Şoreşa jinê yan şoreşa jinan?

Bikaranîna kurdî ya di her warî de baş û bi dilê me ye, lê bikaranîna kurdiyeke rast û durist hîn baştir û tam bi dil û daxwaza me ye. Jiyîna di nav zimanê xwe de, fikirîna bi zimanê xwe û hayjêbûna ji taybetmendiyên zimanê xwe, qet nebe rê li ber şaşiyên zimanî yên beloq û seyr digire. Gava mirov di nav sînor û derfetên zimanê xwe de birame, tev bigere, îstifadekirina ji zimanê din bikêr tê û ziyanê jî nagihîne ziman û rêbaza mirov a têfikirînê.

***

Min ji zû de dil kiribû ez li ser çend ravekan binîvîsim ku bi ya min ew ji ber tesîra zimanê tirkî bi şêweyeke şaş di kurmancî de tên bikaranîn. Elbet gava mirov di nav zimanê xwe de nefikire, hay ji qaydeyên rêzimana xwe nebe, tiştên wisan ecêb diqewimin û dibin sedema gêjahî û nîqaşan.

Mînakên ez dê balê bikişînim ser wan, bi piranî bi peyva “jin“ê ve eleqedar in û ew hem di zimanê devkî hem jî di yê nivîskî yên van salên dawî de derdikevin pêşberî me. Ez bi xwe bi awayê bikaranîna wan a şaş ne qayîl im û heta ji min tê jî ez behs ji vê şaşîtiyê dikim. Lê carekê vê rewşê serî hildaye, heta em hewl didin wê sererast bikin, ew ji xwe re cih xweş jî dike. Ev nimûneyên hanê jî hema bibêje bi giştî divê ew di rewşa raveka nebinavkirî ango nenasyariyê de bin, lê ew wekî raveka binavkirî tên bikaranîn.

Bi dayîna nimûneyan ez dabaşê şênber bikim û berdewamî bi mijarê bidim: şoreşa jinê, pirsgirêka jinê, rewşa jinê, meclisa jinê, mafên jinê, temsîla jinê, azadiya jinê, rizgariya jinê, îdeolojiya rizgariya jinê, îdeolojiya rizgariya jin, polîtîkaya jinê, rola jinê. Ev mînak ne min bi xwe çêkirine, ew êdî di zimanê nivîskî de jî bi ber çavên me dikevin. Gava mirov di van nimûneyan difikire tavilê pê derdixe bê çawan ew ji aliyê mentiqa kurmancî ve arîşedar in û ew ne awayên vegêrana kurmancî ne. Eger em bi kurtasî bibêjin, bêhna hîkariya tirkî ya neyînî ji wan tê. Ev ravekên nimûneyî yên navborî, di zimanê tirkî de bi awayê raveka nebinavkirî ne: kadın devrimi, kadın sorunu, kadın meclisi, kadın hakları, kadın temsili, kadın özgürlüğü, kadın kurtuluşu, kadın kurtuluş ideolojisi, kadın politikası, kadın rolu… Ev rasterast ji zimanê tirkî wekî raveka yekhejmar a binavkirî li kurmancî hatine wergerandin. Çendî ew di zimanê tirkî de, di rewşa nebinavkirî ya yekhejmar de bin jî, lê îşaret bi pirhejmariyê dikin û ev taybetmendiyeke wî zimanî ye.

Baş e, nexwe divê bi kurmancî ew bi çi şêweyî bên gotin. Jixwe derdê me ji vê nivîsarê peydakirina bersiveke rast a vê kêşeyê ye. Bi qasî ez pê dizanim, halê hazir di kurmancî de ji bo raveka nebinavkirî ya pirhejmar jî /-an/ek li peyva dawî zêde dibe. A rast ev /-an/ tewanga pirhejmariyê ya binavkirî ye. Ji bo zelaliyê ez çend nimûneyan ji zimanê me yê devkî derpêş bikim: kincên jinan, çekên mêran, solên zarokan, şekirê zarokan, hêkên mirîşkan, heqên însanan, şîva miriyan, çermê dewaran, malê sêwiyan, zêrên pîrekan, stranên dilan, derdê dilan, kilamên şeran, baxçeyê încasan, darên sêvan, aliyê jinan, odeya mêvanan, goştê dewaran, navên mirovan, pezên koçeran, doktorê çavan… Ji bilî vê, nemaze li hêla Behdînan û Hekariyan em dibînin li şûna /-an/ê îcar /-î/yek tê dawiya peyvê. Wekî çawan di van mînakan de jî dixuye: miletê kurdî, pirskgirêka kurdî, wêjeya kurdî, stranên kurdî, dîroka kurdî, cil û bergên kurdî… Mesela qest ji “dîroka kurdî” ne ew dîroka bi kurdî ye, ne ya bi kurdî hatiye nivîsîn, lê dîroka aîdî kurdan e.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Jixwe hin term û ravekên nû yên ku van salên dawî jî li zimanê me peyda bûne, em wan mîna mafên mirovan, dadgeha mafên mirovan, yekîtiya nivîskaran, heyeta miteweliyan, mala mamostayan, sendîkaya karkeran, odeya bazirganan, komeleya malbatên girtiyan û hwd. bi kar tînin ku ev jixwe li gorî rêzik û rêsayên rêzimanî yên zimanê me ne.

