Piştî hişê çêkirî, gelo em ê karibin di hunerê de qala hestên mirovan û qala qabiliyeteke afirîner bikin? Piştî ku hest û afirînerî ji nav berheman derkevin û hemû berhem bi awayekî mekanîk, bi heman şiklî bên hilberandin, em ê çawa hestên xwe îfade bikin û hestên mirovên din hîs bikin? Ne tenê huner, di hînbûna ziman, di xebatên akademîk û di gelek tiştan de, em ê çawa qala xebat û xwepêşxistina mirovan bikin?
***
Komîteya Nobelê, îsal, John J. Hopfield û Geoffrey E. Hinton layiqê Xelata Nobelê ya Fîzîkê dîtin. Hopfield û Hinton, bi xebatên xwe yên li ser hişê çêkirî (artifical intelligence) tên nasîn û ji ber van xebatên xwe, Xelata Nobelê wergirtin. Xebatên li ser hişê çêkirî, ne xebatên nû ne. Lê bi taybetî ev çend salên dawî, zêdetir derketin pêş. Geoffrey E. Hinton, bi van xebatên xwe, bi salan di Googleê de xebitiye û di pêşketina hişê çêkirî de, xebatên gelek girîng kirine. Lê ya balkêş ev e ku piştî xebatên gelek salan, Hinton, par dev ji vî karê xwe berdaye. Li gor Hinton, hişê çêkirî bi her pêşketinê “talûke”ya xwe zêdetir dike. Ji ber ku, bi xebatên xwe rê li ber vê talûkeyê vekiriye, poşmaniya xwe tîne ziman û dev ji karê xwe berdide.
Hişê çêkirî, van salên dawî bilez ket jiyana me û hiqmê xwe di gelek qadan de zêdetir kir. Bi hişê çêkirî wêne tên hêzkirin, pirtûk tên wergerandin, tezên akademîk tên nivisandin, berhemên edebî tên afirandin… Ji ber van sedeman, hişê çêkirî wek “pêşketineke mezin” tê dîtin û bikaranîna wê roj bi roj zêdetir dibe. Hişê çêkirî, çawa ewqas zû di jiyana me de cîh girt û çawa hêza xwe zêdetir kir? Gava mirov li ser vê pirsê difikire an jî nafikire, ji hişê çêkirî dipirse, bersiveke kin derdikeve pêşiya me: Hişê çêkirî, jiyanê hêsantir dike! Êdî ji bo wergerekê ne hewce ye mirov zimanekî hîn bibe û bi salan li ser bixebite. Ji bo tez an xebateke akademîk ne hewce ye bi dehan pirtûk û bi sedan gotaran bixwîne. An jî ji bo xêzkirina wêneyan, ne hewce ye mirov xwediyê qabiliyeta hunerê be, ji bo afirandina muzîkeke nû, ne hewce ye li ser enstrumanekê bixebite. Ev tiştên ku bi fikirîn û xebatên salan derdikevin holê, bi xêra(!) hişê çêkirî, êdî di nav çend deqqeyan de tên pêşberî me. Çi rehetiyeke xweş e, newer? Ligel ewqas rehetiyan, Geoffrey E. Hinton, çima hişê çêkirî wek talûkeyekê bi nav dike? An jî, hişekî ji alîyê mirovan ve hatiye afirandin, çawa dikare jiyana mirovan ber bi xerabiyê ve bibe?
Hişê çêkirî, wek hilberîneke zanistî, xebat û hilberîna mirovan temsîl dike. Zanista modern a ku hêz û çavkaniya xwe ji aqilê mirovan digire, bi sedan salan e, bi pêşketinên xwe, hêza aqilî tim nîşanî me dide. Aqil û hilberîneke aqlî, tim wek taybetmendiya mirovan derdikeve pêş û mirov wek candarekî “xwedî aqil” tê pênasekirin. Lê divê em viya bipirsin: “Gelo taybetmendiya insanan, tenê aqil e? Zanista ku xwe li ser aqil ava kiriye, gelo dikare hemû hilberîn û hişmendiya mirovahiyê temsîl bike?
