Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Stranbêjê kurd ê danîmarkî Tobîas Rehîm 80 hezar kes reqisand

05/07/2023

Stranbêjê kurd ê danîmarkî Tobîas Rehîm li konserta xwe ya mezin li gel bi deh hezar guhdaran govend girt.

Dîmenên govendê yên stranbêjê navdar di demaka kurt da li ser medyaya civakî belav bûn û ji aliyê sedan kesan ve hate parvekirin.

Di wê vîdyoya berbehs da, Rehîmî bo guhdarên xwe dibêje;

“Tilîkên biçûk yên hevûdu bigirin û em ê govenda Kurdî bilîzin.”

Stranbêj li gel guhdarên xwe li ber tembûra elektroyê dîlana kurdî digire. Herwiha di vîdyo û dîmen da tê dîtin ku li alîyekê sehneyê jî ala Kurdistanê hatiye bilindkirin.

Hunermend Tobîas Rehimî sala 1989an ji dayikeka kurd û bavekî danîmarkî hatiye dinê.

Rehîmî, 2 salan li bajarê herî mezin ê Kolombiyayê, li Caliyê, li taxeke feqîr jiyaye. Sala 2017an albûmeka bi navê xwe Solo EP Tobias Rahim derxistiye.

Sala 2020an albûma Neteweyî ya Romantic 2021 weşand ku tê de stranên “Jesus”, “Borderline” û “Sang til Siri” hene.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan