Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg

“Xudaynameg” bingeh û çavkaniya sereke ya piraniya rîwayetên mîtolojîk/destanî yên Kurdo-Îranî bûye, bi taybetî jî bo Şehnameyên Kurdî û Şehnameyên zimanên din ên Îranî bûye.

***

Di nav berhemên edebî yên serdema Sasaniyan de Xudaynameg, ku wekî Xudayname jî tê nasîn, cîhekî giring digire. Navê berhemê ji du peyvan pêk tê: “xweda(y)” bi wateya serwer/padişah û “nameg” bi wateya nivîs û pirtûk. Xudaynameg bi gelemperî tê wateya “pirtûka padişahan”.

Ev berhem ku rîwayetên tarîx û destanên îraniyan, ji “afirandin”a cîhanê û yekem însan/padişah, yanî Keyûmers, heta mirina dawiya tarîxa Sasaniyan dihewand. Xudaynameg di dawiya serdema Sasaniyan de wekî tarîxa fermî ya Îranê dihate qebûlkirin.

Tarîxa nivîsandina vê berhemê tam ne diyar e. Lê tê texmînkirin ku tomarkirina rîwayetan di serdema Partî de dest pê kiriye û di serdema Sasaniyan de jî şiklê xwe yê dawî girtiye. Lê dîsa li gorî texmînan, beşên ku bi rîwayetên padişahên serdema Partî ve eleqedar bûn, di serdema Sasaniyan de hatine jêbirin.

Mixabin nusxeya Pehlewî ya Xwedaynamegê negehiştiye destê me, lê li gorî belgeyên tarîxî, tê zanîn ku heta destpêka sedsala 4/10an, versiyona Pehlewî ya hin nusxeyên Xwedaynamegê, bi taybetî di nav mirovên dînî yên Bêhdîn (zerdeştî) de belav bûye. Ji ber ku li gorî hin lêkolîneran, Xwedaynameg navê berhemeke taybet nebûye, belkî ji çendîn berheman pêk dihat. Bi gotineke din, Xwedaynameg wekî cureyekî edebî dihat bikaranîn.

Firdewsî (ss.4/10) di çend cihên Şahnameya xwe de behsa “Nameye Bastan” (nivîsa kevn)  dike û dibêje:

“Nameyek hebû ji kevnedemekê

Tê de gelek destan (hebûn)”

Yanî dibêje ku: “Behram Gûr, padişahê Sasaniyan, di meclis û nêçîrê de her tim dixwast ku ji bo wî “nivîsa kevn” bê xwendin”, an Hurmuzê bavê Xusrew Perwîzê padişahê Sasaniyan, ji kurê xwe xwest ku kalekî zana bişîne cem wî da ku ji “defterê”, destanên padişahan jê re bixwîne. Ew rîwayet nîşan didin ku di serdema Sasaniyan de destanên padişahan/lehengan bi awayê nivîskî hebûne û ji aliyê “defterxwan”an ve dihatin xwendin.

Navê Xwedaynameg, wekî berhemekê, di piraniya nivîsên kevn ên muverrixên îslamî yên wekî Teberî, Ye’qûbî, Îbn Esîr û hwd. de derbas dibe û wan nivîskaran di berhemên xwe de cih dane hin beş/rîwayetên Xudaynameyê. Di serdema îslamî û berhemên vê serdemê de, navê Xudaynameyê bi zimanê Erebî wek “Sîyer’ul- Mulûk el-Furs” an “Tarîx el-Mulûk el-Furs” û di nav gelên îranî de bi piranî jî wekî “Şahname” hatiye bikaranîn.

 Lê divê bê gotin ku digel ku piraniya muverrixên navborî hevçax bûn, tê dîtin ku her yek ji wan bi helwestên cuda behsa vê berhemê dikin. Ev jî nîşan dide ku tu yek ji wan agahiyên xwe ji yê din negirtiye û Xwedaynameg di nav nivîskarên wê serdemê de dihate naskirin û di destê wan de hebû. 

Li gorî lêkolînên dawî ku derbarê Xwedaynamegê de hatine kirin, tê texmînkirin ku naveroka vê berhemê wiha bûye:

Beşa Yekem: Ji “Afirandin”a dinyayê û zuhura padişahê yekem, heta şerê mezin ê di navbera Key Xusrew û Efrasiyabê Tûranî de, ku xwedî paşxaneyeke mîtolojîk e.

Beşa Duyem: Ji padişahiya Luhrasp heta êrîşa Îskender, ku bi taybetî di vegotin û rîwayet/tarîxa dînî ya Bêhdînan (zerdeştî) de cih digire. Rîwayetên vê beşe jî ne rastiya tarîxî ne û bêhtir wekî destanên lehengî hatine vegotin.

Beşa Sêyem: Ji mirina Îskender heta mirina Yezdgirdê Sêyem, ku koka vê ji kevneşopiya tarîxnivîsî ya Sasaniyan tê. Ev beş ku bi piranî behsa tarîx û destanên padişahên Sasaniyan dikir, wekî beşa herî berfireh a Xwedaynamegê tê qebûlkirin.

Bi kurtasî dikare bê gotin ku “Xudaynameg” bingeh û çavkaniya sereke ya piraniya rîwayetên mîtolojîk/destanî yên Kurdo-Îranî bûye, bi taybetî jî bo Şehnameyên Kurdî û Şehnameyên zimanên din ên Îranî bûye.

Lêkolîn û nîqaşên akademik ên cuda li ser Xwedaynamegê, hîn jî berdewam in. Ev yek jî bê guman giringî û bandora wê ya li ser edebiyata destanî ya gelên cuda yên Îranî nîşan dide. Xebata dawî ya herî berfireh li ser Xwedaynamegê, xebata Jaackko Hameen-Antilla ya bi navê “Khwadaynamag: The Middle Persian Book of Kings” ku di sala 2018 an de çap bûye.

Li vir, ji bo min, xala herî balkêş û xerîb ev e: Ev berhem çima, kengî û çawa wenda bûye? Gelo hatiye windakirin? Şewitandin? an …

Bersiva vê/van pirsê(an) hîn jî nehatiye dayîn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir