Bi boneya 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî li Stenbolê, ji alîyê Weqfa İsmail Beşikci ve gotûbêjek tê lidarxistin.
Di gotûbêjê da rojnameger Cemil Oğuz, Nujin Önen Tacar û Rawîn Stêrk li bin serenavê Di Serdema Modern de Rewşa Rojnamegerîya Kurdî dê gotarên xwe pêşkêş bikin û li ser Rojnamegerîya Kurdî biaxivin.
Bername 20ê Nîsanê, li Stenbolê, li Terasa İBVyê dê saet 15:00an dest pê bike.