Kurmancî heya bi derpê bû, gava bi qûnê ve dizeliqî, em yekser derbasî tirkî dibûn û ev arîşe, li nava wan derûdorên ku ji ber sedemine Kurdîniyê berê xwe dane welatên dûrîderez (bêhtir li Ewrûpa) û nizanim çend sal in li wir dijîn, roj bi roj beloqtir dibû.
***
Li downtownê –li zikê bajêr–, tirimbêleke gerok ya reklaman ya ku sê aliyên wê (çep û rast û paşî) bi monîtorên led rûkirî, di nava trafîkê de hêdî hêdî rê dibirrî. Dengê ku ji hoperloran bilind dibû, gava bi dîmenên nivîsayî yên şerê li Xezeyê re dibûn yek, bivê nevê bandorek li derdorê dikir. Li gorî bazarê û helbet belêkirinê, tirimbêla reklamê dê ji hemû îstiqametan re derbas bûbûya, kesên ku hingê, di wan kêlîkan de li derve, li ser peyarêkan, di siwareyên xwe de yan li restoranan, li baran, li kafeyan, li mixaze û otelan bûn, heke dîmen bi çavên xwe nedîtana jî, dê guh li qîrîna berşîran bûbûna, heke bi aşkera nebe jî, di dilên xwe de belkî jî dê sed nifir li kir û kiryarên Israîlê û xemsariya xeternak a Amerîkayê bikirana. Xwedêgiravî em çend milyon kurd in, li cîhanê tevî belav bûne, di Wiktionaryyê de Kurmanciya me ya reş di warê dewlemendiyê de wek heştemîn zimanê cîhanê hatiye helbijartin, me şerên xerabtir dîtine, komkujiyên xedartir, em hê jî tûşî zilma mêtingeran dibin, lê tirimbêleke me nîne wekî li zikê bajarekî bigere, miriyan şiyar bike!
***
Francis Alÿs, hunermendê hevçerx yê Belçîkî, 1997an de li Mexico Cityyê performanseke ku wê tu caran nehata jibîrkirin, li dar xistibû; Paradox of Praxis I (Sometimes Making Something Leads to Nothing), di vê performansê de Alÿs, ya ku çar xulek û pêncî û neh çirke ajotibû, qalibekî qerase ê qeşayê, heya ku pirtikek jê nemîne, li ser rêyên qîrûziftkirî yên Mexico Cityyêdigerand. Alÿs bloka qeşayê bi destên xwe, carinan jî bi piyên xwe dahf dida; çar xulek û pêncî û neh çirke! Lêbelê performans 9 saet ajotibû, bi tenê edîsyona dawîn hatibû kurtkirin. Mexico City germ bû, qeleqijêna havînê bû û bloqa qeşayê diheliya! Francis Alÿs li kêşeyên bajarê ku lê dijiya hûr bûbû û ji bo ku wan bi me jî bide nîşandan, serî li awayên helbestî û metaforîk didan. Mijarên wî, ji polîtîkayên sînorên neteweyî bigire heya bi cîhanîbûyînê, di civakê de qadên pozberiyê û kartêkiya modernîzmê dirêj dibû. Di vîdeoyê de ji bilî dîmen û sewtan, di paşkîtîyê de kûçe û kolanên bajêr û camekanên firoşgehan jî xuya dikirin.
***
Ji hêla dewlemendiyê Kurmanciya me ya reş di asta cîhanê de bibe a yekem çi ye!? Piştî ku blokeke qeşayê be û li kûçe kolanên bakurê Kurdistanê û li qadên welatên dereke bi vê lezê bê dahfdan! Kurmancî heya bi derpê bû, gava bi qûnê ve dizeliqî, em yekser derbasî tirkî dibûn û ev arîşe, li nava wan derûdorên ku ji ber sedemine Kurdîniyê berê xwe dane welatên dûrîderez (bêhtir li Ewrûpa) û nizanim çend sal in li wir dijîn, roj bi roj beloqtir dibû. Baş e, ji bo çi hûn Tirkî hînî zarên xwe dikin, kê li ser we ferz kiriye? Kê li dû we ketiye? Heke bişaftin be û heya wan deran perên xwe vedabe, nexwe berra jî tiştekî ku bê kirin nemaye!
***
“Keko,” got yê porbir, “… sala çûyî kurdekî ulkucî hatibû vir, welatjorî bû, ya rast dawdoza mafê penahê kiribû ji dewletê, di dadgehê de jî gotibû wekî ji ber zilma dewletê bêgav mam ku birevim, lê digot ez hîn li ser a xwe me, kurd nîn in, kurdî nîn e, ev tev…”, Paradox of Praxis I (Sometimes Making Something Leads to Nothing), heye ku ev bi xwe bû, di siyasetê de jî wisa bû, çi ku gava me digot “Terorîst bavê te ye!”, bi vê bertekê bezê li ser dilê me nediheliya, çunkî dawiya dawî, me Tirkîyeyeke zexm û yekpare dixwest, kêşeyên me yên ji mêtingeriyê hatibûn bi yarî û pêkenokên dîwanê ve zeliqî bûn. Çima wisa lê hat, çi bû sedem, bere tu kes van pirsan neke.
***
Li downtownê –li zikê bajêr–, tirimbêleke gerok ya reklaman ya ku sê aliyên wê (çep û rast û paşî) bi monîtorên led rûkirî, di nava trafîkê de hêdî hêdî rê dibirrî. “Be Pro-Life Stop Genocide!”, ev nivîsa bû ya di wê kêlîkê de li ser ekrana led xuya dikir, çend hezar Filistînî dijiyan li vir? Bêgûman ne bi tenê bûn, dewleteka wek Tirkîyeyê jî li pişt wan bû û çend hezar Kurd dijiyan li vî bajarî? Ka li ku bû kapîtala me?