Rêbazên min ên edebî Rîyalîzma Sosyalîzmê ye. Lê çima? Ji ber ku ez bi xwe rîyalîst û sosyalîst im. Û di nêrîna min de, ev rêbaz dikare hemû alîyên jîyanê ronî bike. [1]
Erebê Şemo
The Forgotten Man
Yek ji navdartirîn hunermendê mihafazakar yê “hevçerx” bêguman nîgarkêşê Utahî Jon McNaughton e, ku we navê wî nebihîstibe jî, gelek gengaz e ku di çîrokrewanîyan de (axirsongî di vî zemanî de em tev bîner in) çend berhemên wî yên ku bûne (û dibin) bayîsê berhevdankeriyê li ber çavên we ketibin, xasma jî kevala wî ya bi navê The Forgotten Man (2010), bi kompozîsyonekê ku ji serokên Amerîkayî yên berê hatiye pê derdikeve ber me, di kevêl de, li rastê em kevneserok Barack Obamayî dibînin, aşkere ye ku pişta xwe daye serokên berê û ji hemiyan girîngtir, rûyê xwe ji Amerîkayîyekî spî (tu lê!) badaye (kabira li ser rûniştekekê stûyê xwe xwar kiriye û ketiya nava mitaleyan) û em nizanin bê li ku jî dinihêre.

Jixwe pirs jî ev e; wekî çima Obama berê xwe ji spîyan guhert(iye)? George Washington, Abraham Lincoln, George Bush, Ronald Reagan, John. F. Kennedy, Nixon, Clinton, tev li hewşa fireh a Koşka Spî ne, ya ku di nav dar û berên siksikî re numa dibe, ji lambeyên koşkê yên vêxistî mirov têdigihe ku berêvar e, çendekên ji nava êla serokan colî ser serê wî kabirayê mirûztirş bûne û bi destên xwe yên vekirî –û pirsyarker–, dicehdînin ku wê dîmenê nîşanî serokê behbîr ê ku di ser halan de pêlî makezagona avaker jî kiriye (îja!) bidin, hin ji wan şêwr û mişêwr danîne û dikin bextê serokê Afro-Amerîkayî bibirrin, hin jî li çepikan dixin. Kaxez û baqnotên kesk li erdê belav bûne, bi kurt û kurmancî, giş ketine ber bayê kabirayî, ji ber hindê rabûne hatine hewşa koşkê. Ew yek ji wan Amerîkayîyên jibîrbûyî ye, çimkî spî ye û nabe ku tu spî li ser wî xakî –hem jî li Koşka Spî!– bihête jibîrkirin, ebeden!
You Are Not Forgotten
McNaughton dîsan bi heman komposîzyonê kevaleke din dineqişîne û vê carê jî navê wê datîne “You Are Not Forgotten”, ma ew dê kî be? Helbet dê çilûpêncemîn serokê Amerîkayê Donald J. Trump be! Dîsan bi heman espas û perspektîfê Koşka Spî tê xuyanê, em xwe di rêwresmekê de vedibînin, her tişt bi roj rû dide, ekterê me yê spî xwe çemandiye erdekî şorax û şitilê darekî datîne, di destê wî de bêrikek dixuye, jina wî (sirahiyeke avê di destan de ye, amade ye ku şitilî av bide) û keça wî jî li raserî wî ne, ew leşkerekî ji fedîlê dilê xwe ye, der û dora wî, ji kevneleşker, polîs, agirvês û xaziyan hatiye dorpêçkirin, hinek sivîl, hinek bi ûnîformayên xwe tevlî wê rêwresmê bûne.

