Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 2: Destana Zariadres û Odatisê

Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 2: Destana Zariadres û Odatisê
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 2: Destana Zariadres û Odatisê
Shahab Vali
  • 20 Şubat 2024 12:54

Welhasil, em dikarin bibêjin ku mîrasa çandî ya herêma rojavayê Îranê, yanî çiyayên Zagrosê, ji aliyê gelek lêkolîneran ve (rojavayî an rojhilatî) yan hatiye piştguhkirin yan jî weke çanda rojhilatê Îranê hatiye nişandan. Ji ber vê yekê jî, bi dîtina min, lazim e ku lêkolînên akademik û zanistî yên li ser mirata çandî ya Zagrosê bibe mijareke sereke ji bo lêkolînerên Kurd di qada xebatên Kurdî de.

Wekî di nivîsa me ya hefteya borî da jî hat behskirin, yek ji destanên ku ji edebiyata Medî heta roja îro mîras maye, destana Zeriadres û Odatisê ye ku di hin çavkaniyên Yewnanî de, yên wekî cîlda 13em ya Deipnosophistae ya Athenaeusê de, hatiye tomarkirin. 

Çarçoveya giştî ya vê destanê wiha ye:

-Du bira, Hystaspes û Zariadres li ser welatê Med û axên jora deryaya Xezerê hukum dikin. 

Serlehengê destanê Zariadres e. Ew di xewna xwe de Odatisa keça Homaratesê padişahê welatê Marathoiyê dibîne û aşiqê wê dibe.

Odatis jî di xewna xwe de Zariadresî dibîne û aşiqê wî dibe.

Zariadres ji padişahî  keça wî dixwaze lê daxwaza wî naye qebûlkirin.

Homartes dixwaze keça xwe bide kesekî ji welatê xwe.

Homarates şahiyekê li dar dixe da ku Odatis yek ji mezinên welatê xwe wekî hevserê xwe hilbijêre.

Zariadres ji vê bûyerê hay dibe û bi dizî diçe welatê Marathoi û beşdarî şahiyê dibe.

Qerar tê dayîn ku Odatis qedeha kê bi şerabê tijî bike, ew dibe hevserê wê.

Di wê gavê de Odatis Zariadresî nas dike û qedeha wî tijî dike.

Zariadres û Odatis bi dizî li erebeya Zariadresî siwar dibin û ji wir direvin. 

Li gor agahiyên berdest, çend xal zelal in:

– Ev çîrok, destaneke evînî ye.

– Destaneke Medî û aîdê Medan e. 

– Ew yek ji kevntirîn destanên evînî ya çanda Îranê ye ku heta îro hatiye.

Ji ber vê yeke jî vê destanê bala gelek lêkolîneran kişandiye û bûye mijara lêkolînên gelek rojhilatnas/Îrannasên navdar. James Darmesteter (m.1894), Friedrich von Spiegel (m. 1905), Theodor Nöldke (m. 1930), Josef Marquart (m. 1930), Arthur Christensen (m. 1945), Franz Cumont (m. 1947), Ernst Herzfeld (m. 1948), Adolf Rapp (m. 1976) û Mary Boyce (m. 2006) çend rojhilatnasên navdar in ku di xebatên xwe de behsa destana Zariadres û Odatisê kirine.

Em dikarin bibêjin ku cewhera lêkolînên rojhilatnasên navborî, dîtin û şirovekirina xalên hevpar, di navbera destana ‘Zariadres û Odatis’’ê de ligel du destanên kevneşopiya destanên lehengî/evînî ya rojhilatê Îranê ye. Ji van destanan, ya yekem ‘Eyatkarê Zerîran’ an ‘Yadigarê Zerîr’ e ku wekî destaneke lehengî ya serdema Partî/Eşkanî ( 247 b.z.-224 z.) tê qebûlkirin ku forma xwe ya dawî di serdema Sasaniyan (224 z.-651 z.) de girtiye. Ya duyemîn jî riwayeta ‘Guştasp û Ketayûnê’ ye, destana evînî/lehengî ku Firdewsî jî di Şahnameya xwe de behsa wê kiriye. 

Rojhilatnasan di lêkolînên xwe da bi piranî hewl dane ku kesayeta Zariadres û Zerîr/ Hystaspes û Guştasp bidin ber hev û xalên hevpar di destanên navborî de zelal bikin. Lê wekî M. Boyce jî balê dikêşe ser, îdiaya wan li ser hebûna peywendiyeke rasterast di navbera destana ‘Zariadres û Odatis’ê ya rojavayê Îranê û her du destanên navborî yên rojhilatê Îranê de, nehatiye îsbatkirin.

Xala balkêş a ku di hemû lêkolînên navborî de tê dîtin, piştguhkirina coxrafiyayekê ye ku destan jê hatiye, yanî herêma Medan û hevşibiyên destana ‘Zariadres û Odatis’ê ligel kevneşopiya destanên rojavayê Îranê.

Di nav lêkolerên Rojavayî de, Roger Lescot (m. 1975) balê dikêşe ser hevşibîyên vê destanê ligel destana ‘Memê Alan’. Lescot di ‘Textes Kurdes, II Mame Alan’ê de, piştî neqlkirina destana ‘Zariadres û Odatis’ê dibêje ku ev du destan hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê kesayetan ve ( Zariadres/Mem, Odatis/Zîn, Homartes/ Mîr Ezîn û…) pir dişibin hev (rr. XIV-XIX). Lê dîsa Lescot jî, wekî yên din, vê destanê bi herêma rojhilatê Îranê ve girê dide û dibêje ku destan bi eslê xwe Îranî ye û kesayet ne li Medyayê lê li rojhilatê Îranê ne û destan piştre ber bi rojavayê ve belav bûye! û eger destana Memê Alan bingeha xwe ji ya Zariadres standibe jî, ji eslên xwe pir dûr ketiye!

Welhasil, em dikarin bibêjin ku mîrasa çandî ya herêma rojavayê Îranê, yanî çiyayên Zagrosê, ji aliyê gelek lêkolîneran ve (rojavayî an rojhilatî) yan hatiye piştguhkirin yan jî wekî çanda rojhilatê Îranê hatiye nişandan. Ji ber vê yekê jî, bi dîtina min, lazim e ku lêkolînên akademîk û zanistî yên li ser mirata çandî ya Zagrosê bibe mijareke sereke ji bo lêkolerên kurd di qada xebatên kurdî de.

Çavkanî

Athenaeus, The Learned Banqueters (Deipnosophistae), Book 12-13.594b, ed. & translated by S. Douglas Olson, Harvard University Press, 2010.

Boyce, Mary, “Zariadres and Zarêr”, Bulletin of the School of Oriental and African Studies, University of London, Vol. 17, No. 3 (1955), rr. 463-477.

Lescot, Roger, Textes Kurdes, Deuxieme Partie, Mamê Alan, Institut Français de Damas, Beyrouth, 1942.