Biratîya gelan. Ev peyv bêtir bi îdeolojîyên ser-neteweyî ve, ji bo pînekirîna bindestan, bi pergala serdestan bi kar tê ji dêvla mahneyên xwe yên îdeolojîkî ya ûtopîk. Çima îdeolojikî ya ûtopîk, lewra di texeyûla xwe de ferz dikin û dixwazin ku her kes bi hev re di nav aramî, hezkirin û hevkarîyê de bijîn. Nebûna nakokîyên civakî ûtopîk e. Lê di pratîkên xwe de jî wer dixuye ku ev tişt ne pêkan e di dahatûyeke nêz de. Îcar meseleya biratîya gelan û fikra ûmmetê di pratîkê de ne ji bo armancên xwe yên ûtopîk lêbelê bi mebestên kar û fêdeyên pratîkî kar dikin. Bi saya van, kirinên xwe di ser kom û komikên kêm, kêmar û bindestan de tetbîq dikin. Peyvên hezkirin, aştî, biratî hwd gelek bi kêr tên.
***
Di helbesta xwe ya bi navê “çıplak” (“tazî”) de wisa dibêje Murathan Mungan:
“neyartîya di eşqê de na
eşqa di neyartîyê de [ye]
ê ku aniha wan ji hev vediqetine”.
Bi van hevokên jorîn Murathan Mungan sînorên di navbera eşq û neyartîyê de wisa şîlo kirîye ku mirov deh caran bixwîne kêm caran pêdihese bê ka çi dibêje, xîtabî kîjan hest û fikran dike. Rastîyek li meydanê hebe ew jî di navbera dijberîyên peyvan de, ji hêla fahm û ferasetê ve nakokîyên heyî, delîveyên nesînorkirî berpêşî mirovan dikin. Wisa dibe ku pirî caran şer dibe aşitî, şehîd dibin terorîst, zalim dibin mezlum, serdest dibin bindest, axirî her tiş li cihê xwe ye. Ev rêzikên ji helbesta Murathan Mungan kir ku ez li ser peyva nejidilîya di dostanîyê de û jidilîya di dijminîyê de bifikrim.
Her ku ne alternatîfên hev bin jî, gelo kîjan li mirovan zêde dike an jî lê tê: dostanîyeke nejidil an jî dijminatîyeke jidil (birûmet)?
Serê pêşî kurt û nekurmancî bersiva xwe bidim. Di kitêba Dünya Edebiyatının Ekolojisi (Ekolojîya Wêjeya Cîhanî) de Alexander Beecroft peyveke li gorî vê rewşê, li ser ziman û wêjeyê bi kar tîne: “verimli husumetler” (“dijminahîyên berhemdar”). Di wêjeyê de, li ber dilê min, herî xweş Aurelianoyê Mîralay tayê vê rewşê bi derzîyê ve dike.
Ev wêneya îlûstrasyonî ji pêşengeha One Hundred Years of Solitude (Sed Salên Tenêtîyê) a Selin Çinar e. Îlûstrator Selin Çinar çend dîmenên bi vî rengî ji epîzodên bi heman navê romana Gabriel Garcia Marquez xêz kirine.
Ev êpîzoda jorîn a di wêneyê de bicîkirî tê bîra min. Walîyek tê herêma wan, rojekê biryarê dide ku ew dê hemû xanîyên şênîyan bi rengê şîn boyax bikin. Li ser vê biryara xwe jî fermanê dide. Di vê îlûstrasyonê de em dibînin ku zilamên dewletê yên asayîşê gelekî xurt û bejnbilind in, yê ku boyaxê dike jî parikî ji wan sisttir lêbelê ew jî têra xwe li hev e. Lêbelê dema em li şênî û niştecihên herêmê binêrin, yek ji wan asayî dixuye li ber derîyê şaneşînê ye, du heb ji wan wekî xeyaletan bes bi sîyên xwe dixuyin li pişt pencerayan. Ev qadên taybetî ne, lê dema mijar dibe qada giştî, qada raya giştî em dibînin ku mirovên herêmê mîna kêzikan biçûk bûne, ji reşahîyeke kêzikî pê ve ne tu tişt in.
