Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 13: Serdema Îslamî > Şahnameyên Farsî

Piştî têkçûna serhildanên “bişûr”, milletên îranî rêyeke nû ya berxwedanê li hember desthilatdariya ereban hildibijêrin: berxwedana edebî. Yanî, bi awayekî, di berxwedana milletên Îranî de, cureyê çekan diguhere û şuna “şûr”, “pênûs” tê bikaranîn. Ev berxwedan bi taybet di qalibê tevgera ku bi navê“Şuûbiyye” (neteweyî) meşhûr e,  di nav milletên îranî de dest pê dike.

***

Min di nivîsên berê de bi kurtî behsa împaratoriya Sasaniyan û hilweşîna wê kirîbû. Piştî têkçûna împaratoriyê di demekî kurt de valabûna slogana “wekhevî û biratî” ya di navbera misilmanan de, ji bo milletên îranî eşkere bû, Ereb û yên ne Ereb wekî “mewalî” (xulam) hatin hesibandin. Yanî Ereban, xwe wekî nijadekî taybet û bilind û neteweya bijarte dîtin û yên ne Ereb jî wekî xulam û xizmetkarên xwe. Em ji vê rewşê re mînakekê bidin: Cahiz (m. 869) yek ji alim û edîbên herî meşhûr ê Ereb dibêje: Min ji Ubeydê Kelabî re, ku mirovekî feqîr bû, got: Ma tu dixwazî bibî yekî Hecîn (kesê ku bavê wî Ereb û diya wî ji nijadekî din be) û di berdêla wê de hezar donim erd ji te re be? Ubeyd got: Ez tu carî naçim bin barê vê şermezariyê”.

Ev mesele ji bo milletên îranî ku xwedî tarîx, çand, şaristanî û… pir kevn û zengîn bûn, ne meseleyeke hêsan bû ku bikare were qebûlkirin. Ji ber vê jî tê dîtin ku bertekên milletên îranî li hember wê rewşê, di qalibê şoreşên mezin de, dest pê dikin. Em dikarin bibêjin ku ev şoreş û serhildan li du navendên sereke dest pê dikin û diqewimin: herêma Xorasan û herêma Zagrosê.

Taybetmendiyeke din a van serhildanan jî, aliyê dînî yê van bû û serokên van bûn ku di nav gel de, wekî pêxember/rêber dihatin dîtin (bnr. Patricia Crone: The nativist prophets of early Islamic Iran). Bi gotineke din, serhildanên vê serdemê, hewldanek bûn bo vegera li baweriyên xwe yên berî îslamê. Serhildanên “bişûr” ên sereke yên milletên îranê li hember Ereban, li gorî rêza tarîxî ev bûn: şorişa Bêhaferîd (ss. 7-8), şoreşa Sendbadê Zerdeştî (ss. 8), şoreşa Îshaq (ss.8), şoreşa Ustadsîs (ss. 8), şoreşa Rûzbêh (ss. 8) ku wekî Îbn Muqeffe’ jî meşhûr e û şoreşa herî dawî jî şorişa Babekê Xurremî an Xurremdîn (ss. 9) li çiyayên Zagrosê bû. Lê ev serhildan, gişt, ji aliyê desthilatdarên ereb ve, bi tundî tên tepeserkirin.

Piştî têkçûna serhildanên “bişûr”, milletên îranî rêyeke nû ya berxwedanê li hember desthilatdariya ereban hildibijêrin: berxwedana edebî. Yanî, bi awayekî, di berxwedana milletên Îranî de, cureyê çekan diguhere û şuna “şûr”, “pênûs” tê bikaranîn. Ev berxwedan bi taybet di qalibê tevgera ku bi navê“Şuûbiyye” (neteweyî) meşhûr e,  di nav milletên îranî de dest pê dikin.

Li gor agahiyên berdest, nivîsîna berhemên ku wekî “Şahname” tên nasîn jî tam di vê demê de dest pê dike. Yanî em dikarin bawer bikin ku nivîsîna Şahnameyan ne karekî tesadufî ye, ku behsa tarîxa zêrîn û ihtişama îrana berî îslamê û kiryarên lehengên îranî dikin.

Li gorî coxrafiyayê, nivîsîna destanên lehengî an Şahname jî, wekî şoreşên bişûr, li du navendên sereke dest pê dike: Xorasan û Zagros.

Di vê nivîsê de em ê bi kurtî behsa berhemên ku di qalibê “Şahname” de li rojhilatê Îranê, yanî Xorasanê, hatine nivîsîna, bikin û di nivîsa bê de jî behsa Şahnameyên Kurdî yên ku aîdê rojavayê Îranê ne bikin.

Li rojhilatê Îranê Şahname bi du awayen cuda tên nivîsîna: pexşan û helbest. Nimûneya pexşankî ya herî kevn, ku tê zanîn, Şahnameya Ebûlmueyyid Belxî ye ku di sedsala 4/10an de hatiye nivîsîn û yek ji çavkaniyên herî girîng ên tarîx, edebiyat û çanda dinyaya Îranî tê qebûlkirin. Mixabin metna vê berhemê winda bûye û negehiştiye ber destê me. Lê belê di hin berhemên tarîxî de, behsa vê berhemê hatiye kirin. 

Şahnameya Ebû Elî Belxî (ss. 4/10) jî Şahnameyeke din e ku bi pexşankî hatiye nivîsandin lê ev berhem jî mixabin winda bûye û negehîştiye destê me. Agahiya me ya li ser vê berhemê jî bi navgîniya hin berhemên tarîxî ye. Şahnameya Ebû Mensûrî (ss. 4/10) jî berhemeke pexşan bûye û wekî Firdewsî bixwe jî dibêjê çavkaniya bingehîn a Şahnameya wî ye.

Ji xeynî pexşanên jor, çendin Şahname jî bi awayekî helbestkî li rojhilatê Îranê hatine nivîsîn : Şahname ya Mesûdî Mervezî (daviya ss. 3/9) ku wekî yekem Şahnameya helbestkî  ku bi zimanê farisî hatiye nivîsîn, tê qebûlkirin. Ev berhem jî negehiştiye ber destê me. Lê li gor hin çavkaniyên tarîxî ev berhem di nav gelên îranê de gelek hêja bûye û wekî tarîxa wan a neteweyî dihate qebûlkirin. Di sedsala 4/10an de Ebu Mensûr Muhammed bin Ehmed Deqîqî dest bi nivîsîna Şahnameyeke helbestkî dike ku wekî Şahname ya Deqîqî meşhûr e. Lê şair berî temamkirina berhema xwe, wefat dike. Firdewsî di Şahnameya xwe de behsa Deqîqî dike ku wî ev berhem di helbesta xwe de bi kar aniye.

Helbet di nav Şahnameyên rojavayê Îranê de ya herî nasrav Şahnameya Ebulqasimê Firdewsî (940-1020) ye. Şahnameya Firdewsî ku yek ji berhemên herî navdar ên edebiyata Farsî ye, zêdetir ji 60.000 beytan pêk tê û li gorî hin pisporan şair bixwe helbestwanê herî mezin ê Îranê ye. Lê Firdewsî ne bes şair e, di heman demê de zana, bîrewer û xwedî ramanek e ku bingeha çand û ferhenga Îranî datîne. Firdewsî di berhema xwe de ti peyvên Erebî bi kar nayne û nasnameyeke « îranî » ava dike. Firdewsî ji bo nivîsîna Şahnameyê, li ser destan û mitolojiya Îrana kevn gelek lekolîn kirine. Ligel pîr û kalên Xorasanê têkilî û pêwendîya wî hebûye, gelek çîrok ji wan hîn bûye û herçî tiştên ku bihîstine, nîşe kirine. Di heman demê de çavkanî û destnivîsên kevn ên zimanê Pehlewiya serdema Sasanî kom kirine.

Ji aliyê naverokê ve em dikarin bibêjin ku Şahnameya Firdewsî ji sê beşan pêk tê :  

– Beşa mitolojîk: ku di heman demê de beşa destpêkê ye, ligel padişahên Pişdadî (yekem qanûnker) dest pê dike. Li gorî Firdewsî Padişahên Pişdadî ev in: Keyumers, Huşeng (nevîyê Keyumers), Tehmures, Cemşîd, Zehak (padişahê biyanî û dagirker) Fereydûn.

– Beşa lehengî: beşa herî nasrav a Şahnameyê ye. Di vê beşê de serpêhatiyên lehengên herî navdar ên dinyaya Îranî hatine honandin. Ev beş ji padişahiya Menûçêhr dest pê dike heta dawiya padişahiya Behmenê kurê Îsfendiyar. 

– Beşa tarîxî : di beşa dawî yan tarîxî ya Şahnameyê, Firdewsî behsa padişahiya Homay (keça Behmen e), êrîşa Îskender, padişahiya Eşkaniyan û êrîşa Erebên misilman û dagirkirina Îranê dike. Di vê beşa Şahnameyê de, li gorî hin nusxeyan, helwesta Firdewsî ya li hember Ereban û zimanê Erebî pir tund e. 

    Bi xwendina berhemên jor, yekem tiştê ku tê ferqkirin ev e: hewldana şair/nivîskarên îranî ji bo berxwedana li hember hêza dagirker. Lê ne bi şûrê, bi pênûsê. Hewldan ji bo vejînê, ji bo ji nû ve çalakkirina hafizeya kolektîf a gel/civakê bi rêya bîranîna rabirdûya zêrîn û îhtişama lehengan a li ser axa pîroz a welat.

    Şîrove bike