Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

10/10/2024

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo nasnameyê girîng bûye: Yek ev e ku kurdan bi rêya şanoyê hebûna xwe nîşan dida û li dijî înkarê radiwestan û ya duyan jî ev e ku şano dibû sebeba geşbûn û berbelavbûna nasnameya kurdî di nava kurdan bi xwe da. Ji bilî van, şanoya kurdî rasterast li jêr tesîra bizavên neteweyî yên Kurdistanê bûye û niha jî wisa ye. Bi raya Mari R. Rostami şanoya kurdî bû ku yek ji girîngtirîn tesîran li ser neteweperwerîya kurdî li başûrê Kurdistanê kir. Ji bilî neteweperwerîyê, Rostami bi bawer e ku şanoya kurdî li başûrî, endîşeyên sosyalîst jî nîşan didan û di salên 70yan da, fikra rizgarkirina welêt û nîştimanî ji emperyalîzmê bi eşkere di nava komên şanoyê yên başûrê Kurdistanê da dixuya. Elbet bi raya min ev gotin ne tenê ji bo Başûrî, belkî ji bo temamîya Kurdistanê sadiq in.

***

Şano

Şano anku tîyatro yek ji hunerên herî kevn ên civaka mirovan e ku ji Yûnanê dest pê bûye û hêj jî tevî hemû pêşveçûnên teknolojîyê û derketina hunerên cîyawaz û zêde, hebûna xwe didomîne. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, şanoyê piştî midehekî kesadîyê, dîsa cihê xwe di nava xelkê da dîtîye û berbelavtir bûye. Dibe ku yek ji sebebên rewneqîya şanoyê pêwendîya rasterast û semîmî ya bi berdengên xwe ra be. Herwisa şano hunerek e ku teknolojî nikare gelekî xwe têkelî wê bike û di vê serdemê da yek ji wan huneran e ku pişta xwe bi mirovî rast dike û hunereke mirovî ye. Him jî şanoya cîhanê û li pey wê ya Îran û Kurdistanê her tim cihek hebûye ji bo nîşandana jîyana kultûrî û sîyasî ya civakê û pir caran ew tiştên ku bi rêya zimanê asayî nedihatin gotin, bi rêya şanoyê dihatin gotin.

Şanoya kurdî û nasname

Ji ber ku zordarî li ser Kurdistanê û takê kurd hebûye, şanoya kurdî li ser bingeha nasnameya kurdî ava bûye [1]. Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo nasnameyê girîng bûye: Yek ev e ku kurdan bi rêya şanoyê hebûna xwe nîşan dida û li dijî înkarê radiwestan û ya duyan jî ev e ku şano dibû sebeba geşbûn û berbelavbûna nasnameya kurdî di nava kurdan bi xwe da [2]. Ji bilî van, şanoya kurdî rasterast li jêr tesîra bizavên neteweyî yên Kurdistanê bûye û niha jî wisa ye. Bi raya Mari R. Rostami şanoya kurdî bû ku yek ji girîngtirîn tesîran li ser neteweperwerîya kurdî li başûrê Kurdistanê kir. Ji bilî neteweperwerîyê, Rostami bi bawer e ku şanoya kurdî li başûrî, endîşeyên sosyalîst jî nîşan didan û di salên 70yan da, fikra rizgarkirina welêt û nîştimanî ji emperyalîzmê bi eşkere di nava komên şanoyê yên başûrê Kurdistanê da dixuya [3]. Elbet bi raya min ev gotin ne tenê ji bo Başûrî, belkî ji bo temamîya Kurdistanê sadiq in.

Şanoya kurdî li Rojhilatê

Şanoya kurdî, li Rojhilatê Kurdistanê xwedîyê tarîxçeyeke kevn e. Bi bawerîya lêkolîneran piştî şerê cîhanî yê duyan ku desthilata zordar a Rizaşayê Pehlewî li ser Kurdistanê kêmtir bû, qada çalakîyên kultûrî û hunerî ya kurdan berfirehtir bû. Gelek kes şanoya “Daykî Nîştiman” wekî yekemîn şanoya kurdî li Rojhilatê dizanin. Şanoya “Daykî Nîştiman” di serdema Komara Kurdistanê da li Mihabadê hate îcrakirin û rizgarkirina nîştimana dayîkê ji destê dagirkeran, ji alîyê kurên wê ve nîşan dida. Ev şano yek ji dramayên herî cidî yên Kurdistanê bûye ku di serdema komarê da ne tenê li Mihabadê belkî li bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê jî serkeftî bûye [4].

