Stêrka Zikzir

Tu wexta ku dixwazî hêstirên xwe dîsa bikişînî ber bi cîhana xwe ve, nikarî. Bi hev ve zeliqîne, hêstir û stêrk, çawa ku di nav pevşabûneke germ de ne. Lê tu dixwazî bikişînî ber bi aliyê xwe ve, ber bi nav çavê xwe ve. Tu wê demê dibînî stêrk çawa aliqî mane li jor, her ku tu dilopekê dikişînî yek ji wan xwe tev dide, diheje. Her ku tu yekê dikişînî yek ji wan jî dixwaze xwe bifilitîne. Her ku tu yekê dikişînî tu dibînî yek ji wan xwe berdide, sivik sivik dikeve, tê û li ser giyayekî hişk disekine. Belkî dixwaze wî giyayî şîn bike. 

***

Berî ku rê biqede tu ketî nav fikaran. Her riya reş êş bû, her xêza spî ya li ser riya reş, keder bû. Te çi dît, tu çi jiyayî tu dizanî. Bi qasî stêrkên şevê yên ku carinan xwe nîşanî te didan, te hêstir barandin. Te xwest hêstirên te her carê ber bi jor ve biherikin û bigihîjin wan stêrkan. Dibiriqîn, bi dilopên hêstirên te bêhtir dibiriqîn, ji roniya ewil a şeveqê jî bêhtir, ji dilê te yê reş jî bêhtir. Wekî ku jiyan bûn ew hêstir, jiyana stêrkan. Wekî ku zehf tenê mabûn li wir, di nav esmanê yaqûdî de û ew hêstir ji wan re bûbûn qurtek av. Te strana xwe jî dişand, ya ku ji zû ve ye çûbû, te nizanîbû ji ber çi çûye. Tu bawer nakî, ji ber ku xeyidî ye, lê dibe ku ji ber êşê be, wê jî nexwestibû êşa te bike du qat.

Çavên te wexta ku hemû hêstirên xwe dişîne bo stêrkan, bi awayekî ziwa -wexta ku wisa dibe wekî qelemok tê de diçin- li giyayên zerbûyî dinêre û emrê wan difikire. Hinek ji wan şansê wan heye, li deverên xweş dijîn, li deverên xelkê û zer nabin, lê giyayên li aliyê te wekî canê mirovan zû zer dibin, tu tamekê ji hişînayiya xwe nastînin, tu çiqas avê bireşînî jî, zertir dibin û hişk dibin. Tu nawêrî pê li wan jî bikî êdî, lewre têra xwe diêşînin.

Lê stêrk, stêrkên her welatî, her bajarî wekî hev in, wekî hev dibiriqin, wekî hev kom dibin, wekî hev wenda dibin, carinan jî ha te dît wekî hev dişemitin, çawa ku lîstikeke ecêb dilîzin, lê dibe ku li cihekî zehf tarî digihîjin hev û bi roniya xwe ya jar wê derê hinek ronî dikin, helbet hêstirên te jî tev xwe dibin û tevlî lîstika xwe dikin. Guh nadin gerestêrkên ku li derûdora wan dizivirin, guh nadin tevgerên wan, derdê wan tenê ew e ku wan hêstirên te yên zelal biparêzin.

Tu wexta ku dixwazî hêstirên xwe dîsa bikişînî ber bi cîhana xwe ve, nikarî. Bi hev ve zeliqîne, hêstir û stêrk, çawa ku di nav pevşabûneke germ de ne. Lê tu dixwazî bikişînî ber bi aliyê xwe ve, ber bi nav çavê xwe ve. Tu wê demê dibînî stêrk çawa aliqî mane li jor, her ku tu dilopekê dikişînî yek ji wan xwe tev dide, diheje. Her ku tu yekê dikişînî yek ji wan jî dixwaze xwe bifilitîne. Her ku tu yekê dikişînî tu dibînî yek ji wan xwe berdide, sivik sivik dikeve, tê û li ser giyayekî hişk disekine. Belkî dixwaze wî giyayî şîn bike. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Tu lê dinêrî her der bûye stêrk, ser her giyayekî zer. Tu dixwazî destê xwe li wan bidî ka rast in an na. Destê xwe dirêj dikî, zehf ecêb e; zehf nerm in, wekî pembûyê. Tu destê xwe zêdetir lê didî, dibînî ku destê te tê de diçe, çawa ku dixî nav avê. Tu milekî xwe jî dixî nav, piştre serê xwe û piyên xwe. Tu dibînî ku hemû bedena te ketiye nav wê stêrka ecêb û cihê ku tu dikeviyê dîsa digihîje hev û bi temamî tê girtin. Tu tê de asê dibî. Stêrk, te û hêstirên te di nav xwe de vedişêre. Piştî demekê tu li cihekî digerî da ku bikaribî nefesê bistînî. Rengê rûyê te diguhere, şîn dibe, bedena te hişk dibe, tu nikarî xwe tev bidî, difetisî di nav wê stêrka ecêb de. Stêrk hêdî hêdî, wekî ajalekî ku nêçîreke mezin daqurtandiye, radibe, giran, bi awayekî zehf giran xwe dikişîne jor dîsa, diçe li cihê xwe yê ewil xwe dialiqîne.

Nivîskar/rojnameger
Sevda Orak Reşitoğlu
Sevda Orak Reşitoğlu
Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.
Weşanên dawiyê