Li vir divê em berê xwe bidin Nîetzsche û rexneyên wî guhdarî bikin. Di dîroka felsefeyê de girîngiya Nîetzsche ev e ku bi rexneyên xwe, dîroka felsefeyê ji binî ve hejandiye. Nîetzsche wek fîlozofekî sedsala 19an dibêje ku, ji Sokrates heya roja me, felsefe xwe li ser aqil ava kiriye û tim aqil derxistiye pêş. Ji ber vê sedemê bi taybetî Sokrates rexne dike. Sokrates wek rasyonalîstê (aqilparêz) ewilî tê qebûl kirin û di felsefeya xwe de tim qala girîngiya aqil dike. Li gor Sokrates çavkaniya zanînên me aqil e û em tenê bi aqil dikarin bigihîjin zanînên rast. Sokrates tenê di epîstemolojî (felsefeya zanînê) de qala aqil nake. Di nêrînên wî yên li ser ehlaqê de jî em girîngiya aqil dibînin. Sokrates tevgerên ehlaqî jî bi aqilî re dinirxîne û dibêje mirov tenê bi zanînên ku çavkaniya xwe ji aqil digrin dikarin berê xwe bidin tevgerên baş. Yanî li gor Sokrates aqil çavkaniya zanînê ye, zanîn jî çavkaniya fazîletê ye. Rexneyên Nîetsche li vir derdikevin pêşberî me. Nîetzsche dibêje ku, Sokrates tim qala girîngiya aqil kiriye û di dîroka felsefeyê de tim aqil derketiye pêş. Lê mirov ne tenê candarekî xwedî aqil e. Li gor Nietzsche xêncî aqil, hestên mirovan hene. Tirsên wan, endîşeyên wan, bextewarî û bengîniya wan heye. Nietzsche dibêje ku, dîroka felsefeyê tim aqil derxistiye pêş û hestên mirovan wek tiştekî “bêqîmet” dîtiye. Li gor Nîetzsche ev nêrîn û qîmetdayîna aqil bi Sokrates dest pê kiriye û di Serdema Ronakbîrîyê de(sedsala 18an) gihîştiye asta herî bilind. Di nêrînên Nîetzsche yên li ser tragedyayan de jî, em rexneyên li ser Sokrates dibînin. Li gor Nîetzsche tragedya, wek hilberîneke hunerî, hestên mirovan temsîl dike û îmkan dide ku mirov hestên xwe îfade bikin. Lê bi Sokrates ev mesele diguhere. Nîetzsche dibêje ku Sokrates hestên mirovan ji nav tragedyayan derdixe û aqil dixe navenda tragedyayan. Ji ber viya jî hestên mirovan a ku hunereke afirîner ava dike, hêdî hêdî cihê xwe ji aqilekî mekanîk û hilberînên bêhest re dihêle.
Girîngiya nîqaşa Nîetzsche û Sokrates ev e ku “girîngiya aqil” di roja me de hîn jî di asteke bilind de cîh digre. Loma “hişê çêkirî” wek hilberîneke aqlî, qîmet dibîne û piştî zanistê “asta herî bilind” temsîl dike. Bi hişê çêkirî pirtûk, wêne, fîlm, muzîk û gelek tişt tên afirandin. Li gor nêrînên Nîetzsche îcar em pirseke bikin: Gelo berhem û hilberînên bi hişê çêkirî tên afirandin, çiqas dikarin hestên mirovan temsîl bikin?
Huner wek beşeke afirîner, bi hezaran salan e, çavkaniya xwe ji hestên mirovan digire. Her hunermend, bi awayekî afirîner, bi terzên cûda berhemên xwe diafirînin. Piştî hişê çêkirî, gelo em ê karibin di hunerê de qala hestên mirovan û qala qabiliyeteke afirîner bikin? Piştî ku hest û afirînerî ji nav berheman derkevin û hemû berhem bi awayekî mekanîk, bi heman şiklî bên hilberandin, em ê çawa hestên xwe îfade bikin û hestên mirovên din hîs bikin? Ne tenê huner, di hînbûna ziman, di xebatên akademîk û di gelek tiştan de, em ê çawa qala xebat û xwepêşxistina mirovan bikin?
Hişê çêkirî êdî bi her awayî di nav jiyana me de ye û roj bi roj wê hêza xwe zêdetir bike. Hêza hişê çêkirî, hêza aqilî ye. Bi vê hêzê em dibînin ku ew aqilparêziya Sokrates hîn jî hêza xwe didomîne û hestên mirovan li dû xwe dihêle. Xuya ye ku em ê êdî, berhemên hunerî yên ji destê mirovan derketine wek berê pirr nebînin. Berhemên ku bi heman şiklî ji aliyê hişê çêkirî hatine afirandin wê hêdî hêdî rengê jiyanê kêm bikin û jiyana me veguherînin febrîqeye mekanîk. Febrîqeye mekanîk ku deng û rengê jiyanê di nav mekîneyên de tune dike û berhemên mekanîk diafirîne. Jiyaneke bê hest, bê reng, bê xebat… Di nav jiyaneke awa de, gelo mirov çawa dikare wek “mirov” bimîne? Bêyî ku veguhere robotekî mekanîk!