Trump li piya, li raserî xaziyê ku şitilê pêşerojê datîne, sekiniye û destê xwe yê rastê bi wateya “Ca lê binêrin!” dirêjî wî kiriye, di binê sola wî de reşemarek –xinizkarên welêt?– diçerçire, qerêwatê Trumpî yê sor ku wek nîşana wî ye, di stû de ye. McNaughton di hevpeyvîneke xwe de qala vê nêzîkbûnê û hejmekariyê dike; “Di fikrên xwe yên derheqa wî de gelek bitedbîr bûm, lê paşê, bi demê re fena gelek mirovên mihafazakar, min jî emaneta xwe pê anî ku ji bona tişta ku em pê bawer bûn şer dikir.”
Wek mijar
Jê û pê de Trump, di berhemên Jon McNaughton de cihekî sereke digire, dikeve nîveka hiş û bîra wî; Trump wek bav, Trump wek bedenşêr, Trump wek felatker, Trump wek bînende, Trump wek rêber, Trump wek pêxember… lîste bi wesfên din yên supermirovî diçe, hey diçe.

Kategoriyên malpera wî ya fermi jî, anegorî mijarên wî yên sereke hatine danan; di binê kategorîya Patriotic / Niştimanperwer de jêr-kategorî jî li gorî mijarê ne; Americana, Political, Conservative Drawings, paşê Religious / Ol, Religious Lanscape, Church History, Trump Collection û yên mayîn… bo mînak, ji Îsa Mesîh rebeşeke mezin ve hatiye veqetandin, heke hûn meraqa bihayên wan bikin, nebêjim çêtir e.
Vesazkirin
Bi tevî xetereyên şiroveyeke pirole divêt bibêjim ku hem The Forgotten Man û hem jî You Are Not Forgotten, freskoya bi nav û deng ya Raphaelî (Dibistana Atînayê, 1509-1511) tîne hişê me, ya li ser dîwarê Qesra Apostolîk ya li Vatîkanê (Stanza della Segnatura) neqşkirî.

Freskoya ku wek rêzgirtinekê ye ji felsefeyê re, ji gelek ramanwer û zanyarên dêrîn (yên wekî Eflatûn, Bramante, Ûklîd, Heraklîtos, Arşîmêd, Pîsagor û Batlamyûs) pêk hatiye, em wan li zirehêwaneke mirêsdar ya bi sitûn dibînin û guhên xwe bel dikin ji gilîgotinên wan re. Jon McNaughton, bi şêwaza xwe ya klasîk ya ku xwe dispêre Dibistana Barbîzonê [2] qeyranên siyasî yên bilemelem yên ku Amerîka (welatê wî yê ku her bi tenê ji spîyan kamilbûyî) ji her çend salan carekê dixe rewşeke aloz, di mitbexeke postmodern de bi kel û pelên postmodernîzmê disêwirîne. “Her nîgarkêş xwe diresimîne”[3] û ev yek rast e, Jon McNaughton, paşxaneya xwe ya çandî û siyasî, ji bo yekitiya elîteke rastgir û neteweperwer ya Amerîkayî vesaz dike.
Propoganda
Lêbelê hîn jî ji aliyê cîhana hunera hevçerx û giregirên civata rexnegirên hunerî ve, wek “hunermendekî rastîn” nehatiye pejirandin, wer xuya ye ku yafteya “mihafazakarî”yê jî ji derdoreke siyasî ya mihafazakar wergirtiye, ya ku ji aliyê siyasetê ve xwe nêzî bîr û boçûnên wî yên Amerîkanparêz û helwêsta wî ya li dijî lîberalîzmê, li dijî avangardê, her weha li dijî bîrdoziya çepê dibînin. Li gorî hin rexnegiran (bêguman hûn dê texmîn bikin bê rexneyên tûndûtûj ji derdoreke çawan tên), hunera McNaughtonî “mînakên berbad yên rasteqîneyê” ne. Rexnegirê hunerê yê New Yok Magazineê Jerry Saltz jî, heq û neheq, berhemên wî wekî “hunereke propogandayê” pênase dikir.

Ji hêla din, yên ku ew wekî “pîşekarekî destsivik” û “hunermendekî serkeftî” dibinîn jî gelek in (tew ji heznekirên wî jî bêhtir in), ew jî dibêjin –ku jê piştrast in– McNaughtonî neynikê dide ber serdema me. Ye’nî mesele vedigere tê ser kêş û vekêşa bêyom ya berê; “Huner neynika civakê ye!”, temam, lê çawa û ji ber çi bi argûmanên sosyalîzmê? Ev jî pirseke din e. Xeyal yan heqîqet, modelên jin yên di kevalên wî de jî leşkerên jêhatî ne û tim û dayîm amade ne wekî welatê xwe, bi şev û roj biparêzin.