Di zimanê tirkî de “kadın devrimi” û “kadının devrimi” ji aliyê gramer û wateyê ve du ravekên ji hev cuda ne. Yek jê ravekeke binavkirî ya yekhejmar û yek jî ravekeke nebinavkirî ya yekhejmar e. Berginda her duyan jî bi dorê bi kurmancî wiha ye: şoreşa jinan û şoreşa jinê (jinikê/pîrekê) ye. 

Min ji bo vê mijarê du ravek ji hevalên ku bi farisî, îngilîzî, firansî dizanin pirsîn bê ka di wan zimanan de ew çawan tên gotin. Mala wan ava, ji min re bûn alîkar. Ez pêşî bi soranî, paşê bi farisî, bi dû re bi îngilîzî û piştre jî bi fransizî wan nimûneyan li pey hev bidim:

Pirsgirêka jinan: kêşey jinan, mes’eleyê zenan (زنان مساله), women’s issues (women’s problem), questions féminins.

şoreşa jinan: şorişî jinan, enqilabê zenan (زنان انقلاب), women’s revolution, révolution des femmes.

Em dibînin tevî soranî, di farisî, îngilîzî û fransizî de jî “jin” bi awayê pirhejmar, wekî “zenan“, “women” û “femmes/ féminins” hatine bikaranîn. Ev zimanên hind-ewrûpî, ji ber em jî di nav vê malbata zimanî de ne, ji bo me lazim in ku felsefeya zimanî ya me û ya wan dişibe hev. 

Piştî van aşkerakirinan îcar ez li mijara xwe ya eslî vegerim. Qest ji peyva “jin”ê ne yek jin bi tenê ye, hemû jin in. Gava “şoreşa jinê” bê gotin, wek qaydeyê gramerî û awayê semantîk mebest jê şoreş aîdî jinekê ye, şoreşa ku wê kiriye yan jî ya ji bo wê ye. Lê em gişt dizanin mexsed jê ew şoreş e ku ji aliyê jinan ve hatiye kirin. Mînakên din jî di heman çarçoveyê de divê mirovranêzikî li wan bike û hewce ye di wan hemû ravekan de jî “jinê” wekî “jinan” be. Loma pêwîst e ew li gorî qaydeyên me îşaret bi wan kir, bên sererastkirin û wiha bên bikaranîn: şoreşa jinan, pirsgirêka jinan, rewşa jinan, meclisa jinan, mafên jinan, temsîla jinan, azadiya jinan, rizgariya jinan, îdeolojiya rizgariya jinan, polîtîkaya jinan, rola jinan

Kêşeya sereke ew e ku bêyî haya me ji zimanê me û qaydeyên wê hebe, bêyî em di nav zimanê xwe de bifikirin, bêyî em wan tabîran li zimanê xwe bînin, em bi wergereke şaş ziyanê digihînin zimanê xwe, tehde lê dikin û wî birîndar dikin. Her zimanek xwedî rêyeke vegotinê ye, xwedî rê û dirbên derbirînê ye, xwedan qalibên gotinkî û mentiqekê ye. Elbet zimanên ji heman malbatê û yên ji heman koma heman malbatê, ji hin aliyan ve felsefeya wan a zimanî dimîne hev, lê bi temamî jî ne eynî ne. Tenê berawirdkirina wan bi kêrî mirov tê da mirov ji rastiya rêsayên xwe yên zimanî averê nebe.

Mebest û armanca min ji vê nivîsê ew bû da ez balê bikişînim ser van ravekên bi min ecêb û şaş tên û awayên wan ên rast pêşkêş bikim. Loma min divê ez careke din amaje pê bikim û bibêjim, awayê şoreşa jinê, rizgariya jinê, azadiya jinê, rola jinê û yên din şaş e. Ev awayê fikirînê arîşedar e, derbe li zimên dixe, dibe sedema çêbûna tiştekî seyr ku bi temamî ew ji gramera zimanê me re biyan e. Bi ya me awayê rast rast ev e: şoreşa jinan, rizgariya jinan, rola jinan, rewşa jinan, tevgera jinan, roja jinan û her wekî din.

Bikaranîna kurdî ya di her warî de baş û bi dilê me ye, lê bikaranîna kurdiyeke rast û durist hîn baştir û tam bi dil û daxwaza me ye. Jiyîna di nav zimanê xwe de, fikirîna bi zimanê xwe û hayjêbûna ji taybetmendiyên zimanê xwe, qet nebe rê li ber şaşiyên zimanî yên beloq û seyr digire. Gava mirov di nav sînor û derfetên zimanê xwe de birame, tev bigere, îstifadekirina ji zimanê din bikêr tê û ziyanê jî nagihîne ziman û rêbaza mirov a têfikirînê.

Nivîskar/rojnameger
Zana Farqînî
Zana Farqînî
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî