Baroya Rihayê, di çarçoveya çalakîyên 10ê Kanûna Pêşî Hefteya Mafên Mirovan de, Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku berî 6 salan hat qetilkirin bi belgefîlma ”Kırık Saat”ê bi bîr anî.
Navenda Mafên Mirovan a Kazim Ekinciyê Parêzerê Baroya Rihayê, Ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê berî 6 salan hatî qetilkirin çalakîyeka bibîranînê li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serokê Baroya Şanliurfayê Mehmet Velat Îzol, derhênerên belgefîlma “Kırık Saat” Rabîa Çetîn û Sînem Babul, gelek rêxistinên sîvîl, nûnerên wa rêxistinên û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûn. Li salona ku bîranîn hat lidarxistin, wêneyê Tahir Elçi yê li ser “Em tê ji bîr nakin” hatibûye daliqandin.

sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.