Piştî xwendina vî wêneyî û şîroveya îlûstratorê, em vegerin epîsoda nav romanê. Aurelianoyê Mîralay jî li hemberî vê biryarê pir diqehire, diçe mala wî zilamê dewletê. Hema yekser destê xwe dike qirika wî, wî bi dîwarê ve dizeliqîne, pêyên wî li hewa, dike ku bifetise. Mêrîkê dewletê lave jê dike ku wî nekuje. Mîralay jî dîyar dike ku destê xwe ji ser herêmê vekişîne, werhasil ew karê boyaxkirinê betal dike lê ji tirsan jî nikare bawerîya xwe bi Mîralay bîne, jê dixwaze ku li ser “peyva dostanîyê” sond bixwe ku dê dest nede wî û malbata wî. Mîralay jî dibêje bi “peyva dijminîyê” ez soz didim. Mirov di vir de sivikîya di peyva dostanîyê de ji devê bajarî, “şareza” û cîhana dagirkerîyê fahm dike, berovajîya wê jî giranîya dijminîyê jî ji devê niştecih, xwecih û cîhana dargirkirî bi zelalî dibîne. Esasen li cîhana xwecihan, li her derê ku çanda niştecihan xwe parastibe em vê yekê dibînin ku hiquqeke dijminîyê jî heye û ew hiquq xwedan bext û rûmetê ye.
Dagirker ji rewşekê dijminîyê zêdetir e. Karesatek e ku divê mirov jê xelas bibe. Dijminî bi xwe ne wisan e. Tu caran jî bawerî bi peyva dostanîya dagirkeran nabe.
Û herweha ev helwesta rûmetî ya dijminîyê, ji hiquqa dijminayî ya navneteweyî cudatir e. Di wir de çend esasên hiquqî hene ku ji rêz û hurmeta dijminîyê bêtir li hêmanên lawaz û mayînde miqate dibin: bo nimûme mirov nexweşxaneyan bombe nake, çekên qedexe bi kar nayîne, dîlgirtîyan nakuje, sîvîlan nakuje hwd. Di epîzoda behskirî de ev dijayetîya di nav peywenda peyvan de, biratîya gelan, jîyana pêkve, mesafeyên di navbera kesan de gelek tiştan tîne bîra me. Bo nimûne biratîya gelan. Ev peyv bêtir bi îdeolojîyên ser-neteweyî ve ji bo pînekirîna bindestan bi pergala serdestan bi kar tê ji dêvla mahneyên xwe yên îdeolojîkî ya ûtopîk. Çima îdeolojikî ya ûtopîk, lewra di texeyûla xwe de ferz dikin û dixwazin ku her kes bi hev re di nav aramî, hezkirin û hevkarîyê de bijîn. Nebûna nakokîyên civakî ûtopîk e. Lê di pratîkên xwe de jî wer dixuye ku ev tişt ne pêkan e di dahatûyeke nêz de. Îcar meseleya biratîya gelan û fikra ûmmetê di pratîkê de ne ji bo armancên xwe yên ûtopîk lêbelê bi mebestên kar û fêdeyên pratîkî kar dikin. Bi saya van, kirinên xwe di ser kom û komikên kêm, kêmar û bindestan de tetbîq dikin. Peyvên hezkirin, aştî, biratî hwd gelek bi kêr tên. Ev epîzoda ku Marquez raberî xwendevanan dike, berovajîya wê dibêje ji me re. Ji bo têkilîyeke birûmet pêdivî bi van peyvan nîne. Ji bo ku kurd ji tirk, ereb, û farisan hez bikin, tevî wan di nav aramî û aştîyê de bijîn, her du alîyan pêdivî bi hev re jîyanê nîne. Ne mecbur in li ser erdnîgarîyeke sîyasî ya hevbeş bijîn, dikarin li ser erdnîgarîyeke çandî bijîn. Ev jî bi çanda cînartîyê, jê zêdetir jî bi vê fahm û feraseta Marquezî, a rasttir bi feraseta Aurelianoyê Mîralay bijîn. Li ser “peyva dijminîyê” (peymana dijminîyê).