Te îro ji bo Pervin Çakarê û muzîka operayê çi kir?

Wextê ku ji bo nivîsara xwe ya perîyodîk a Botan Timesê li ser maseya xwe rûniştim, li gel wê dudilî û pirsa ku ka gelo ez vê carê çi binivîsim, bi dehan babet û mijar di hişê min de hasil bûn. Lê belê wekî fraksiyonên siyasî yên me kurdan, yekê bi ya din nedikir.

Rojev û ajandaya kurdan pir tije û qerebalix e. Li aliyekê kêşe û arîşeyên kurdan yên ku êdî bûne kangren -ku kurd jî ji wan canzerî bûne û betilîne; li aliyê din jî meleseyên dinyewî û yên demê (debasiya jiyanê, kêşe û arîşeyên jiyaneke sanal hwd.)

Di gel tazyîqa van meseleyên hevpar yên demê, her çiqas xurt be jî bi awayekî şermoke li ser tê xeberdan. Ji bo nivîskaran jî li vê derê problemeke din derdikeve meydanê ka gelo nivîskar jî dê li ber bayê meseleya rojevê bikevin û çem û çem biçin, yan jî dê vê meseleyê binivîsin ya ku bi feraseteke cuda û bi baldariyeke xweser ji xwe re kirine derd û mijar? Ez xwe ji ber şedîdiya vê pirsê bidim aliyekê û behs û qala meseleyekê bikim ku ne meseleya min e. Hêvîdar im di nivîsarên pêşiya me de ez bikarim behsa hin babetan bikim yên ku ez ji wan hez dikim û bi hewldaneke taybet li ser wan hûr dibim. Lê belê, ez îro dixwazim behsa babeteka aktûel û ji nav heyatê bikim ku ev heyamek e dibe parçeyek ji civatên cemaeta kurdî.

Daxwaza min ew e ku Pervin Çakar muzîka kurdî ya qedîm ya dengbêjiyê li ser êl û eşîrên îtalyanan ferz bike û bi wan bide hezkirin.

Beriya demekê min li ser gazinde û kêşe û problemên xwendevan û nivîskarên kurdan di kovara Kürd Araştırmalarıyê de nivîsarek [1] nivîsîbû. Çend roj berî niha, Înan Eroglu jî li ser heman babetê nivîsareke xweş [2] nivîsîbû.

Înan Eroglu, yek ji wan nivîskaran e ku ez bi baldarî nivîsên wî yên li Botan Timesê dişopînim û dixwînim. Hem mijarên ku li ser dinivîse, hem zimanê wî û hem jî vîzyon û fêhma wî hêjayî şopandinê ye.

Gava min ev nivîsara xwe nivîsî feyz û îlhama min  Pervin Çakar û xeydokbûna wê bû. Wisa xuya ye ku îro Pervin Çakar ji Înan re jî bûye feyz û îlham. Ez li ser navê xwe sipasdarê Pervin xanimê me ku dibe îlhama nivîsarên me. Wekî hûn dizanin –ne mimkin e ku hûn nezanin- Pervin Çakar hefteyê carekê gazindeyan ji kurdan dike, daxuyaniyan dide çapemeniyê û dibêje ku qedr û qîmeta muzîka min (operaya min) nayê zanîn. Kurd têra ked û kalîteya muzîka min tewecuhê nîşan nadin û eleqedar nabin. Çakar, caran jî gazindeyên xwe bi awayekî berevajî, bi xwepesindanekê dike. Mealen dibêje ku min opera bi filan eşîra kurdan da hezkirin. Bi gotineke din, dibêje mimkin e ku hûn operayê (-ya min) guhdarî bikin. Lê eger we guhdarî nekir, heznekirina we ya ji operayê sûcê we ye.

Jê ne piştrast im û nizanim ka Pervin Çakarê nivîsara min ya navborî ya li Kürd Araştırmalarıyê xwendiye yan ne? Lê belê ne xem e, çunkî ez haziriya berdewamiya wê nivîsê dikim ku bi min kok û rehên vê problemê têra xwe  kûr in -sernavê nivîsarê “Kürt Olmama Hakkı” ye û hêvidar im ev sernav tiştekî di hişê we de çêbike-  û lazim e  em tev bi awayekî ciddî li ser bisekinin û lê hûr bibin. Lê belê ez dixwazim îro çend pirsan bikim [3] da ku rojekê bersivên xwe bidim. Heya ji min were ez dê ciddî bim, lewre ev mesele tam derba mîzahê bû. Min jî pêşiyê bi mizahî nivîsî û pir jî keniyam, lê dîsa hin dost û hevalan gotin aram û sakin be.

1) Pervin Çakar, ji dêvla ku muzîka operayê li ser kurdan ferz dike û bi kurdan bide hezkirin, çima muzîka dengbêjiyê li ser îtalyanan yan gelên ewropayê nade ferzkirin û bi wan nade hezkirin? Dibe ku li vê derê hiyereşiyeke veşartî hebe -muzîka kurdî bi operayê biqîmet dibe, ne mimkin e muzîka kurdî tiştekî li operayê zêde bike- ku ew ji milkê dîroka mêtingeriyê û ji zêhneke pişaftî tê ku dibêjinê “Nezera Ewropa-navendî” (Avrupa merkezli bakış).

2) Gelo pîvan û şertên hezkirin an qedirzanîna Çakarê çi ye û çiqas e? Bo nimûne  hejmarek û daneyek li ber destên wê heye ka dê salane çend  konsertan bide? Ji çil milyon kurdan (yan jî nizanim her çiqas e) çend kes muzîka wê guhdar bikin dê bigihîjin asta qedirşinasiyê? Gelo ji bilî van daneyan, daneyên din ên spesîfîk hene li ber destên wê? Bo nimûne, reşandina gulan li ser rêya wê yan şandina tacegul û çelengekê bo ber deriyê wê yan jî meşgûliyeteke rûtîn li ser pirseka bi vî rengî: Gelo te îro ji bo muzîka operayê (Pervin Çakarê) çi kir? Yanî heqeten pîvan çi ye da ku em bizanin kurd çima di bin bend û baraja Pervin Çakarê de dimînin? Heke em baraja vê meseleyê bizanin, qet nebe em wek alternatîv, wekî wekîlên serbixwe yên partiyên kurdan, em bikevin vê hilbijartinê da ku çend tiştan bi dest bixin.

3) Çakar, rasterast forma operayê wekî ku papyonê li muzîka kurdî bike, ev dibe muzîkeke baş. Yanî sentezeke serbixwe ya Pervin Çakarê heye? Bo nimûne oparîstên ermanan stranên ku Gomidas Vartabed kom kiribûn, adapteyî operayê kirin ku tê de hem tehma muzîka gelêrî hem ya modern hebû, mirovî dikarî jê hez bikira?

4) Gelo kurd tenê li hember muzîka Çakarê gazindebêj û sîtembar e? Di vê piyaseya avam de tiştekî weke muzîka wê qîmet nedîtiye heye? Di hunkufa muzîka wê de berhemên edebî yan muzîka hunermendekî din ê kurd têra xwe qedir dîtiye? Derveyî vê meseleyê xwendevanen kurd bi min zêde Şehram Nazirî jî guhdar nakin. Mizgîn Tahir jî guhdar nekirin, wê jî opera îcra dikir û min gelek jê hez dikir. Û Borges jî naxwînin, Rilke an jî Gothe… Di nezera Çakarê de ev jî problemek e yan ne?

5) Hunermend helbet pêwîstî bi şopîneran heye, lê gelo wekî din tu pîvan nîn in? Bo nimûne kesek yan jî tiştek çiqas bê şopandin yan guhdarkirin ew qîmeta wê bilind, bereksê vê ya din bêqîmet e? Mînak Aleyna Tilki ji gelek muzîkjenan pêtir tê guhdarkirin, ev yek Aleyna Tilki dike hunermedeke baş û serkeftî? Ji berê de ji tiştên baş an yên bikalîte mimkin bûye ku bigihîje asta tiştên popûler. Ji bo van yekan perwerde û hewldaneke taybet bo muzîkê ne lazim e?

6) Hunermend qey ne ew kes e ku hunera xwe ji bo xwe çêbike û beriya herkesî ew jê hez bike, ew jê têr û tatmîn bibe? Baş e, ma huner ne ew tişt e ku ji bo jiyanê bersivek be, berî her tiştî ji bo afirînerê/a xwe cewherekê (töz) bo jiyanê çebike? Di serî  di navbera hunermend û berhama wî de divê hezkirin û tatmîn hebe da ku hunermend ji hunera xwe qayîl bibe. Meselen, ez wekî nivîskarekî, beriya her tiştî ji bo xwe dixwînim, ji bo xwe dinivîsim. Gelo ev problem e yan tiştekî tebi’î ye di nezara Pervin Çakarê de?  

Nîşeyek: Ev pirs, rasterast ji pirsên (li ser Twitterê) nivîskar û lêkoler Hedê Leyla (ku ev jî naveke anonîm û muste’ar e) welidîn. Min hin tişt lê zêde kirin û hinekî jî berfirehtir kir. Pervin xanimê di cih de xwediya van pirsan block kir, herwiha ew kesên ku li ser van pirsan şirove kirî jî block kirin. Di vê astengiya wek bayê xerbî û bayê çepî de em nizanin em dê çawa ji bend û baraja qedirşinasiyê derbas bibin.

Têbînî:

[1] Mihemed Şarman, “Kürt Sanat ve Kültür Camiasının Müzmin Şikâyeti: ‘Değerimiz Bilinmiyor” Kovara Kürd Araştırmaları, http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-199

[2] Înan Eroglu, “Hunermendên kurd çima dev ji kurdî berdidin?”, Botan Times, https://botantimes.com/hunermenden-kurd-cima-dev-ji-kurdi-berdidin-2/

[3] Binêrin pirsên li ser hesêba Twitterê ya Hedê Leyla.

*Nivîsarên nivîskaran dikarin ne li gor pîvanên edîtoryaya Botan Timesê bin. Hemî nivîskar ji nivîsarên xwe berpirsyar in. Bêyî destûra malperê weşandina nûçe û nivîsên wê qedexe ye, weşandina beşekê wek jêder serbest e.