Solîstên koma Hevra hatine desteserkirin

30/09/2024

Solîstên koma Hevra hatine desteserkirin.

Duhî bi şev, ji alîyê Şaredarîya Amedê ve konsertek hatibû lidarxistin ku koma Hevra û Kardeş Türküler tê da cih girtibûn.

Wê komê hem stranên gelêrî hem jî stranên tradîsyona salên 90î gotibûn.

Li gorî daxuyanîya DEM Partîyê îro solîstên Koma Hevrayê hatine desteserkirin.

“Duhî ji alîyê Şaredarîya Amedê ve konsertek hatibû lidarxistin û Koma Hevrayê jî tê da cih girtibû, îro solîstên wê komê Zeynep Doğan, Yusuf Keleş û Gencay Morkoç ji ber stranên xwe hatine desteserkirin. AKP polîtîkayên xwe yên dijminatîya kurdan, li hemberî ziman û çanda kurdî êrişên xwe bi awayekî sîstematîk didomîne. Em ji vir banga xwe dikin û radigihînin: Ew dê tu caran bi ser nekevin; ka heta niha miletê me çawa li ber xwe daye li hemberî êrişên li ser zimanê kurdî ji bo ku zimanê xwe û çanda xwe zindî bihêlin, dê ji niha şûnda jî wisa li ber xwe bide. Zimanê me hebûna me ye, em ê li zimanê xwe, çanda xwe xwedî derkevin.”

Wêne | Ajansa Mezopotamyayê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Amerîkayê ji Îranê re gotiye: Tu bela xwe li Îsraîlê bidî em nikarin pêşiyê lê bigirin!

Weşana paşê

جەگەرخوین – ١٠٠ سالیا ژیانا ھونەری

Te hay ji vê heye?