Gotina Arthur Millerî bû, digot, “Min hêvî ye pêrgî poşmaniyên rast bêm”, lê wer xuya ye me tu poşmaniyên rast jî nebûne di rabirdûyê de.
***
Ji tirsa ku di welatekî dagirkirî de reenkarne bibim û di dilqê kevokeke aşitiyê de ji nû ve bêm dinyayê, xew li min diherime. Mo Yan di Yaşam ve Ölüm Yorgunuyê[1] de, serqerekter û vegêrê romanê Ximen Naoyî (di heman katê de axayê gund e) piştî ku tê kuştin bi dorê di dilqê kerekî, dû re boxeyekî, dû re berazekî, dû re kûçikekî, dû re meymûnekî û axirsongî di dilqê gedeyekî sergamêş î bi navê Lan Qiansuiyî de ji nû ve dihîne dinyayê. Ximen Nao gava ji ber kirên xwe yên li dinyayê dikeve dojehê û piştî bi dehan tehdayiyên zalimane û dojehîn (ji ber ku li xwe mikur nayê û hema qet tobe nake, zebanî herî dawî wî davêjin nava menceleke mezin û laşê wî sor dikin) û ji yekî nava komê laşê wî yê başebaş sorbûyî bi çetelê şeytên zeft dike û ji mencêl kaş dike. Digirin derdixînin hafa Mîrê Dojehê Yamayî, di ser pêpelikan re bi banê kaşxanayê dikevin, li çep û rastê pêpelikan zebaniyên ku dengê fîka şevşevokên mirovxur ji wan bilind dibe dibîne, çilkên rûnê sor dinizile ji laşê wî, mij û ximameke zer î tîr li hawîrdor belav dibe, pêpelik jî diedimin. Ximen Nao wek peyayekî xurt û firşikteng binavûdeng dibe, kes nikare jê re bibêje serê sola te xwar e, zebanî jî lê heyirî dimînin, dawiya dawî dibin hejmekarî wî, wisa jî li helwêsta wî ya li dojehê. Li ser depreşekî bilind e êdî û li benda fermana Mîrê Dojehê Yamayî ye. Dibêjin, “Me laşê wî başebaş sor kir”, gava Mîrê Dojehê Yama ew di wî halî de dibîne, pirsek arasteyî wî dike; “Ximen Nao, nebî tu careke din şemateyê derxînî!” Piştî heftûheştekê, Mîrê Dojehê Yama yeqîniya xwe bi qarewarên Ximen Naoyî û bi bêgunehiya wî tîne û fermanê dide Sergamêş û Rûdewarî wekî wî verêbikin dinyayê.
Min di nivîsara xwe ya berî vê de[2] li ser du performansên hunermendê Alman Joseph Beuysî hûr bûbûm, wî bawer dikir ku hêzeke hunerê ya saxker heye, huner dikaribû aloziyên civakên nûjen derman bike, ji wêdetir, dikaribû giyanê aferîner a demên dêrîn, di her qadeke jiyanê de biçîne. Alavên wî yên performansê (xwîn û ax), weke rîtûelan, kirasekî binhişî yê hevpar li vegazîkirina menewîyatê dikir. Xwîn û ax, ji bo derbîrina wê menewîyatê têbigihine giring bûn, lêbelê xetereyeke halo jî hebû; vetirsa ku xwîn û ax, di kawdaneke spesîfîk a Almanan de bibe bayîsê gurr û geşkirina hestên Sosyalîzma Nasyonal (Skotland tam li gorî vê yekê bû, dawitirîn xwezaya dirrinde li ser axa wê bû û piştî şerî, Romantîzm dikarî li Skotlandê vebize) Beuys dev ji bernameya xwe ya saxkirinê berdabû.
***
Çendek berê, beşdarî civîneke li ser zoomê bûm, ya ku bi pêşangeheke ku bi Zankoya Alfredê ve (New York) girêdayî bû. Ev serê salekê ye ku bi kuratorê pêşangehê re (pêşeangeh dê di Time Space Interface Harland Snodgrass Gallery de vebûya), ango bi Lewis Johnsonî re li ser pêşniyaza wî ya li ser konsepta pêşengehê û vîdeoyên min yên ku ji aliyê wî ve hatibûn helbijartin, didim û distînim. Lewis xwe wekî teorisyen û mêjûnûsê huner, çanda dîtbarî û medyayê bi lêv dike. Ji xeynî xebatên xwe yên li ser dîrok û teoriya hunerê (ji sedeya hejdehan pê ve) ya li Brîtanya, li Rojhilat û Nîveka Ewrûpayê, li Bakurê Amerîkayê û li Rojhilata Naverast û Başûrê Afrîkayê, li ser semîyolojî, teoriya gotanê, psîkalanîz û dekonstrûksiyonê (vejêkvekirinê) jî dixebite. Di pêşangehê de ji nifşê pêşîn, hunermedên hevçerx yên tirk jî cî girtin. Konsepta zoomê û digel vê jî a pêşangehê li ser Polîtîkayên Çandî yên Bîyotêveliyê: Ji Hunermendên Li Tirkîyeyê Jiyana Ajalên Di Kamerayê de ava bûbû.
Li ser vê pêwendê, daxwaz ji hunermendên beşdar hatibû kirin wekî li ser aloziyên ku ji pêkvejiyana meriv û ajalan dihatin pê nêrînên xwe parve bikin. Wisa jî pêk hat, hunermendekî tirk î çepgir (û Kemalperwer) dest pê kir li ser vîdeoya xwe ya bi sernavê Qefesa Zêrîn dûvedirêj axivî, ya ku ji deng û bend û nivîsan dihat pê. Qefesa Zêrîn, li dû sîsyankên ku di navbera sînorên Tirkîyeyê (nedigot Kurdistan) û Sûrî de dijiyan û kartêka mirovan ketibû ya ku li ber man û nemanê bûn. Li gorî ku digot, sîsyankên ku di heyamên dêrîn de wek firrindeyine pîrozwer dihatine pejirandin, di heman katê de yekem firrinde bûn, yên ku ji Keştiya Nebî Nûhî derketin. Dewletê, hejmareke piçûk xistibû binê parastinê, her ji ber vê yekê, bi navê Navenda Zêdebûna Sîsyankan Ya Bîrecîkê, dam û dezgehek jî avakiribûn.
***
Tişta balkêş ew bû ku, di axaftina xwe de gava mijar dihat ser Kurdistanê, digot, “Em ji wan deran re dibêjin başûrê rojhilatê Tirkîyeyê”, lê qey axaftina min a piştî wan ne bi dilê wan bû, çi ku min ne qala formula pêkvejiyanê kir ne jî sîsyanekan, ya rast min tu pirs jî arasteyî wan nekirin. Bêhtir li ser vezayîna li mêtingehekê hûr bûm. Di vîdeoya xwe de, berevajî kîvroşka mirî a di nav lepên Beuysî de, di dilqê kevokeke aşitiyê de (ayîkê min jê re nemîne!), careka din li ser axa Diyarbekirê (çi ecêb!) vezayîbûm! Di bendîxaneya Diyarbekirê de greva birçîbûnê dest pê kiribû û rewş ber bi xeteriyê ve diçû. Şer û pevçûn û mirin hebû li qadan. Em kurd, belkî bêhtirî sed-du sed caran derketibûn hafa Mîrê Dojehê û her carê wî em avêtin nava mencelên heya bi dêv bi rûnê sorkirî tije, dîsan jî em ji ya xwe daneketin. Heckû belqitî bi me de hatibe, di dilqê kevokeke aşitiyê ya sergêj de em verêyî dinyayê û mêtingehekê dikirin. Bêyî ku têkçûna xwe bibînin, me siyaseta netew-dewletan ya diltîrî dehke dikir, me hest pê dikir ku hêsîrên me têrî gerdûnê tevî dikin. Lêbelê nedikirin!
***
“Ez ne ker im! Mirov im! Ximen Nao me ez!”, bêgav û bêçare û ernok bû Ximen Nao, bi girêza devê xwe û bi hêsîrên zelqoyî yên ku hûrehûr ji çavên wî dibariyan, xwe di nava pizdanekê de dîtibû, ya ku şilemeniya amnîyonê[3] ya debûqanî ûpişemasiyê dimînand. Li gorî ku digot, di henga şer de ne ker bû, Ximen Nao bû ew. Dewlemendtirîn mirovê li gund jî ew bû, rûspî û maqûlê gund jî ew bû. Du jinên wî hebûn û du jî cêrî. Xwediyê xwe û du sed donim erdê adan bû, axûr ji hesp û dewaran mişe bû. Ximen Nao çend carên din jî tê xapandinê û piştî ker û boxeyî, vê care Mîrê Dojehê Yama ew di dilqê berazekî de cardin dişîne dinyayê.
“Belê,” dibêje Mîr Yama bi rûçikekî tehlûtirş, “xeletiyek çêbûye, baş e ka di vê mijarê de em dê çi keyn? Ji destê min nayê ku te di dilqê Ximen Naoyî de ji nû ve bişînim dinyayê, jixwe te ji zû de du caran reenkarnebûyî, divê êdî tu têxî wî serê xwe dewra Ximen Naoyî ji mêj ve ye bi dawî bûye, zarên wî êdî mezin bûne, hestiyên wî ji zû de ye riziyan e û tevlî axê bûne, deftera wî ji zû de ye ku sotiye û bûye xwelî, hisabên kevn ji zû de ye ku hatine girtin. Çima tu hewl nadî wekî van rûdavên nexweş ji bîra xwe derêxî û dest bi jiyaneke bextewar bikî?” Ximen Nao, çokên xwe datîne ser mermerên sar yên hêwanê û dilûbîne, “Ez jî dixwazim, lê bawer bik nabe û nabe! Ev xatireyên tehl li min bûne kurm, fena vîrûseke rikoyî avêtine laşê min tevî, wek ku bixwazin min bikujin, xwe li her derekî min alandine. Gava di dilqê kerî de vegeriyam, tola Ximen Naoyî hat ket bîra min, gava di dilqê boxeyî de jî vegeriyam, neheqiyên ku li Ximen Naoyî hatibûne kirin hatin bîra min. Ev bîreweriyana bêrawest tehdeyê li min dikin mîrê me yê mezin.” Gotina Arthur Millerî bû, digot, “Min hêvî ye pêrgî poşmaniyên rast bêm”, lê wer xuya ye me tu poşmaniyên rast jî nebûne di rabirdûyê de.
Têbînî:
[1] Yaşam ve Ölüm Yorgunu, Mo Yan, Xelata Nobelê Ya 2012an, Weşanên Can, 2016.
[2] Bnr. Têbîniyên Amerîkayê – XV, Şener Ozmen, Botan Times, 17.10.2023.
[3] Amnîyon, perdeya hunduriya li dor pizî. Bnr. Ferhenga Ingilîzî-Kurdî ya Selaheddîn, Avesta, Çapa Duyem, 2000.