Şanoya kurdî li Ûrmîyeyê

Tarîxçeya şanoyê li bajarê Ûrmîyeyê ne ewqas kevn e û ji ber gelek sebeban bi taybet sebebên sîyasî, nagihîje 20 salan. Elbet em nikarin îcrakirina lîstikekê li Ûrmîyeyê wekî şanoya kurdî li Ûrmîyeyê bizanin. Resûl Bangîn, şanonivîs û derhênerê şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê bi bawer e ku her lîstikek nabe şano û her wisa îcrakirina şanoyekê li Ûrmîyeyê jî wê maneyê nade ku bizava şanoya kurdî li Ûrmîyeyê bi rê ketîye. Ji ber ku Bangîn bi bîr dihîne ku di wextê yekemîn îcrayên şanoyên kurdî da li Ûrmîyeyê, dewletê û berpirsên wê yên li Ûrmîyeyê rê nedidan ku reklam jî ji bo wan şanoyan bihên kirin û hetta kêm kes haydar dibûn ku li wir şanoyek jî heye. Ji ber wê beşdarîya temaşevanan jî gelekî kêm bûye [5].

Ji ber ku em nikarin hebûna îcrayekê wekî bizava şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê bizanin û em nikarin her lîstika ku çûyî ser dikê jî şano bihesibînin, em nikarin tarîxçeyeke hetmî jî ji bo despêka şanoya kurdî li Ûrmîyeyê bibêjin lê mirov bi giştî dikare bibêje ji 2007an ve şano bi mane û ramana xwe ya rastîn li Ûrmîyeyê hebûye û şeş salan piştî wê, di 2013yan da pir berbelavtir bûye û gehiştîye asteke bilind.

 Mirov dikare şanoyên “Bûka Bûklikan” a Resûl Bangîn û “Ez 2ktor im” a Hamid Îsmaîlvend wekî nimûneyên ewil yên şanoya kurdî li Ûrmîyeyê bi nav bike [6-7]. Ev her du şano bi awayê fermî û li şanogeha Şems a Ûrmîyeyê hatine îcrakirin û dewletê îcazenameya îcrayê daye wan. Di van salên me gotî da, şanoyên kurdî bi awayê fermî li Ûrmîyeyê çûne ser dikê û hatine pejirandin jî. Elbet ev pejirandin ne tewaw bûye. Çawa ku me li jor amaje pê kir bi gotina Bangîn, dewletê rê nedida reklamên wan şanoyan belav bibin. Ev tarîxçe ji bo şanoya li ser dikê û bi zimanê kurdî ye. Gelek kesên kurd hebûne ku bi zimanê farsî li Ûrmîyeyê şano kar kirine. Yek ji wan Resûl Bangîn bi xwe ye ku li despêka karê xwe, bi farsî kar dikir lê piştî wê dest bi şanoya kurdî kir. Ji bo vê meseleyê Bangîn bi xwe amaje bi Enstîtuya Ehmedê Xanî ya Ûrmîyeyê dike û bi bawer e wê enstîtuyê roleka serekî hebûye di şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê da [8].

Enstîtuya Xanî

Enstîtuya Ehmedê Xanî sazîyeke kultûrî û hunerî bû ku di sala 2002an da li Ûrmîyeyê ji alîyê Wecdî Hatemî û komek ji çalakvanên Ûrmîyeyê ve hat damezirandin û 11 sal piştî wê bi mahneya çalakîyên sîyasî ji alîyê dewletê ve hat girêdan [9]. Herwisa ku me gotî em bi awayekî neteqez sala 2007an wekî despêka cidî û rastîn a şanoya kurdî li Ûrmîyeyê dizanin lê ev tarîx wextek e ku şanoya kurdî çûye ser dikê. Çend sal berî yekemîn îcrayê, li enstîtuya Xanî, kursên hînkirina şano û lîstikvanîyê hebûne. Bi gotina Bangîn di enstîtuya Xanî da kursên şanoyê hebûn ku ciwanên kurd tê da beşdar dibûn. Li vir mirov dikare rola girîng a kurdên soran jî di despêka şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê da bibîne. Ji ber ku ev kurs ji alîyê Qadir Reşîdzade û Siware Futûhî ve bi rê ve diçûn ku her du jî soran bûn. Resûl Bangîn jî ku li Ûrmîyeyê 10 şanoyên wî yên kurdî hebûne bi xwe li bajarê Pîranşarê hatîye dinyayê. Tevî ku zimanê şanoya kurdî li Ûrmîyeyê kurmancî ye û Bangîn bi xwe bi tenê şanoyek bi soranî li Ûrmîyeyê birîye ser dikê, kesên ku li Ûrmîyeyê li ser şanoyê xebitîne soran jî bûne û niha jî rola wan gelekî berbiçav e. Şanoya kurdî li deverên soranî yên Rojhilatê pêşketîtir e û dibe ku ev yek bibe sebeba xuyabûna soranan li Ûrmîyeyê jî.

