Strana “Behar e Bilbil”a Serdar Cananî di weşanê de ye!

09/10/2024

Stranbêj Serdar Cananî sitrana “Behar e Bilibil”ê wek albûmeka tekane (single) weşandiye.

Amadekarên albûmê û gotinên stranê:

Beste: Necmedîn Xulamî
Helbest/Text: Exol (ئەخول) (Ehmed Derwêş Ebdulla)
Piyano û Aranjeya wê: Erîka Ueda
Çello: Ruşen Arslanargun
Mix-Mastering: Mehmet Bekalp
Stûdyo: Twoone Music Studyo
Vîdeo Edît: Azad Doğru ‪@dogruazad‬
Alîkariya Teknîkî: Azad Yilmaz ‪@vengband‬

Behar e Bilbil

Behar e bilbil, bilbil behar e
Seretay nalley ‘ezîzekem sewdayî zar e
Were binallîn be cût le şew da
Ême şew bêdar ‘ezîzekem bê xem le xew da

Wa berî beyan sifîdey niwand
Tem û tarîkî ‘ezîzekem le gulşen rewand
Deşt û kêw hemûy be gull xemllîwe
Bergî bûkênî ‘ezîzekem tazey poşîwe

Hewrî beharî le gerd û xul da
Çîmen gerdaney ‘ezîzekem şewnim le mil da
Lagîrey zêrr e qetarey gullzar
Heyasey pişt e ‘ezîzekem zincîrey rubar

بەهارە بلبل

بەهارە بلبل، بلبل بەهارە
سەرەتای ناڵەی عزیزەکەم سەودایی زارە
وەرە بناڵین بەجووت لە شەودا
ئێمە شەو بێدار عزیزەکەم بێ خەم لە خەودا

وا بەری بەیان سفیدەی نواند
تەم و تاریکی عزیزەکەم لە گوڵشەن ڕەواند
دەشت و کێو هەمووی بە گوڵ خەمڵیوە
بەرگی بووکێنی عزیزەکەم تازەی پۆشیوە

هەوری بەهاری لە گەرد و خولدا
چیمەن گەردانەی عزیزەکەم شەونم لە ملدا
لاگیرەی زێڕە قەتارەی گوڵزار
‎هەیاسەی پشتە عزیزەکەم, زنجیرەی ڕوبار


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Mem û Zîn û Sînemaya Amûdê

Sînemaya Amûdê çima hat şewitandin? Zindana Diyarbekirê çima hat avakirin? Gundê me

Penaberên Sûriyeyî ji ber şerî ji Libnanê vedigerin welatê xwe

Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên ku berê ji ber şerê navxweyî

Ji ber çi The Guardian dê hesabên xwe yên Xyê bigire

Rojnameya Brîtanî The Guardianê biryar daye ku hesabên xwe yên fermî li