Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu dîyar kir ku ew nikare li şûna Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu qeyum tayîn bike.

Soylu di bernameyeke kanala CNN Turkê de got ku jiber ku rewşa Îmamoglu ne meseleyeke terorê ye ewê rewşeke qeyumî çênebe.

Wî da zanîn ku qanûn û qanûna bingehîn zelal in û piştî pejirandina dadgehên jorîn ew dikare Îmamoglu ji kar dûr bixe.

Hefteya borî dadgeheke Stenbolê li Îmamoglu 2 sal û 7 meh cezayê zindanê biribû û sîyaset li wî qedexe kiribû. Bi cezayê bo Îmamoglu, tayînkirina qeyuman careke din ket rojeva sîyasî ya Tirkîyê.

Hêjayî bîrxistinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku partîyeke pro-Kurd tê qebûlkirin, di hilbijartinên herêmî yên 2019an de 65 şaredarî bi dest xistibûn, lê qeyuman heta niha dest danîne ser 48 şaredarîyan.