Rewşa şanoya kurdî li Ûrmîyeyê

Yekemîn şanoyên ku li Ûrmîyeyê hatine birêvebirin, lîstikvanên wan ji ciwanên Enstîtuya Xanî bûne. Wekî yekemîn derhênerên şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê em dikarin Resûl Bangîn û Hamid Îsmaîlvend bibêjin. Bangîn bi xwe ji bilî ku derhêner e, şanonivîs e jî û gelek karên kurdî yên ku li Ûrmîyeyê çûne ser dikê, ji şanonameyên wî bûne. Hêjayî gotinê ye bi bawerîya gelek kesan, kêmasîya herî girîng a şanoya kurdî li Ûrmîyeyê, nebûna şanonivîsên kurd, ji bilî Bangîn e. Ev yek dibe sebeb ku derhêner, şanonameyên bîyanî wergerînin ku digel civaka me naguncin [10]. Bi raya Bangîn şanoya kurdî li Ûrmîyeyê di sala 2012yan pê da rewneqîyek peyda kir. Wî li bîr e ku di dema îcraya şanoya wî ya “Bûka Baranê” da, ku bi soranî bû, di salona 350 kesî da, 600 kes hebûn û beşeke zêde ya xelkê li ber derî mabû [11]. Şanoyên derhênerên wekî Hamid Îsmaîlvend û Resûl Bangîn li bakurê welêt jî li bajarên wekî Wan, Amed, Batman û hwd. çûne ser dikê. Tevî ku şanoya kurdî li Ûrmîyeyê ciwan e û belkî jî nûciwan e, karîye gelekî xwe pêş bixe û di beşên din ên Kurdistanê da jî bihête hezkirin. Him jî li Ûrmîyeyê xelk bi xwe gelekî ji şanoyê hez dike ku dibe sebeb ku şanoyeke pêşvero li wî bajarî hebe. Ji bilî kesên ku me navê wan gotî, gelek ciwan di şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê da dixebitin û di van salên dawîyê da şano ew qas pêş ketîye ku niha nêzî 8 derhêner û komên şanoyê li Ûrmîyeyê hene û bi gotina çalakvanên şanoyê, niha ji alîyê hêza mirovî ve kêmasîya şanoya kurdî li Ûrmîyeyê nemaye. Ji ber sînordarbûna nivîsarê û zêdebûna kesan mirov nikare yek bi yek hemûyan bibêje û bi hûrgilî behs bike.

Rola ciwanan di şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê da

Herwisa ku me amaje pê kir, temenê şanoya kurdî li Ûrmîyeyê kêm e û bi gotina Bangîn ev şano bi xwe jî ciwan, an jî belkî nûciwan e. Ji ber vê asayî ye ku ew nifşê ku jê hez dikin jî temenê wan kêm be. Di despêka şanoya kurdî da, ji ber agahdarnebûna malbatan gelek kesan rê nedida zarokên xwe ku têkelî komên şanoyê bibin û li ser şanoyê bixebitin. Ev rewş ji bo jin û mêran yeksan bû û karkirin ji bo kuran jî zehmet bû. Lê di van salên dawîyê da, gelek malbat zarokên xwe dişînin kursên şanoyê. Herwisa ji ber kêmbûna temenê şanoya kurdî li Ûrmîyeyê temaşevanên wê jî piranî ciwan in. Asayî ye ku bi zêdebûna temenê şanoyê, temenê temaşevan jî yê zêdetir bibe û me yê li Ûrmîyeyê berdengên agahdartir hebin ku bikarin bi awayê rexnegirane li şanoyê binêrin.

Ji bo mînaka ciwanên çalak di şanoya kurdî da Îrfan Sohêylî ye ku çend sal in wekî lîstikvan di vî biwarî da dixebite. Îrfan yek ji şagirdên Resûl Bangîn e ku di sala 2020an da bi kursên lîstikvanîyê yên Bangîn dest bi karê xwe kirîye. Îrfan ku karê xwe bi lîstina rola Tajdîn di “Mem û Zîn”a Bangîn da dest pê kirîye, xwe deyndarê Bangîn dizane ku li mala xwe kursên şanoyê ji bo ciwanan li dar dixistin. Hêjayî gotinê ye şanoya “Mem û Zîn” a Resûl Bangîn, dirêjtirîn û mezintirîn şanoya kurdî li Ûrmîyeyê bû ku Bangîn bi xwe, wê wekî girîngtirîn karê xwe bi nav dike [12].

Îrfan Sohêylî ku van rojan digel şanoya “Rût û Xudançakît” li Ûrmîye û Selmasê li ser dikê ye, bi bawer e ku niha gelek ciwan ketine şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û ev yek hêvîbexş e. Ew amaje bi vê yekê jî dike ku çend sal berî niha, şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê dîsa tûşî kesadîyê bûbû û sebeba wê jî kêmbûna hêza mirovî dizane. Îrfan, dibêje ku şanoya “Mem û Zîn” bû sebeb ku xelk li şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê vegere û salon dîsa tijî bibin. Ew herwisa bi bawer e ku niha di şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê da, kalîte bi qasî kemîyetê ne girîng e û ji ber ku şanoyên kurdî kêm in, berdengên şanoyê nikarin şanoya baş û xirab ji hev veqetîne û divê karên zêdetir çêbibin û biçin ser dikê [13].

Tevî ku şanoya Ûrmîyeyê bi xwe ciwan e, bi rêya ciwanan gihîştîye asteke baş û xuya ye ku dê di salên li pêş me da, xwe baştir jî nîşan bide.

Wêne: Şanoya Mem û Zîn a Resûl Bangîn
Wênegir: Josêf Yûsifî

Çavkanî

[1] Şano, Neynûka Serrastker ya Civakê ye, Akam Cehangîrî, Kovara Vejîn, Sala Sêyan, Hejmara 11, Adara 2024an

[2] H.b

[3] Neteweperweriya Kurdî di Şanoyê de, Performans, Siyaset û Berxwedan li Başûrê Kurdistanê, Mari R. Rostami, Ji îngilîzî: Fahriye Adsay, Weşanên Avesta, 2019, Rûpera 125 ta 137

[4] Dîrûk Tiatr Kurdî, Îrfan Keremî, Kovara Vejîn, Sala Sêyan, Hejmar 11, Adara 2024an

[5] Gotûbêja min bi Resûl Bangîn ra, 7ê Cotmeha 2024an, Saet 10ê Şevê( Ev gotûbêj nehatiye weşandin)

[6] Heman Gotûbêj

[7] Kovara Hawar, Sala Duyan, Hejmara 23, Havîna 2006an

[8] Gotûbêja min bi Resûl Bangîn ra, 7ê Cotmeha 2024an, Saet 10ê Şevê( Ev gotûbêj nehatiye weşandin)

[9] https://anfpersian.com/%D8%AA%D8%A7%D8%B2%D9%87%E2%80%8C%D9%87%D8%A7/nstytwy-hmd-khny-dr-rwmyh-plmb-shd-15974

[10] Gotûbêja min bi Îrfan Sêhêylî ra, 8ê Cotmeha “024an, Saet 6ê Êvarê( Ev gotûbêj nehatiye weşandin)

[11] Gotûbêja min bi Resûl Bangîn ra, 7ê Cotmeha 2024an, Saet 10ê Şevê( Ev gotûbêj nehatiye weşandin)

[12] Gotûbêja min bi Îrfan Sêhêylî ra, 8ê Cotmeha “024an, Saet 6ê Êvarê( Ev gotûbêj nehatiye weşandin)

[13] Gotûbêja min bi Îrfan Sêhêylî ra, 8ê Cotmeha “024an, Saet 6ê Êvarê( Ev gotûbêj nehatiye weşandin)


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Armîn Temerzade

Di 1999an da li gundê Balekan ê Selmasê hatiye dinyayê. Di Zanîngeha Ferhengiyan a Ûrmiyê de Beşa Zanistên Perwerdeyê xwendiye. Kitêba wî ya helbestan bi navê "Pirtûka Baranê" (2023, Pall) çap bûye. Romana Seyid Qadir Hîdayetî ya bi navê "Gabor" (2024, Pall) ji soranî kiriye kurmancî.

Weşana berê

Namenûçeya Rojane ya Botan Timesê

Weşana paşê

Ayfer Duzdaş dê li Amedê konsertekê bide