Têbîniyên Amerîkayê IV

“Hooo Todii, what shall we do?” Ji aş û baş… Milan Kundera jî çû ser dilovaniya Xwedê… min romana wî ya Varolmanın Dayanılmaz Hafifliğiyê, ji çapa wê ya pêşîn xwendibû (Weşanên İletişimê, bi wergera Fatih Özgüvenî, 1986), di 88an de ji Hezexê rabûbûm çûbûm Edeneyê, ji bo dest bi perwerdehiya xwe bikim, kitêb, ji nava walêza kekê min derketibû, hingê li Erziromê, li Zanîngeha Ataturkî, bi zor û heft belayan felsefe dixwend, pêşniyara wî bû, wek dibêjin, serê min gêj bûbû ji xwendina romanê, dû re, li Edeneyê, di beşa wênesaziyê de em bi hevalan re ketibûn qirika hev, seba … Têbîniyên Amerîkayê IV okumayı sürdür