Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Piranîya beşdarên anketa Musk xwest ku ew ji Twitterê vekişe

19/12/2022

Encama anketa xwedîyê Twitter Elon Musk bêli bû. Musk ji 122 mîlyon şopînerên xwe pirsîbû ku ka ew dest ji rêvebirina Twitterê berde yan ne.

Ji 122 mîlyon şopîneran, 17,5 milyon kes tevlî anketê bûn û ji wan jî % 57,5ê şopîneran xwest ku Musk dest ji rêvebirina Twitterê berde.

Musk, platforma medyaya civakî Twitter di Cotmehê de bi 44 mîlyar dolaran kirî û bi guherandinên li ser platformê rê li ber minaqeşeyan vekir.

Hefteya borî, Musk hesabên hin rojnamegeran cemidandibû û li ser vê yekê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Ewrupayê (YE) ew rexne kiribû.

NYê dîyar kiribû ku azadîya medyayê ne lîska zarokan e û YEê jî dabû zanîn ku ew dikarin dijî Twitterê toleyan ragihînin.





Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan