Teatra Jiyana Nû bi lîstika “Tenê Ez” dê li Diyarbekirê be

Teatra Jiyana Nû dê di 14 û 15ê Çileyê de bi lîstika xwe ya bi navê “Tenê Ez” li Diyarbekirê be. Dê lîstik li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê di saet 19:00an de bê lîstin. Weka koma mêhvan dê du rojan li pêşberî temaşevanan be lîstik. Teatra Jiyana Nû komeka şanoya Kurdî ye û […]

Teatra Jiyana Nû bi lîstika “Tenê Ez” dê li Diyarbekirê be
Teatra Jiyana Nû bi lîstika “Tenê Ez” dê li Diyarbekirê be
Vahdet Uçar
  • 11 Ocak 2022 09:02

Teatra Jiyana Nû dê di 14 û 15ê Çileyê de bi lîstika xwe ya bi navê “Tenê Ez” li Diyarbekirê be. Dê lîstik li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê di saet 19:00an de bê lîstin. Weka koma mêhvan dê du rojan li pêşberî temaşevanan be lîstik. Teatra Jiyana Nû komeka şanoya Kurdî ye û navenda wan li Stenbolê ye.

Koma şanoyê di 1ê Çileyê de di Festîvala Şanoyê ya Kerkukê de bi vê lîstikê xelata “lîstika herî baş” standibû. Koma Teatra Jiyana Nû di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandibû ku wan li festîvalê xelat standine.

Dê lîstika xelatgirtî li Diyarbekirê jî li pêşberî temaşevanan be, Şanoya Bajêr a Amedê jî di bernameya xwe ya meha Çileyê de diyar kiribû ev yek.