Spectrum Houseyê rapor/lêkolîna xwe ya nû belav kir

02/10/2024

Navenda Fikrê û Lêkolînê Spectrum Houseyê lêkolînek kirîye û raporek amade kirîye ka sekn û helwest û hêvîyên hilbijêrên kurd çi ne derbarê tifaqên sîyasî da li Tirkîyeyê.

Lêkolîn di navbera 4 û 23yê Îlonê da, ligel kesên 18 salî û mezintir (1.610 beşdar) hatîye kirin ku ew kes/beşdar xwe wekî kurd dihesibînin/dibînin.

Lêkolîn li 13 bajaran hatîye kirin, 4 ji wan bajaran yên tirkan in û 9 bajar jî yên kurdan in.

Lêkolîn li van bajaran hatîye kirin: Amed, Wan, Mêrdîn, Batman, Şirnex, Bingol, Qers, Intab, Colemêrg, Stenbol, İzmir, Enqere û Mêrsîn.

Ev bajar temsîla hilbijêrên kurd e wekî demografî û cografî.

Ev lêkolîn bi vê armancê hatîye kirin ku dê encam û daneyên vê raporê sudmend bin ji bo fêmkirina têsîrên muhtemel li ser dengeyên sîyasî li Tirkîyeyê. Herwiha ev lêkolîn dê sudmend be ji bo xebat û stratejîyên nû derbarê meseleyê da. Bi taybetî jî dê sudmend be, da ku partîyên muxalîf di çarçoveya wan daneyan da stratejîyên nû bi pêş bixin û da ku desteka hilbijêrên kurd bi dest bixin.

Çend dane ji raporê

Temamîya Raporê ev e:


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku