xala destpêkê ye, bi gotineke din, cihê ku em dixwazin herin wir. Churuli gundek e ku jimeçêtirk –an jî fezayî, konê xwe li wir vedane û li ser mirovên ku li wir dijîn, ezmûnan dikin, ji wêdetir girtîgeheke ku ji çerxeke sermedî hatiye pê. Lewre di destpêka fîlmî de li restorana ku xefîyeyên me tên wir ku zadek, tiştek bidin ber dilê xwe, mişteriyek ku di destê wî de rojnameyek heye, ji yekî din re qala du peyayên Emerîkî dike yên ku qaşogiravî ji aliyê fezayiyan hatine revandin (tîqetîqên wan).

Li aliyê din ê pirê

Thankan asêyekî belafiroş e û li gor salix û silûxên li ber destê herdu xefîyeyên me yên sersam Anthony (serexefîyeyekî guhtejî ye) û Shaji-vanî (polîsekî naşî ye), carek-du caran jî hatiye zeftkirin lêbelê awayekî ji awayan ji destê polîsan filitiye. Anthony û Shaji-van bi otobêsê heya bi deverekê rê dibirrin, dû re li nav daristanê, li rastekê disekinin û rastî cîpekê tên, ajowerê cîpê yekî devliken û hevalhez e, rêwiyên li cîpê siwar dibin jî gelekî kubar in. Anthony bi hêviya ku bi wan re bibe dost, qala çetînayiya rê, hostayiya ajowêr û jiyana rêwiyên ku li wê deverê dijîn dike, carinan jî ji aş û baş xeber dide, gundî her bi tenê serê xwe dihejînin û digirnijin. Ev bertekî û berbirriya wan î gundîyane, heya bi serê pira darîn jî bi heman awayî didome, cîp li ser pira darîn radiwesta, rêwî yek bi yek xwe bera jêr didin, ajowerê devliken cîp bi zor û heft belayan di pirê re derbas dike. Her çi diqewime, li aliyê din î pirê ye, jê û bi şûn de ajower dibe yekî nehs û çêrbaz, heman tişt bi gundiyan jî dibe, ne kubarî dimîne bi wan re ne jî hevalheziya beriya bi xêlekê, wek ku ne ew bin, Anthony û Shaji-van şaş û şeqizî dibin, tu wate nasdin helwêsta ajowêr û gundiyan. Êdî ne li pêşiyê ne, ajower bi hêrsokî wan dişîne piştê!

Go, pîso tu çima pîs î? Go, Xwedê li eniya min nivîsî!

Pêwendiyên me yên bi cîranên me re jî wisa ye, yên ku welatê me dagir kirine. Rêwîtiya wan jî heya piştî pirê ye, pira ku ketiye navbera du heqîqetan, a me û a wan! Em çiqasî hewl didin wekî ji tişta ku em ji rastiyê fam dikin bi feraseta wan re bikin yek, heya bi serê pirê jî em bi hev re ne, (em bi hev re bûn), lêbelê dû re, dibin tiştekî din, vedigerin xwezaya xwe ya heyî ya heta hetayê. Li rûyê me dikenin, helbestên me heldibijêrin, qala kilamên me dikin, xelatan didin fîlmên me, me jî di wê pêçokeya xwe a derîaqil de dikin bifetisînin. Û her car em jî şaş û şeqizî dibin ji ber vê helwêstê, em xwe her car ji serê serî de diafirînin, ji bo bêhtir tehn li me bixin, em jî manyax in! Loma em nikarin dîmenine surreal têxin sînemaya xwe, ê me bêhtir reşexewn in. Lijo Jose Pellissery sînorên di navbera heqîqet û derî-heqîqetê de şêlotir nake, berevajî vê ew bêhtir rapêşî me dike bi çîrok û pêbaweriyên xelkê yên derheqa xweza, başî û xirabiya mirovan de. Çi ne ev? Di Churuliyê desaw û nêçîra bi qaçaxî, îstîsamara zarokan, guneh û mêrkujî, hemû tiştên ku lezebez pêk tên. Ka li qereqterên Lijo Jose Pellisseryyîhûr û kûr bibin ji kerema xwe; piranî xweperest û çepel in, dirrinde ne û pirê caran li gor nihiçkên xwe tev digerin, qet pûte bi encamên gengaz yên kirên xwe nakin. Di malpera Feminism in Indiayê de (feminisminindia.com) nivîseke balkêş a şair û nivîskar Sakunya Shajiyê heye ya ku derheqa fîlmê Churuliyê de li xameyê daye: Churuli: A Cinematic Labyrinth Of Spiraling Masculinities[1],di vê nivîsê deShajidêhn û bala xwîneran û hezkiriyên sînemaya Lijo Jose Pellisseryyî dikişîne ser ranênêzîkbûna wî ya li ser xwezaya insên, ya ku di şerê di navbera hovîtî û daxwaza me ya şaristaniyê de asê maye. Shaji vê ranêzîkbûnê wek labîrenteka dirrinde bi lêv dike, ya ku ji mêran hatiye pê û li ser pûxteya wê ya bextparêz radiweste, wek ku giş –mêrên ku di Churuliyê de asê mane û nikarin jê derkevin, mehkûmê vê jiyana gerînek bin. Go, pîso tu çima pîs î? Go, Xwedê li eniya min nivîsî! Wek paradoksa Sîsîfosî, ku di hin şiroveyan de Churuli di ser felsefeya Existentialismê re jî hatiye enenekirin.

Bêguman mijarên sereke yên Existentialismê, yên wekî bûnewerî û pûxteyê (bûneweriya ku beriya pûxteyê dihat), azadiya bêsînor (azadiya ku bi tenê ji bo mêran bû), berpirsiyarî û bîhntengî, di tevna bûyerî ya Churuliyê de cî girtine, lêbelê ne biqasî ku fîlm bi tevayî bi têgehên Existentialismê bête dorpêçkirin, Lijo Jose Pellissery ew jî bi hostayî –û bi awayekî şairane li bejna çîroka keşeyî û daxwaza wî ya vegerê kiribû.

Churuli, tam jî di henga kunûçeyên li Bayside Marketplaceê ya li Miamiyê, ya ku qaşogiravî hin aferîdeyên sê mîtro lê geriyabûn û êrişî mirovan kiribûn, di ser hin hesabên Instagramê re belav bûbûn de rastî min hatibû. Erê lê, yên li Churuliyê bes mirovan dixapandin, wan ji rê derdixistin, a soxîn wan dixistin nav gerînekê; Gerîneka giyanan, gerîneka daqurtên.[2]

Têbînî:

[1] Churuli: A Cinematic Labyrinth Of Spiraling Masculinities, Sukanya Shaji, https://feminisminindia.com/2021/11/22/churuli-malayalam-movie-review-lijo-jose-pellissery/

[2] Ulysses, James Joyce, ji ingilîzî: Kawa Nemir, Avesta, 2023.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir