Talîbanê îcar jî karkirina li sazîyên sîvîl li jinan qedexe kir

25/12/2022

Ajansên navnetweyî ji Afganistanê radigihînin ku Talîbanê îcar jî karkirina li sazîyên sîvîl li jinan qedexe kiriye.

Li gor ajansan, Talîbanê roja Şemîyê dîyar kiriye ku ewê jin êdî li sazîyên sîvîl nexebitin.

Talîban dide zanîn ku ger sazîyên sîvîl jinan bixebitînin ewê ruxsatên wan betal bike.

Di rojên borî de, Talîbanê zanîngeh jî bi temamî li jinan qedexe kiribû.

Berî qedexeya berfireh, Talîbanê ji jinan xwestibû ku li zanîngehê beşên wek rojnamegerî, beytarî, çandinî û mihendîsîyê nexwînin.

Rêvebirîya Afganistanê ji Tebaxa 2021an vir ve di destê Talîbanê de ye.

Mehneya Talîbanê bi Peştunî ‘’talibên ilmê’’ ye ku ev wek rêxistineke tundrê ya Îslamî tê naskirin. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Tirkîya Feleknas Uca êdî ji Kurdîya wê çêtir e

Weşana paşê

Dozgerê Parîsê: Bergumanê êrîşê dibêje nefreta min patolojîk e