Talîban zanîngehan li jinan qedexe dike

20/12/2022

Wezareta Perwerdehî ya Talîbanê bi daxuyanîyeke nîviskî zanîngeh li jinan qedexe kir.

Li gor daxuyanîya wezaretê, ew qedexe dê heta ragihandineke nû bidome.

Talîbanê rêvebirîya Afganistanê di Tebaxa 2021an de bi dest xist û ji wê çaxê vir lîse jî li keçikan têne qedexekirin.

Rêvebirîya Talîbanê di mehên borî de ji beşên zanîngehê, beytarî, muhendîsî, aborî, çandinî û rojnamegerî li jinan qedexe kiribû. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

DEVA ya Dîyarbekir: Axaftina Babacan tesîreke pozîtîf li xebatên me kir

Weşana paşê

Elon Musk bo rêvebirîya Twitterê li bêfehmekî digere