Divê bê gotin, ji ber ku Împaratoriya Sasaniyan Împaratoriya dawîn a Îranê bû, nivîs û berhemên vê serdemê dewlemendtirîn û cihêrengtirîn berhem in ku ji Îrana beriya Îslamê gehiştine roja me. Sedema vê dewlemendiyê, beriya her tiştî, dikare wekî hebûn û belavbûna gelek raman û tevgerên dînî yên cuda li coxrafiyaya desthilatdariya Sasaniyan bê qebûlkirin.
***
Împaratoriya Sasaniyan, împaratoriya dawî ya Îranê ye, beriya êrîşa ereban û desthilatdariya wan a li ser axa Îranê bû. Ji ber vê jî naskirina vê Împaratoriyê ji aliyên cuda ve, xwedî girîngî ye. Împaratoriya Sasaniyan ji aliyê Erdeşîrê Yekem, kurê Sasan ve di sala 224an de tê damezirandin û di serdema Yezdgirdê Sêyem (m. 651) de, bi şerê Qadisiye (636an) û şerê Nehawendê (641) ji aliyê Erebên Misilman ve têk diçe. Li gorî belgeyên tarîxî, di şerê Qadisiye de Direfşê Kawiyanî (Alayê Kawa) dikeve ku alaya fermî ya Împaratoriyê bû. Eskerekî Ereb bi navê Zerar bin Xetab wê digire. Zerar di berdêla 30 hezar dînarî de (digel ku nirxa wê ya rastî 2 milyon dînar bûye) wê teslîmê serokê artêşê dike. Mucewherên li ser Alaya Kawa tên girtin, di nav leşkerên misilman de tên parvekirin. Paşê Alayê dişînin Medîneyê, ji Xelifeyê duyemîn, Umer bin Xetab re. Umer bin Xetab jî Alaya Kawa dişewitîne.
Girîngiya nasîna tarîxa Împaratoriya Sasaniyan ji bo Kurdan ji çend aliyên cuda ve dikare were nirxandin. Digel ku li gorî hin lêkolînerên Îranî, di serdema Împaratoriya Sasaniyan de ji koçeran re digotin “kurd” û van koçeran bi awayekî sistematik di artêşa Sasanî de xizmet dikirin, lê agahiyên ku di hin berhemên serdema sasaniyan de tên dîtin, rastbûna nêrîna lêkolînerên Îranî piştrast nake. Beriya her tiştî, navenda damezrandina vê împaratoriyê coxrafiyaya kurdan a îroyîn bû. Şerê Nehavend ku li jorê jî hat behskirin, di nav misilmanan de wekî “Feth’ul-Futûh”ê meşhûr e û wekî bûyera helweşîna vê Împaratoriyê bê qebûlkirin jî di coxrafiyayê Kurdan de qewimiye. Daneyên wiha bûne sebeb ku hin kurd, bi taybetî tarîxnivîs, şair û entellektuel, bawer bikin ku Împaratoriya Sasaniyan, Împaratoriya Kurdan bû û kurd ji nifşa Sasaniyan in. Helbet mebest û armanca me di vê nivîsê de ne îsbatkirin an jî redkirina vê îdîayê ye. Lê divê bê gotin ku di berhemên gelek şair/nivîskarên kurd de ev feraset dikare bê dîtin.
Esîrî (m. 1962), şairê Kurd di helbesteke xwe de gava ku behsa rabirdûya kurdan dike, dibêje:
“Sultanî bû samanî bû, sultanî wek Sasanî bû
Rustem kurî meydanî bû, Tûranî mil keç bû ecîb”
Qani’(m. 1965) jî dibêje:
“Bo nexwînin le wesfî rabirdû
Basî Sasan û Midyay zindû”
Ev nerîn/bawerî di nivîsên nivîskarên kovarên kurdî de, di kovarên wekî Hawar û Jînê de jî bi zelalî tê dîtin. Bo nimûne di hejmara 10an a Hawarê de, di nivîsa bi navê “Bo Xawenî Serberzî Kovarî Hawar” de, Pîrot gotiye: “Şayanî dilxweşî û spas e ke paşê hezar û ewende sal wa hoşî hatewe ser netewey Sasan û Mîdya û bergêkî ciwan û be cî bo zimanekeman helbijêrit” û dîsa di nivîseke din de jî dibêje: “Wutim: min Kurd im, netewey Sasan”. Dîsa di Hawarê de Ebdulxaliq Esîrî Kerkûkî di helbesta “Welatê Kurdan” de dibêje:
“Laperey tarîxî ‘alem şahid e bo dewrî min
Diyar e hêşta taqî Kîsray dewletî Sasanî min”
Lahûtî (m. 1957) jî di helbesteke xwe de bi navê “Le Ber Rohî Kurde Biçûkan” de ku di Jînê de çap bûye, dîsa kurdan wekî nifşa Sasanî nîşan dide:
“Neslî Med û Sasanî-w bêgane le Îran
Em mesele keyfiyyet ayîne be seng e”.
Divê em vegerin ser berhem/nivîsarên serdema Sasaniyan. Divê bê gotin, ji ber ku Împaratoriya Sasaniyan Împaratoriya dawîn a Îranê bû, nivîs û berhemên vê serdemê dewlemendtirîn û cihêrengtirîn berhem in ku ji Îrana beriya Îslamê gehiştine roja me. Sedema vê dewlemendiyê, beriya her tiştî, dikare wekî hebûn û belavbûna gelek raman û tevgerên dînî yên cuda li coxrafiyaya desthilatdariya Sasaniyan bê qebûlkirin.
Tê zanîn ku ji bilî Mezdeyesnî/Bêhdînî (dînê ku di roja me de bi xeletî wekî Zerdeştitîyê tê bi navkirin), ku dinê fermî yê dewletê bû. Di coxrafiyaya Împaratoriya Sasaniyan de baweriyên Cihûtî, Xirîstiyanî, Mîtrayî, ayîna (cult) Anahîta û gelek baweriyên herêmî berbelav bûn. Di heman demê de di serdema Împaratoriya Sasaniyan de du baweriyên nû jî di navenda Împaratoriyê de peyda û belav dibin: “Manî”gerî, bawerî/dînê ku ji aliyê Manî (m. 274 an 277) ve hat damezirandin û di demeke kurt de heta Çînê belav bû û tevgera “Mezdekî” ku ji aliyê Mezdekê Bamdadan (m. 524 an 528) ve hat damezirandin û bandora vê tevgera dînî/civakî bi sedsalan berdewam kir. Bi bawerîya min naskirin û lêkolîna van her dînan ji bo vekolîna kok û eslên baweriyên Kurdan girîng e. Helbet mijara me ya li vir ne çima û çawaniya van her du tevgerên dînî ye. Lê ya ku divê bê zanîn, bandora van tevgeran li ser berhem û edebiyata serdemê ye.
Di nav berheman da ku ji serdema Sasaniyan gehiştine roja me, gelek mijarên cuda wekî edebiyata dînî (tefsir û tercumeyên Avesta), berhemên felsefî, kehanet, exlaqiyat, enderzname (şîret), berhemên memleketdarî, munazira, tarîx, coxrafiya, dad û hiqûq, berhemên zanistî, helbest, destan û hwd. tên dîtin.
Piştî vê nivîsê, ku wekî destpêkekê ye, em ê behsa çend berhemên serdema Sasaniyan bikin ku, bi îhtimaleke mezin, di demên paşêrojê de, bandor li ser destanên kurdî kirine. Berhemên wekî Karnamegê Erdeşîrê Babekan, Bundehişn, Xwedayname, Eyatkarê Zerîran û hwd.