Em dîsa dereng dimînin. Zû, gerek em zû strana Mehmet Atlı vekin, gerek em hema bibînin ku em nizanin em li kû ne, û em bê ziman, belkî ji wê jî xerabtir, em bê zeman mane.
***
Mehmet Atlı di straneka xwe ya serê salên 2000î de dibêje “Nizanim li kû me, bê zeman û bê ziman im..’’ Strana ku nav jî Bê Zeman û Bê Ziman e bi dilekî depresîf behsa dema bihurî, dinyaya guherî dike. Di stranê de nola ku dinya pêşve çûye, lê Mehmet Atlı li paş xwe nihêrîye û şîn gerandiye.
Sedsala 21ê zeman ji hikmê me derxist û em xistin xefka derengmayîneka ebedî. Alarmên serê sibê, ji ber îhtimala şiyarnebûnê hema bêje du deqîqe du deqîqe li dû hev têne eyarkirin êdî. Û zati piştî şiyarbûnê zeman tune ku li malê taştêyek were hazirkirin ku çare borek, boxaça, simîtên firinê ne. Lê tim sire heye li wê firinê jî, sireya bi ewên mîna me re dirêj bûye û me ditirsîne ku em dereng bimînin.
Îro ro plan û program çi be jî tim bi me wer tê ku em dereng dimînin, gerek em zû hereket bikin. Gerek em zû zimanan bielimin, gerek em zû enstrumanekê lêxin, gerek em zû sertîfîkayan bistînin, gerek em zû bixwînin, gerek em zû binivîsin, gerek em zû bimeşin, gerek em zû herin, gerek em zû werin, gerek em zû rabin, gerek em zû rûnin, gerek em vê fotografê, vê vîdeoyê zû biavêjin ser sosyal medyayê. Zû, zû-zû, zûzûka.
Eyan û eşkere ye, zû, zû-zû, zûzûka em ber bi mirina mutleq ve darin. Ê xêr e me, em ji xwe çi dixwazin bi vê lezûbezê, bi vê zûperestîyê? A rast em ji xwe tiştekî naxwazin, em ji xwe re tiştekî naxwazin, çinku wexta me ti kesî tune em ji xwe tiştekî bixwazin, wext ne ya me ye ku em ji xwe re tiştekî bixwazin. Wext, wexta sîstemê ye, sîstem kapîtal e û li me nehiştiye ti hal e: Wê jî hesab bikî, ku kevçîyek kar e, heskek zirar e li bedenên me.
Ji ber lezeleza dewra me, zemanê ku wextekê teselî dida û birîn derman dikirin, hekimîya xwe hetikand û terikand. Ew zemanê ku berê nedisekinî, niha jî nasekine, derbek li ser derbeka din li me dixe. Li şûna ku dermanê her tiştî be zeman, mîna ku bûye sebebê her tiştî. Ji gotinan gotin e, çi gotine, zeman xerab bûye.
Em dîsa dereng dimînin. Zû, gerek em zû strana Mehmet Atlı vekin, gerek em hema bibînin ku em nizanin em li kû ne, û em bê ziman, belkî ji wê jî xerabtir, em bê zeman mane.