“Take a stand!” kevaleke wiha ye ku jineke sivîl a Amerîkayî, wek çek SIG 556ek tercîh kiriye, tilîpêçîya wê li cihekî ewle ye û xwe baş perwerde kiriye, heke ew Jeanne d’Arc bûya, şûrê xwe dê bi heman azwerî û biryardariyê hilgirta. Laş û nêzîktêdayîna li laşî, di vir de jî tîrên rexneyê rizgar nabin, nasnameya jinaniyê, ji bona alan û talankirina laşên din, tevdigere. Hema qet ne di xema McNaughtonî de ye wekî di mêjûya hunera femînîst de gavên bi çi rengî hatine avêtin, ka em lê binêrin.
Zimanê repbûyî
Hunermendên jin cara yekem di sala 1970an de pêkve dest pê kirin li ser nimînendeyên dîtbarî yên kesayetiyên xwe vekolîn kirin. Li ser laşên xwe hûr û kûr bûn û pê re pê re îhtimalên nasnameyên jinanî yên stewîl û biryardar ava kirin. Heman sal, hunernasa Amerîkayî Linda Nochlin nivîsareke bibandor weşand, ji ber çi hunermendên mezin yên jin derneçûbûn? Di nivîsara xwe de Nochlin, bi kurtebirî dinivîsim, li ser faktorên civakî-aborî radiwest, yên ku rê nedidan wekî hunermendên jin yên jêhatî, bi hevpîşeyên xwe yên mêr re di heman statûyê de bin. Ev statûparêzî di destpêka salên 2000an de, li Diyarbekirê jî karîger bû, bêguman hunermendên jin hebûn, lêbelê, li hemberî şert û mercên jiyanê (pirranî li Kurdistanê bûn û mamostetî dikirin) û xwezaya xwe (lê bêhtir li hemberî desthilatdariya hunera hevçerx a nêr û nêrparêz) têk diçûn, yan bi tevayî dev ji hunermendiyê berdidan, yan jî dibûn hunerhezeke pasîf û di vî warî de afirînerî ji mêran re dihiştin. Dîsan di sala 1980yan de hunernasên navdar yên wekî Griselda Pollock û Rozsika Parkerê, li ser têgînên zayend-tije yên fena “hostayê kevn”, “şahberhem”ê hûr bûn û bi dû zimanê repbûyî (erektebûyî) yê hunerê ketin, di vê mijarê de gelek rê jî birrîn. Rapirsîyareke din jî, di kanona Rojavayê de cihê navendî yê jina tazî bû, pirsên wan arandar (provokatîf) bûn, aya ji ber çi jin û mêr ewçend ji hevûdin ciyawaz hatibûne temsîlkirin?
Em bi gotinên Sindy Shermanê –ku yek ji karîgertirîn hunermenda Amerîkan e– dawî li nivîsarê bînin; “Xeyalperest ew in ku di evîn û jînê de bi ser ketine, çimkî ya ku berê wan daye wir bes xeyalek e.”
Têbînî:
[1] Hopo, Erebê Şemo.Hevpeyvîna Bi Erebê Şemo Re Ya Berî 25 Salan, Bavê Nazê. Ji rojnameya Axîna Welat, Hejmar: 58, (1997- Moskova) hatiye wergirtin.
[2] Navê komeke nîgarkêşên ji sedeya 19an mayî bû, li nav daristana Fontainbleau, li gundê Barbîzonê yê derveyî Parîsê, bi armanca ku bandorên demdemî yên dinyaya gewrik, bi derbên livinbar yên firçeyê bineqşînin, hatibûne ba hev.
[3] Gotinek ji Ronesansê. (n.n.)
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.