Salvegera tayînkirina qeyûman: ‘Çûna midûriyeta polîsan ji ya şaredariya Erxenîyê hêsantir e’

21/08/2023
Wêne: Ardil Batmaz

Tayînkirina qeyûman ya bi ser şaredariyên HDPyê ev du serdem in didomin.

Cara yekemîn sala 2016an qeyûm hatin tayînkirin û heta roja îro berdewam dike.

Erê dibe ku ev 3 sal in em ne di hûndirê avahîya şaredarîyê da bûn. Belkî me nekarî em çalekê dagirin yan jî rêyekê asfalt bikin, lê em her li rex gelê xwe bûn. Em di hemû pirsgirêkên civakî da bûn hevparê êşa wan

Hevşaredarê berê yê Erxeniyê Ahmet Kaya
Hevşaredarê berê yê Erxeniyê Ahmet Kaya

Ahmet Kaya heta 23ê Adara 2020an Hevserokê Şaredarîya Erxenîyê bû.

Bi biryara Wezareta Karê Navxweyî bi îddîya “endamatîya rêxistinê” hat sûcdarkirin û li şûna wî qeymaqamê Erxenîyê wekî qeyûm hat tayînkirin.

Di gel ku dadgehê hemû sûçdariyên derbarê wî da betal kir û wî ji van dozan beaat kir jî, hê jî nikare vegere ser karê xwe.

Dema peyva ‘qeyûman’ di nava hevokê da derbas dibe xelk aciz dibin. Ew acizîya wan di çavên wan da tên dîtin. Niha çûna midûriyeta polîsan ji çûna şaredariya Erxenîyê hêsantir e

Hevşaredarê berê yê Erxenîyê Ahmet Kaya

11ê Îlona 2016an yekem car bi ser şaredariyên HDPyê qeyûm hatin tayînkirin. Piştre vê berdewam kir û 19ê Tebaxa 2019an qeyûm li 3 şaredariyên bajarên mezin yên HDPyê (Amed, Wan û Mêrdînê) hatin tayînkirin.

Ji wê demê heta roja me ya îro bi biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê ji 65 şaredariyên ku HDPyê di hilbijartina 2019an da bidest xistibû, li 48ên wan qeyûm hatine tayînkirin.

Hevşaredarê berê yê Erxenîyê Ahmet Kayayê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, dibêje;

Ger tayînkirina qeyûman serdemeka din jî berdewam bike dê di nava civaka kurd da bibe sedema hêrseka mezin. Xelk niha bêdeng e. Lê ev bêdengî nayê wateya qebûlkirinê. Hûn îradeya civakekî tune bihesibînin îro-sibê dê ew jî hesabê ji we bipirsin.

Hevşaredarê berê yê Erxenîyê Ahmet Kaya

HDPya ku bi navê YSPyê ket hilbijiartinên giştî û dengeke zêde yên hilbijêrên xwe wenda kir. Ew ji niha ve haziriya hilbijartinên herêmî dike.

Tê çaverêkirin ku hilbijartinên herêmî di 31ê Adara 2024an pêk bê.

Li gor Kayayî, civaka kurdan xwedî hişmendîyeka polîtîk e û wan di hilbijartina giştî da peyemaka girîng da partîya xwe.

Ew dibêje, “Qeyûm bên tayînkirin an jî neyên tayînkirin, gelê me ji bo tercîheka polîtîk diçe ser sindoqan. Ew dengê xwe didin wan kesên ku dê vîna wan temsîl bikin.”

Kaya ji bo hilbijêrên ku dibêjin, “Jixwe dê dîsa qeyûm bê tayînkirin ka em bo çi biçin deng bidin” got;

Divê em di hilbijartina xwe da bi israr bin da ku sîstema qeyûman nebe rejîmeka mayînde. Ji bo qeyûm bi dawî bibe divê em dengê xwe bidin. An dê hikûmet vê rêbaza xwe bidomîne.

Hevşaredarê berê yê Erxenîyê Ahmet Kaya
Wêne: Ardıl Batmaz

HDPyê di hilbijartina herêmî ya 2019an da şaredariyên 3 bajarên mezin, 5 parêzgeh, 45 navçe û li 12 bajarokan, bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn.

Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji bo 48 şaredariyên HDPyê qeyûm hatin tayînkirin.

Ji 31ê Adara 2019an û vir ve 84 hevşaredarên HDPyê hatin desteserkirin û ji wan 39 hevşaredar hatin girtin.

Ji hilbijartinên 31ê Adara 2019an û vir ve niha bi tenê 6 şaredarî di destê HDPyê da mane:

Li Şirnexê şaredariya Silopîyê

Li Şirnexê şaredariya bajarokê Gundikê Melî

Li Amedê şaredariya Çınarê

Li Erziromê şaredariya Karaçobanê

Li Agirîyê şaredariya Panosê

Li Semsûrê şaredariya Kömürê.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê